Cîhadê me 3 tir û nîv ji Matous berdan

Miradê Torî

Werzîşvanê germik û nermik, qeraseyê zilaman Cîhad Akîpa yê Kurd, li hember şampiyonê berê yê Ewropayê bi ser ket û 3 tir û nîv jê berdan.

Cîhad Akîpa, ku ji Nisêbînê ye û li Almanyayê hatiye dinyê, tir ji şampiyonê berê yê Ewropayê Matous Kohout berda û ew tirek kir. Cîhadê me piştî serkeftina xwe got: “ Bi şeş telaqên jinberdanê me îro dîrok nivîsand, bijî Kurd û Kurdistan“ û bi ala Kurdistanê sere me bilind kir.

Cîhadê ku 28 salî ye û di werzîşê de pêşeroja wî vekirî ye, nexşeya Kurdistanê li ser laşê xwe neqişandiye û xwedîyê hest û hişmendîyek Kurdistanî ye.

Cîhad Akîpa niha di asta MMA ya profesyonel de pêşbaziyê dike û di kategoriya 70 kîlogramî de berberîya dijberan dibe. Akîpa di pêşbirka xwe ya MMA de heta niha 49 maç bi dest xistiye û bûye yek ji lotikvan û şervanên herî balkêş ên Ewropayê.

Di van çend salên talî de xort û keçên Kurd di qelek pêşbirkên werzîşê de bi ser dikevin û bi ala Kurdistanê Kurdan bi cîhanê didin naskirin. Xizmeta ku werzîşvanên me di qada navnetewî de ji bo Kurd û Kurdistanê dikin, heta îro partîyên ku ji xwe re dibêjin „em Kurdistanî ne“ nekirine. Ne partîya Xelo û ne ya Celo.

Em ji xort û ciwanên Kurd ên Ewropayê re serkeftin û lotikên mezin dixwazin.

Bi hêvîya serkeftinên mezintir…

Hollanda

About The Author