Generalê me bû pêşmerge

 

 Bavê Cengo 

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdên Rojava bê kujtin û bê lêdan bi serfirazî derbas bû. Konferansa me dilê dostan xweş û dilê dijminan jî reş kir.  Di konferansê de lotika herî balkêş ev bû ku generalê me û mêrê bi sed mêrî Mazlûm Ebdî bi cil û bergên (şal û şapik) pêşmerge û Kurdî beşdarî konferansê bû û di gotina xwe ya ewil de spasîya Mesûd Barzanî kir. Ev lotik nîşana xêrê ye, nîşana fitaq û bratîyê ye. Lotikek wek şîr û şekir bû.

Generalê me Barzanî û Talabanî dan kêleka xwe û di talîya axavtina xwe de lotikek ji goştê mirîşkan xweştir avêt û got: „ Hêvî dikim ku konferans serkeftî be. Ez di wê bawerîyê de me ku wê ev konferans  yekîtîya Rojava misoger bike û bibe pêngava destpêkê ya yekîtîya netewî ya hemû Kurdistanê”.

Aha ev gotin û lotik wek ayeta Tewrat, Incîl û Quranê ji bo me Kurdan pîroz e. Yekîtîya netewî ya hemû Kurdistanê!

Pelûla ku herî mezin bi serê me de rijîyaye bêtifaqî û parçebûn e. Bi vê konferansê jî xuya bû ku gava Kurd bi tifaq û yekrêz bin, ewê di her karî de serkeftî bin û bigihên mafên xwe. Tifaq bihêzbûn e û bihêzbûn jî nîşan û misogerîya serkeftinê ye.

Divê her Kurd alîgirê tifaq û yekrêzîya Kurdan be.

Û yê ku tifaq û yekrêzîya Kurdan nexwaze xwedê aqûbeta Saddam Hisên bîne serê wî û xelas.

 

Qamişlo

About The Author