Îro hefsar sibê dar e

Mihemed Soran

Kurd miletekî ecêb û kesanedî ye. Tu miletek bi qasî me Kurdan ne neyarê qewmê xwe û ne dostê dijminê xwe ye. Ji qewla Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederîksen, “ji ber ku Kurd ji celladên xwe re dibêjin em brayên hev ên olê ne, yezdan tim wan ceza dike”.

Ayeta ku Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederîksen ji bo Kurdan daxistiye û gotiye, ji ayetên Tewrat, Incîl û Quranê rasttir û maqûltir e. Gerek her Kurdê bi xîret gotinên Frederîksen bike guhar û têxe guhê xwe.

“Ji ber ku Kurd ji celladên xwe re dibêjin em brayên hev ên olê ne, yezdan tim wan ceza dike”.

Ma rastîya me Kurdan ne ev e?

Bi şeş telaqên jinberdanê belê.

Bi sedê salan e me celladê xwe wek brayê xwe yê misilman dîtiye, bi vê hişmendîyê nêzîkî wan bûne û bi vê xwelîserîyê jî heta îro em bindest û koleyên neyarên xwe mane. Doh jî wilo bû, îro jî heman tirşik û pelûl e. Ji ber vê jî em nebûne milet, em nebûne û belkî qet jî nebin dewlet. Koletî ketiye xwîna me, bratîya xelkên dolheram û ummeta Ereban mejîyê me kevajtiye, dixwe û ha dixwe.

Werhasil…

Doh cotkarên Kurd ên ku dixwestin zevîyên xwe li herêma Sergeran a Kerkûkê biçînin, ji alîyê leşkerên Iraqê ve hatin astengkirin. Leşkerên dolheram ên Saddam Hisên (ji ber Ereb tev Saddamperest in) bi darê zorê cotkarên Kurd ji traktorên çandinîyê daxistin û leşkerekî jî şalik wek hefsar li stûyê cotkarekî gerand û ew rencîde kir.

Aha evîndarîya celladên xwe vê yekê tîne serê me. Li Bakur gû bi me dan xwarin, li Başûr jî wek keran hefsar dixin stuyê me. Aha bratîya xelk û ummetê ev guzilqurt e.

Axir, ji xwe em layiq û hêjayî hefsêr in. Heger em ne layiq û hêjayî kerîtîyê bûna, emê ne koleyên celladên xwe bûna. Meyê petrola xwe nedaba dolheramên Bexdayê û wê çavê me ne li destê wan, ne li şandina mûçeyên wan ba.

Ez serê we neêşînim canekem, piştî ku leşkerên Saddam Hisên hefsar xistin stuyê cotkarê Kurd û di kesayetîya wî cotkarî de temamê Kurdan kirin ker, li ser nerazîbûna partî û kesayetên Kurd, dibêjin ew leşker mehekê (1 mang) ji karê xwe hatine dûrxistin. Yanî, piştî mehekê wê ew leşker dîsa vegerin ser karên xwe û belkî vê carê daran jî têxin qûna me Kurdan.

Werhasil, li Bakur berî çend salan generalekî Romê gû bi gundîyên Kurd dabû xwarin. Tew nehat darizandin û lotika wî jê re ma. Qe nebe bîjîyên Saddam mehekê ji karê xwe tên dûrxistin. Ev jî nîvlotikek baş e.

De ya bi xêr…

Xuyaye heta partîyên me, serokên me, Kurd bi giştî ji celladên xwe re bêjin em brayên hev in, wê gelek hefsar û dar têkevin me wesselam…

Hewlêr

About The Author