Ne sar li me tê, ne germ li me tê

Pîrkemal

Dibêjin heger rewşenbîrê miletekî xerabe bin, ew milet jî xerabe ye. Yanî, masî ji sere xwe genî dibe. Ev jib o serok û merokan jî wilo ye. Heger serokek xerabe be, milet dibe mirîşk û elok û çi bê ber nikilan lê dide. Mesela me Kurdan jî wilo ye.

Birastî ne sar li me tê, ne germ li me tê. Serxwebûnxwaz dibin xayîn, ekolojîst û demokratîst dibin welatperwer, trans û LGBT dibin nizam çi, dewletnexwaz dibin xwefiroş, tirşikçî dibin rêber û berdevk, şorbecî dibin leheng û qehreman. Û bi dehan tiştên din. Û bi taybet jî ev mohr bi dev û pênûsên çend qaşo rewşenbîr û siyaset-nezanan dibin. Û ev qelemşûr jî bi piranî ji nav Kurdên Bakur derdikevin.

Axir, meha Adarê di dîroka Kurdistanê de mehek taybet e. Hema bêjin piranîya bûyerên başû û xerab di meha Adarê de qewimî ne. Melesa:

Di 10 Adarê de (berî 2500 salî) Generalê Împaratorîya MED Harpagos xiyanet li Medan kir, Împaratorîya Med radestî Persan kir û bû sebebê rûxandina wê.
Di 21ê Adarê de (berî zêdeyî 2500 salî) Serhildana Kawayê Hesinker, Roja Nû û Cejna Newrozê pêk tê.
Di 14ê Adara 1903an de M. Mistefa Barzanî ji dayik bûye.
Di 31 Adara 1947an de Pêşewa Qazî Mihemed hatiye şenniqandin.
Di 11ê Adara 1970-71ê de Peymana Otonomîyê di navbera M.M. Barzanî û Saddam Hisên de hatiye îmzakirin.
Di 3ê Adara 1979an de M. Mistefa Barzanî çûye ser dilovanîya xwe.
Di 16ê Adara 1988an de Jenosîda Helepçeyê pêk hatiye.
Di 6 Adara 1921an heta 1938an serhildan û jenosîdên Dersim û Koçgirîyê çêbûne.
Di 12ê Adara 2004an de referandûma guhertina makzagona Iraqê û qebûlkirina federalîyê pêk hatiye.
Di 12ê Adara 2004 an de Serhildan û qetlîama Qamişlo çêbûye.
Û niha di 10ê Adara 2025an de jî Peymana HSD (Mazlûm Kobanî û HTŞ Ehmed el Şara Colanî) hat îmzakirin. Yanî, meha Adarê hem xêr ji me re anîye, hem jî reşî û şînî.

Werhasil, mesela me li ser Peymana Malûz û Colanî bû.

Hinek vê peymanê wek xiyanet bi nav dikin (bi taybet hinek şêrgeleyên Bakurî), hinek wek teslîmîyet. Hinek bi erênî piştgirîyê dikin û lotikên serkeftinê davêjin, hinek jî bi bi taswas û şikdarî nêzîkî peymanê dibin. Hinek Mazlûm Ebdî dikin xayîn û xulam, hinek wî dikin Ristemê Zal û Selaheddînê Eyyûbî. Û Barzanî, Talabanî û piranîya serokên dinyayê (dewletên hevpeyman û heta bi çînê jî) piştgirîyê didin vê peyman û pêvajoyê. Tenê hinek qelemşûrên Bakurî (ewên ku şûr simbêlê wan nabire) li xwe nexweş tînin. Heçê nizanibin wê bêjin qey van qeşemşûran Bakurê Kurdistanê azad û serbixwe kirine û Rojavayî jî teslîm bûne. Yanî mesela me bûye wek tirşika keliyayî û jihevdeketî. Hingî kelîyaye bacan, xirtik, balîcan, pîvaz, îsot û goştê di nav de perixî ne û di nav hev de winda û asîmîle bûne. Wilo bi serê me de hatiye.

Lê hê zû ye, Peymana Kobanî û Colanî (paşnavê wan jî li hev tê) destpêkek e, reşbelek e, û amadekarîyek ji bo pêşeroja Kurdan û Sûrîyê ye. Hema ji roja ewil de meriv wê bide ber pehîn û lotik û zîtirkan nabe, neheqî ye. Heqî û neheqî di encama peymanê de kifş dibe. Kî xayîn e, kî leheng û qehreman e, kî teslîmkar û xulam e, girêdayî encamên peymanê, dagirtina naverokên 8 xalên sereke û di destkeftinên di zagon û makzagonê de kifş dibe. Hema yekser derketina li dij û tohmetbarana vê peymanê ne karê Kurdên aqlêselîm e, ne karê welatperwerî û netewperwerîyê ye. Xizmetê ji nêzîkbûn û tifaqa Kurdan nake û wan ji hev dûr dixe. Ev jî bi kêrî dijmin tê û tu fêdeyê nade Kurdan.

Ev plan û proje ya Ocalan û dewleta Tirk be yan ya Amerîka û hevpeymanên wê be qet ne xem min e. Ocalan di hevdîtinên xwe de peyamek dabû rayedarên dewleta Tirk û gotibû “yan projeya min, ya projeya Amerîkayê”. Yanî, heger hûn li gor projeya min nekin, wê Kurd têkevin bin xizmeta Amerîkayê û wê li Rojava Kurdistanek serbixwe yan federative saz bikin. Lê ji bo min ya girîng encam in, encamên peymanê ne. Heger di zagon û makzagonên Sûrîyê de heq û hiqûqê Kurdan, maf û azadîyên wan, ziman û nasnameya wan bê misogerkirin, proja Xelo yan Celo ye qet ferq nake. Wê di pêşerojê de ew mafên di zagon û makzagonan de rêya mafên zêdetir ji Kurdan re veke.

Bi kurt û Kurmancî; piçik piçik meriv xwe digihîne kûçik. Helbet her Kurd Kurdistanek serbixwe yan federal dixwaze. Lê ji gav û destkeftîyên piçûk re jî divê em nebêjin na. Ji bîr nekin ku gavên piçûk rê ji gavên mezin re jî vedike.

About The Author