Horîyên Amerîkî li pişta Mazlûmê me ne

Belê, Mazlûmê me berê xwe da Şama Şerîf û çû tewafa Şêx Ehmed el Colanî ibin Elkaîde ibin el DAÎŞ. Li Şamê bi refîq Colanî re çay û qehweyek vexwar, peymana xwe îmza kir, Colanî hembêz kir û vegerîya Rojava nav hevallerên xwe.

Çûna Mazlûm û îmzakirina peymana Sûrîyeya Ekolojîk û Demokratîk kêfa gelekan anî û hinek jî aciz kirin. Li gor fitne û fesadên siyasî dibêjin, xwedêgoravî wê ev peyman destê Kurdan xurttir bike û di pêşerojê de cok û bendavên firehtir ji wan re veke. Hinek jî dibêjin na wele Mazlûm Kurd û Kurdistan bi pîvazekê firotiye û daxwaza Ocalan û dewleta Tirk bi cîh anîye. Nîqaş û nirxandin didomin. Wê di encamê de çi pelûl ji tûrik derkeve ez jî nizanim.

Axir, hinekan digotin „Mazlûmê me li qantirê siwar bûye û çûye Şamê“, hinekan digotin „na wele bi kerê çûye“, hinekan jî sûnd dixwarin û digotin „bi telaq bi pisiklêt çûye“. Lê piştre hat dîtin ku hemû vir û derew in û tohmetan dixin stuyê generalê me.

Sîxur û ajanên Lotikxanê dan dû vê mijarê û piştî lêkolînek sererd û binerd rastî derxistin holê. Mazlûmê me ne bi qantir, ker û pisiklêt çûbû, Horîyên Amerîkî ew revandibûn û firandibûn Şamê. Û hetta morîkên xewê jî xistibûn guhên wî. Piştî îmzakirina Peymana Lozan û Sykes Pîcotê, dîsa wan horîyên germik û nermik ew vegerandibûn welatê wî Rojhilat û Bakurê Sûrîyeya Ekolojîk û Demokratîk.

Ez serê we neêşînim gurçikno, Mazlûmê me bi saxî 2 horîyên germik û nermik yên Amerîkî misoger kirine. Her du horî di emrê wî de ne û li dora wî dibin perwane. Mazlûmê me wek van oldar û dîndarên kor û doxînsist ne xeyalperest e û nade dû 72 horîyên bihuştê. Dizane ku horîyên rasteqîn li vê dinyayê ne û yên herî bedew jî horîyên Amerîkî ne.

Ê de çûn û hatina General Mazlûm pîroz û bimbarek be rebbî, xwedê xêra wî bi tîpên mezin binivîse..

Ezmanê Hefta

About The Author