Nûrî |Çelîk
Dinya dem û dewran e, xweşî û nexweşî, şer û aştî, şev û roj, serdest û bindest bi hev re di tekoşînekê de ne. Kî xurt be, şert û merc li gor fêda kê û alîkarê kê bin, ew bi ser dikevin. Felek carna li kêleka hinekan e, carna jî pişta xwe dide wan. Carna bext (qird, şans) hevalbendê mirov e, carna jî ji meriv re li hev nayê û dixitime. Lê di her halûkarê de dema îro bext û guhertina reng û dengê wê girêdayî derfet, şert û mercên herêmî û gerdûnî ye.
Her çiqasî bext alîgirê mêrxas û wêrekan be jî, gelek caran hiş û aqil, hest û hişmendî zora mêrxasî û wêrekîyê dibe û meriv mecbûr dike ku li gor şert û mercên heyî tev bigere, li gor rastîya heyî helwest û biryaran bigire. Ne li gor dil û armanca meriv be jî, gelek caran meriv neçar dimîne ku qîma xwe bi hinek tiştan bîne, çimkî her tişt li gor daxwaz û dilê meriv nabe. Tew ku meriv ne xwedîyê îradeyek azad û derfetên xurt be, meriv qîma xwe bi gotina „ji tunebûnê çêtir e“ tîne û serê avê berdide. Av nasekine, diherike heta ku rê û coka xwe bibîne.
Em Kurd jî bûne wek mesela avê û diherikin. Bêhna aramî û xweparaztinê ji ku bê, derfeta azadîyek piçûk li ku hebe, em ber bi wir ve diherikin. Li gor rewşê, di nava çember û dorpêçana neyaran de, û li gor xwestek û berjewendîyên dewletên mezin, em diherikin û ji xwe re li rêyekê digerin. Belkî em tev li cokekê bibin û biherikin deryayên bêbinî. Belkî em bibin gol û xwe li hev ragirin. Û belkî jî em bibin dilopek ji wê deryayê û winda bibin. Lê em diherikin…
Hemû plan û proje, hemû qarewar û zirt û gefên ku di bin perdeya aştî, bratî û çekberdana PKK de têkbirina destkeftîyên Rojava û çekberdana YPG hebû. Devlet Bahçelî belasebeb A. Ocalan nekir taca serê xwe û di rojeva Kurd û Tirkan de geş û zînde nekir. Piştî lihevkatina YPG û HTŞ (Mazlûm Kobanî û Serokkomarê Sûrîyê Ahmet el Şara (yek ji serokên El Kaîde û DAÎŞê) armanc û mebesta Devlet Bahçelî û banga Ocalan zelaltir bû. Xuyabû ku banga Bahçelî û Ocalan projeyek mezin e, projeyek bi şêwir û mişêwir a Amerîka û hevpeymanên wê ye, projeyek bi beşdarî û riza Barzanîyan e. Hemû hêz û dewletên ku bi mijara Kurd û Kurdistanê re mijûl dibin piştgirîya çekberdana PKK û lihevhatina Kobanî û Colanî dikin. Bi vî haweyî ava Kurdên Rojava dest bi herikînê kir û berê xwe da Şamê.
Dibêjin, herkes bi xwêya girara xwe zane. Yan jî, heçê ne li malekê nizane bi hewalekê. Helbet em tev dixwazin ku li Rojava Kurd bibin xwedî statu û wek Başûr nîvazad bibin. Federasyon, xweserîyek herêmî yan jî destkeftinek ku heq û hiqûqê Kurdan, maf û nasnameya wan misoger bike, daxwaza piranîya Kurdan e. Lê em bikin nekin, em bi qasî Rojavayîyan rewşa wan, rewşa ku ew tê de ne, derfet û nederfetên wan, zixtên dewletên cîran, daxwazên dewletên hevpeyman, bi taybet zixtên PKK û dewleta Tirk, û gelek tiştên din, bi qasî wan nizanin. Heger ji me hat û me qencîyek yan alîkarîyek bi wan re kir, xêr e. Yan na, êrîşkirina ser wan û di kesayetî yan bi dijminatîya PKK mafê me tuneye ku em Kurdên Rojava bêşînin û bi xewn û xeyalên wan bilîzin. Xwedîyê dozê ew in, yên bedel û berdêl dane ew in û yên li gor rewş û derfetên xwe biryara çarenûsa xwe bidin dîsa ew in. Helbet em berjewendîyên Amerîka û hevpeymanên wê ji vê yekê bêrî (cuda)nakin.
Peymana Sûrîyê û HSD:
Lihevhatina Mazlûm Ebdî û Ehmed el Şara (HSD û HYŞ) ne bi serê xwe hat çêkirin. Her çiqasî wek encama banga Ocalan bê nirxandin û pêşkêşkirin jî, xwedîyên vê lihevhatinê ne Ocalan û ne jî Tirk in, Amerîka û hevpeymanîyên wê ne. Divê neyê jibîrkirin ku Ebdî bi helîkoptera Amerîkî û bi parêzvanîya Amerîkîyan çû Şamê. Her çiqasî gelek Kurdên me vê peymanê wek xiyanet û xwefiroşî, û Tirk jî wek teslîmîyeta YPG destnîşan bikin û ji xwe re payê derxin jî, di asasê xwe de ev pêşpeyman qozê ku di destê Tirkan de bû ji destê wan derxist û Kurd di bin sîwana HSD û YPG de -wek Başûr- dibin şirîkê desthilatdarîyê rê ji herêmek otonom yan jî federatîf re tê vekirin. Ew 8 maddeyên ku li se wan tifaq hatiye îmzekirin reşbelek e, demkî ye û amadekarîyek ji bo pêşeroja Kurdan û Sûrîyê ye. Divê neyê jibîrkirin, ew der Rojhilata Navîn e, peymanên îro sibê dikarin bên çirandin, lihevhatinên îro sibê dikarin bên rûxandin.
Divê neyê jibîrkirin, misogerîya tiştekî saxlem li Rojhilata Navîn tuneye. Mesele mesela mêzênê ye, mesele berjewendîyan e, mesela hesab e. Ehmed el Şara dixwaze bi rêya Kurdan meşrûtîyeta xwe saxlem û fermî bike, Kurd dixwazin bi şirîkatîya desthilatdarîyê hebûna xwe meşrû bikin, Amerîka û hevpeymanên wê jî dixwazin bi rêya lihevhatina her du alîyan berjewendîyên xwe yên li herêmê saxlemtir bikin, dawîyê li pataxa Sûrîyê bînin û giranîya xwe bidin ser plan û projeyên xwe yên din (Îran yek ji wan e). Bi vê peymana pêşwext, heger hat û Amerîkîyan leşkirên xwe ji Sûrîyê vekişandin, wê Kurd wek hevpeymanên Amerîkayê şirîkê desthilatdarîya Sûrîyê bin. Ev yek.
A din, divê neyê jibîrkirin ku ev peyman di navbera Mazlûm Ebdî û Colanî de hatiye îmzekirin. Yanî, peymanek leşkirî ye, ne siyasî ye. Ew 8 xalên ku hatine rêzkirin, wê naveroka wan ji alîyê siyasîyan vê bê dagirtin (siyasîyên Kurd, Ereb, Amerîkî, Fransî û wekî din). Amerîkayê bi vê peymana pêşwext hem pêşeroja Îsraîlê misoger kir (ji ber HTŞ neyarê Îranê û Şîîyan e), hem Kurd bi Şamê dan qebûlkirin û hem jî çoyê (darê) di destê Tirkan de ( wek PKK terorîst e û YPG jî PKK ye) ji destê wan derxist, YPG kir şirîkê desthilatdarîya Sûrîyê û rê li ber tohmet û gefên wê girt. Bi vî haweyî mafê desttêwerdana Sûrîyê ji destê Tirkîyê derxist. Bi şirîkatîya desthilatdarîyê, êrîşên ser YPG yan jî HSD (Kurdan) wê wek êrîşên ser serwerîya Sûrîyê bên qebûlkirin û êdî ne Tirkîye û YPG, wê wek du dewlet bên beramberî hev. Wê ev yek dest û lingên Tirkîyê girê bide û wê di qada navnetewî de têxe tengasîyek mezin.
A sisêyan, ev peyman peymanek pêşwekt e, reşbelekek 8 maddeyî ye. Pêş amadekarîyek ji bo amadekarîya zagon û makzagonên Sûrîyê ye. Û wek min got, ev jî karê sîyasîyan û hiqûqnasan e. Ji bo dagirtina naveroka wan 8 maddeyan, Kurd jî tê de, wê komisyon bên amadekirin û bi daxwaz û pêşniyazên wan komisyonan wê zagon û makzagonên nû bên nivîsandin.
Dive em ji bîr nekin, Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) hem aborî û hem jî çekdarî ji rejîma Şamê bihêztir, mezintir û birêxistintir e. Û bi ser de Amerîka û hevpeymanên wê jî li pişta wan e. Bi vê peyman û misogerîya Amerîkayê ne gengaz e (mimkin e) ku Kurd ji vê peymanê sûdê wernegirin. Yê ku herî zêde sûdê ji vê peymanê bigirin wê Kurd bin.
Berdevkê Karên Derve yê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, di derbarê peymanê de dîtinên xwe anîn ser zimên . Gotinên Salih Mislim jî dupat dike ku ev hê destpêk e û di dagirtina naveroka maddeyan de wê hê gelek tişt û daxwaz bên guhertin. Li gor gotinên Salih Mislim, heman tiştên ku li Başûr bûne û dibin wê li Rojava jî kêm yan zêde, bibin. Wê Kurd hemû mafên xwe yên hemwelatîbûnê (ziman û nasname jî tê de) bistînin, wê herêma xwe bi rê ve bibin, wê HSD (çawa ku li Başûr pêşmerge herêma xwe diparêze) wek beşek ji artêşa Sûrîyê herêma xwe (Rojava) biparêze û sînoran bi Hikûmeta Navendî re (wek Başûr) biparêzin. Yanî, di navxweyî de azad lê di derveyî de girêdayî Hikûmeta Navendî bin (li Başûr jî heman tişt e). Wê Kurdên koçber vegerin şûn û warên xwe, wê hemû civakên cuda bi ol û bahwerîyên xwe, bi ziman nasnameyên xwe di makzagonê de cîhê xwe bistînin. Ji xwe Berpirsê Çapemenîya HSD Ferhat Şamî jî heman tiştên ku Salih Mislim anîn ser zimên gotin. Helbet ev dîtinên wan e. Encamên rasteqîn wê di zagon û makzagonên nû de kifş bibin û ji vê re jî çend mehek yan salek heye. Di van çend meh û salekê de wê çi bên guhertin em nizanin. Wê peyman hilweşe yan bidome dîsa em nizanin. Divê em bêhnfireh û bi metanet bin.
Av diherike û wê biherike.
Peyman bi ser bikeve jî wê biherike, hilweşe jî wê biherike.
Heta ku rê û coka xwe bibîne.
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin
Leyloka me jî ket nav karwanê aştîxwazan