Welcome to the lotikxane club Mr. Arif! 

Bi salan e em wek eşîret û partîya Lotikxanê PDK, YNK û PKK rexne dikin. Bi salan e em lotikên pozîtîf û mozîtîf li serokên van partîyan didin û dibêjin ku hemû ji heman tasê avê vedixwin, ji heman beroşê tirşikê dixwin û xizmeta heman armancê dikin.  Lê me kir û nekir me nikarîbû em mirîdên wan razî bikin. Lê şikir ji xwedê re, îro hêdî hêdî tê fêhmkirin ku her sê partî û rêvebirên her sê partîyan hatine rêzekê, dane ser rêyekê. A rastî ne ku PKK û Ocalan hatine ser rêya PDK û YNK, li vajayî wê, PDK û YNK, Barzanî û Talabnî hatine ser rêya PKK û Ocalan û êdî tu ferqa wan ji hev nemaye.  Me ji roja roj de digot ku ji derveyî Enqere, Şam, Bexda û Tehranê, yên ku herî zêde derfet dan PKK û Ocalan, yên ku ew li Başûr bi cîh kirin, yên ku çek û pare dan PKK Barzanî û Talabanî ne (protokola 1983 û têkilîyên M. Barzanî, C. Talabanî û Ocalan yên li Şamê). Me ji roja roj de digot ku bi piştgirîya PKK û siyaseta wê PDK û YNK jî bi qasî PKK gunehkar û sûcdarên têkbirina Bakurê Kurdistanê ne. Lê mirîdên her sê alîyan bahwer nedikir. Î

ro, yanî piştî banga Devlet Ocalan û Abdûllah Bahçelî, êdî hevkarîya wan, hevrengîya wan, xwedîlêderketin û hemramanîya wan, rastîya berjewendîyên wan ên hevbeş, zelaltir bû. Helbet nêzîkbûn û hevkarîya partî û rêvebirên wan baş e, kes ne li dij e. Lê gava hûn bi dilê pak yan nepak piştgirîtê bidin paradîgmayên ku li dijî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê ne, wî çaxî mijar ji qalibê xwe derdikeve û dibe mijarek din.

Dibe mijara şirîkatîya sûc û gunehên PKK û Ocalan, dibe şirîkatîya dijberîya heq û hiqûqê miletê Kurd û neyartîya Kurdistanek xweser û serbixwe.  Axir, bahwer bikin dilşewatên mîna me pir in lê newêrin xwe eşkere bikin. Bi vê rêyê wek Lotikxane em dibin berdevkên wan û dilê wan jî rehet dikin. Hinek ji ber tirsê, hinek ji ber berjewendîyên şexsî û malbatî, hinek ji ber berjewendîyên partîtî û stendina zerfên sor û zer, û hinek jî ji ber sedemên din newêrin dengê xwe bikin.

Werhasil, yek ji şêwirmendê berê yê Barzanîyan, kekê me Arif Zêrevan, ev demek e li ser PDK û Barzanîyan dinivîse û kela dilê xwe hênik dike. Xuyaye kêr gihayê hestî û ji ber şaşî û xeletîyên wan yên partîtî û siyasî, hew kare yan hew dixwaze bibe şirîkê gunehên wan. Cara berê jî li ser Mesrûr Barzanî nivîsî bû. Îcar lotikek mezintir avêt, mîrkutek qerase li nav serê PDK û YNK da, hem kela dilê xwe û hem kela dilê gelekên mîna me hênik kir. Arifê me di lotika dawîn de dibêje êdî bes e û dibê:

PDK, YNK, Barzanî, Talabanî êdî wek Öcalan, PKK, DEM Partî, PYD ne!”

Ê ev ji roja roj de wilo bû brao, belkî te nedidît yan te nedixwest bibînî heyran.

Arifê me dîsa dibê:

Ji niha û pê de, divê tu ferdekî Kurd, nebe mirîdê tu partîyek siyasî,  bela serokê tu partîyek siyasî nefirîne ber perê asîmana, bela bi tu partîyek siyasî ve neyê girêdan yan dijminatîya tu partîyekê neke û filan û bêvan

Ev jî xweş bû.

Lê ev lotika Arifê me ji goştê mirîşkan jî xweştir e. Dibêje:

„Yanî çawa ku Öcalan û PKK dixwazin Kurdên Bakur tenê bi hemwelatîya dewleta Tirk razî bibin, Barzanî û Talabanî jî bi tundî li dijî avakirina Herêma Bakurê Kurdistanê ne.Bi qasî ku Ocalan û PKK welatparêzên Tirkiyê ne, Barzanî û Talabanî jî welatparêzên Iraqê ne, PYD û Mazlum Abdî jî welatparêzên Sûriyê ne“.

Aha rastîya mijara Kurd û Kurdistanê ev çend gotin in.

Yanî, Kurdistana mezin û yekgirtî vir û derew e, xeyal û çîrok e.

Her partî berpirsê beşê xwe ye û dergevanîya sînorên dagîrkerên xwe dike.

Werhasilî kelam, Welcome to the lotikxane club kek Arif!

Rastî xweş e lê mixabin tehl û jehr e brao….

 

Têbinî: Hûn dikarin nivîsa Arif Zêrevan di Fisboqê de bixwînin..

About The Author