Ken ji dilê geş tê, baran ji ewrê reş tê

 

Ken enerjî ye, şoreşa bedena insên e, nîşana berxwedanê, mirêka hêvî û bextewarîyê ye. Miletên ku di bin çerxên zaliman de diperçiqin, miletên ku kesayeta wî, nirxên wî, welatê wî, ziman û çanda wî hatibin dagîrkirin, girî û azar, şîn û reşgirêdan dibe para wî. Ken jê re xerîb tê, ji ber hînî girî û şîne bûye, bikene jî bêdilî xwe, ne ji dil dikene. Lê car heye ku ken zora girî û şînê dibe, bi dilopek bextewarîyê geş dibe, zînde û serî hildide. Car heye bi serkeftinek şexsî, car heye bi destkeftinek malbatî, û car jî heye bi serkeftinek rêxistinî, siyasî û leşkirî ken ji girtîgeha bedenê direve û xwe dide der. Lê kenê herî xweş û bi wate bi fitaq û yekrêzîya Kurdan, bi bidestxistina destkeftîyên netewî xwe hildiperikîne asta herî bilind û watedar.

Êş û azarên ku me Kurdan kişandiye ken û kêf li me kiriye biyanî. Neyar û dagîrkerên me ne tenê nirxên me li me qedexe kirine, hewl dane ku ken jî li me qedexe bikin da ku tovên hêvî û berxwedanê di bedena me de zîl nedin û şîn nebin. Lê ken parçeyek ji hiş û bedena me Kurda ye, parçeyek ji tekoşîn û berxwedana me ye. Bi ser ewqas êş û azaran de jî em xwe ji kenê hêvî û berxwedanê mehrûm nakin û kenê xwe wek çekekê li hember zixt û gefên neyarên xwe bi kar tînin.

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê kenê ku di kûrahîya bedena me de hepis bûbû, av lê reşand û zînde kir. Bi vê konferansê piranîya Kurdan kêfxweş bûn, konferansê hişt ku rûyê me geş bibe, dilê me xweş bibe û hêvîyên me zîndetir bibin. Ji derveyî çend kesên xêrnexwaz, hema bêjin rûyê piranîya beşdarên konferansê geş bû, devliken û rizamendên konferansê bûn. Di serî de siyasetmedara Kurd û Berpirsa Têkilîyên Derve ya HSD xaltîka me Îlham Ehmed û qeraseyê zilaman Generalê HSD Mazlûm Ebdî, bi kenê xwe mizgînîya serkeftina pêşeroya Rojavayê Kurdistanê dan me û bêguman îlhama devlikenîya wan kenê ku di bedena me de hepis bûbû jî azad kir.

Fîlozofê Çînî Konfîçyûs dibêje “Heger hûn dixwazin miletekî hêsîr bigirin, mûzîka wî miletî pûç bikin”. Em Kurd bi du tiştan li ser pê mane. Ziman û mûzîk. Xwedîlêderketin û paraztina ziman û mûzîka Kurdî çek û berxwedana herî mezin e, jehra nemirin û têkneçûna miletekî ye, jehra li dijî jehra dagîrkera ye. Û ken jî destbirakê ziman û mûzîkê ye. Divê em Kurd bi van her sê çekên sivik lê giran hebûn û berxwedana xwe bidomînin wesselam.

Bi vê wesîlê ez Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê ji dil û can pîroz dikim. Hêvîdarim ev konferans û encamên wê ji me Kurdên Bakur re bibe îlham û rojekê em jî wek Îlham Ehmed di konferansa xwe de bi kêfxweşî bikenin.

 

Stenbol

 

 

 

 

About The Author