Cemîl Cewher
S.Sureyya Onder wek piranîya serok û hevserokên DEMê, kadroyekî dewleta Tirk bû, qeyûmekî siyasî bû. Ev qeyûmên ku li gundê xwe nikarin bibin muxtar, bi paraşûta dewletê dadikevin ser serê Kurdan, dibin wekîl, dibin komserên siyasî, dibin serok û li ser navê Kurdan bi qedera Kurdan dilîzin. S. S.Onderê ku yek ji qasid û qesasê şerê xendekan, yek ji berpirsê kujtina zêdeyî 10 hezar xort û keçên Kurd, yek ji berpirsê wêrankirina 10 bajarên Kurdistanê û koçberkirina bi sedhezaran Kurdan, aqilmend û şêwirmendê S. Demîrtaş û xwedîyê gotina “Emê te nekin serok”, xwedîyê gotina “Emê tu Kurdekî xwe ji Barzanî re nehêlin“, xwedîyê gotina “Emê nehêlin ev welat (Tirkîye) parçe bibe“, xwedîyê gotina “Ji bo em rê li ber pêşketina netewperestîya Kurdan bigirin me HDP damezirand“, senarîstê fîlmê Atatirk (Stranek Komarê), Serokê Fexrî yê PKK û Wekîlê Ocalan, û yek ji Kemalîstên nava Partîya DEMê bû, koça dawî kir.
Li dinyayê tu serokekê dezgeha îstîxbarata wî welatî zû bi zû daxuyanîyekê ji bo kesekî nade. Lê Serokê MÎT a Tirkîyê Îbrahîm Kalin ji bo sersaxîyê daxuyanîyek ji bo S. S.Onder belav kir. Ev yek bi serê xwe disepîne ku Onder kadroyekî dewletê û îstîxbaratê ye. Ocalan belasebeb ew nekir Serokê fexrî yê PKK û nekir wekîlê xwe. Ji çep û rastên dewletê, ji AKP, MHP, DEM, IYI Partî û CHP û hemû beşên civatê di cenazeyê Onder de bûn yek dil, bûn yek dest. Ev jî ne belasebeb e. Onder ji qasidê aştîyê zêdetir bûbû qasidê teslîmîyeta Kurdan, wek Yalçin Kûçik, Dogû Perînçek, Ertûgrûl Kurkçu, Sezaî Temellî, Tulay Hatimogullari, Tuncer Bakirhan û gelekên din, heta roja mirina xwe ji bo Tirkîyeyî û Tirkkirina Kurdan xebitî. Û li ser qewîtîya (wesîyeta) wî, merasîma cenazeyê wî li Navenda Çanda Ataturk (AKM) hat lidarxistin. Yanî, heta bi roja mirina xwe jî Kemalîst bû, parêzerê qesas û kujerê serê Kurdan K. Atatirk bû.
Onderê ku hem wekîlê DEMê, hem Serokê Meclîsa Tirkîyê, hem Serokê Fexrî yê PKK û hem jî Wekîlê Ocalan bû, bûbû (kiribûn) berdevk û nûnerê Kurdên xwelîser û qaşo ji bo aştîyê, ji bo Tirkîyeyek bê teror û ji bo yekrêzîya axa Tirkîyê, bûbû taca serê Kurdan. Rêz û qedrê ku Kurdan dan S. S Onder, nedan Kurdekî wek Mûsa Anter û bi sedan Kurdên welatperwer. Dibe ku wek insan Onder kesekî baş be. Lê ji bo me Kurdan ne insanetîya wî, kiryarên wî, başî û xerabîyên ku bi Kurdan kiriye girîng in. Onderê ku ala Tirkan li tabûta wî hatibû pêçan, ji alî Kurdên xwelîser ve bi slogan Şehîd Namirin hat pêşwazîkirin. Onderê ku sersebebê kujtina bi hezaran Kurd bû, wek ku di ber doza Kurd û Kurdistanê de miribe hat pêşwazîkirin. Ev jî dixe xuyakirin bê xwelîserîya me Kurdên Bakur di çi astê de ye.
Ez li ber piştgirî û xwedîlêderketina Onder û hemû partîyên dewletê û Serokê MÎTê nakevim, zilamê wan bû, xwedî li zilamê xwe derketin. Ev normal e. Lê peyamên sersaxîyê yên partîyên ku qaşo dibêjin em Kurdistanî ne, peyamên Barzanîyan û peyamên ewên ku navê netewperwerî û Kurdperwerîyê li xwe dikin, min dêşîne. Peyamên partîyên wek PWK, PSK û ewên din, peyamên Barzanî û Barzanîyan, li gor min rûn li ser nanê dewleta Tirk dikin, piştgirîya plan û proje û siyaseta dewleta Tirk dikin û dibin hevkar û şirîkên paradîgmayên Ocalan û dewletê. Paradîgma û plan û projeyên teslîmîyetê, Tirkîyeyîbûn û Tirkkirina Kurdan. Ev partîyên ku hebûn û tunebûna wan ne diyar e, evên ku bi nav hene lê bi xwe tunene, evên ku tenê xwe dixapînin û kes hesabê wan bi pîvazekê nake, bi peyamên xwe dixwazin xwe li ber dilê PKK û dewletê şîrîn bikin. Peyamên ku ji bo kadroyekî dewleta dagîrker û kujerê serê xort û keçên Kurd bên weşandin ne Kurdayetî ye, ne welatparêzî ye, ne jî Kurdistanîbûn e. Nexasim ku ev peyam ji alî partîyên xwedêgiravî Kurdistanî bên weşandin. Navê peyamên mirovî û hestiyarî li vê yekê nekin û xwe di bin vê perdê de veneşêrin. Yan divê hûn Kurdayetîyê bikin û dost û dijminê xwe ji hev nas bikin, yan jî li mala xwe rûnên û siyaseta Kurdistanî nekin. Yan xetekê têxin navbera xwe û neyarê xwe, yan jî nebêjin em partîyên Kurdistanî ne. Ne navê taktîk ê li vê şirîkatîyê bikin, ne jî navê siyaset û dîplomasîyê. Hûn bi vê siyasetê, bi vê qûşê nagihên Mûşê cîgerim. Hûn xwe bigihînin Mûşê jî, hûnê ne karibin yekî kamil bikin hevalê xwe, ne jî zarokekî dergûşê.
Werhasilî kelam, em bûne her tişt lê em nebûne Kurd. Heta em dost û dijminê xwe ji hev nas nekin, heta em xetek sor nexin navbera xwe û dijminê xwe, heta jin û mêrên Kurd, heta keç û xortên Kurd nebin netewperest, emê li ser qesasên xwe hê gelek peyamên sersaxîyê biweşînin. Belkî li ser Atatirk û Saddam jî ma çima na.
Hewlêr
Dawet ferikî berbûk hetikî
Mamûrên dewletê û siyaseta hobîyê
LEYLA QASIM: Sembola Berxwedan û Hişmendiya Netewî ye!