Wezîrê me mizgînîya xêrê da

Mihemed Soran

10 sal ji temenê me çû, 10 salan em bi dû çareserkirina pirsgirêka mûçeyan de bezîyan. 10 salên me bi çûn û hatina Hewlêr û Bexdayê derbas bûn. Porê me spî bû, rîh û simbêl spî bûn, û hetta pirça nav şeqê me jî spî bû. Lê şikir ji xwedê re. Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê mizgînîyek xêrê da me û got: „Pirsgirêka şandina mûçeyan çareser bû û êdî rîh û simbêlên me hew spî dibin“.

Qûnreşên Bexdayê 10 salan şandin û neşandina mûçeyên Herêma Kurdistanê li dijî Herêma Kurdistanê wek çekekê bi kar anî. Ji bo pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser nebin çi ji destê wan hat kirin (YNK jî piştgirîya qûnreşên Bexdayê kir). Lê wezîrê me yê darayî Awat Şêx Cenab bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar û ji çapemenîyê re got ku mesela şandina mûçeyan çareser bûye û wê Kurdekanên Başûrekan ji bo sala 2025an mûçeyên xwe bê serêşandin bistînin.

Li ser bextê Awat Şêx Cenab be, li gor ew dibêje, zêdetirî 10 rojan e ku wan bi tîmên teknîkî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê re danûstandin kiriye û îro gihiştine rêkeftinê. Li gor Cenab, ev yek encama siyaseta kabîneya 9 emîn e û ji bo îsal (2025) tu pirsgirêka mûçeyan nemaye.

Ê de dengê te here xwedê ya birêz Cenab!

Hêvîdarim piştî 10-20 salên din pirsgirêka madeya 140 jî çareser bibe û berî mirinekê em wê mizgînîyê jî bibihîzin.

Silêmanî

About The Author