Berbanga sibehê bû, fermandarê Alaya 6. a Artêşa Tirk Albay Halis Bey, bi alîkarîya ronahîya heyva qels, ku ji pencereya quncika oda ku xwe lê veşartibû, li saeta bêrîka xwe nerî… Ew û leşkerên Alaya 6. a di bin fermana wî de; Tevahîya şevê bi hêzên Kurd ên di bin fermandarîya Serokê Eşîra Koçgirîyan Haydar Beg de bûn û êrîşî bajarê Îmranlîyê kiribûn, ketibûn pevçûnê, piştre paş de vekişîyan û xwe spartin odeyên vê avahîya hukûmetê. Di pevçûnan de ji herdu alîyan kuştî û birîndar hebûn. Albay Xalis Beg ûyên pê re; Ji bo ku xwe ji guleyên hêzên Kurd biparêzin, xwe li quncika beramberî odeyê vedişêrin; Qeymeqamê Zarayê xwe nêzîkî Şakir Beg kir. Wî hewl da ku qeymeqamê navçeyê, ku ji tirsa dilerizî, dilxweş bike ku ewê rizgar bibin, lê ew bi ser neket. Qeymeqamê ku ji tirsan dilerizî, hêvîya xwe ji vê odeya ku tê de asê mabû qut kiribû û bahwer nedikir ku ewê bi saxî ji vê odeyê xilas bibin.
Di rewşek westiyayî û bêtaqat de bûn…
Piştî şerê ku danê êvarê berî şevreşîyê dest pê kiribû û tevahîya şevê dewam kiribû, êdî hêza wan nemabû ku li ber xwe bidin û şer bikin. Di hilgirtina çekên xwe de jî zehmetî dikişandin… Têgihiştin ku her çend dereng be jî hatina Îmralîyê xeletiyek mezin e. Qeymeqamê navçeyê Şakir Beg û Albay Xalis; Hefteyek berê bi fermana Walîyê Sêwasê tevî alayek leşkiran hatibûn Îmranlîyê. Armanca wan ew bû ku Baytar Nûrî, Alîşêr û Paşo yê ku yek ji fermandarên Alîşêr ê ji serhildêrên Kurdên Koçgirîyê ye, bigirin… Lê piştî ku hatin bajêr, ji erkên xwe yên asasî derketin û bi çend Kurdên herêmê re, bi talan, destavêtin û kuştinê dest bi binpêkirina xelkê kirin… Xelkê Îmranlîyê ku ji ber zilma leşkiran di nav tirs û fikaran de bûn, ev rewş ji Serokê Eşîra Koçgirî Haydar Beg re ragihandin û alîkarî jê xwestin. Di civîna ku di 4ê Adara 1921ê de, ya ku li mala Serokê Eşîra Koçgirî Haydar Beg pêk hat û serokên eşîrên din yên Kurdên herêmê jî tê de bûn; Haydar Beg ji wan xwest ku şer rawestînin, dest ji kiryarên xerab û binpêkirina xelkê berdin û di zûtirîn demê de ji bajêr derkevin. Tevî helwesta çaksaz a qeymeqam, Albay Xalis Beg di hevdîtinê de kaxezek ji bêrîka xwe derxist û gef li Haydar Beg û serokên eşîrên Kurd ên li wê derê xwar û got: „Ev biryara mirina we ye, hûnê wek Ermenîyan biqedin“. Piştî vê zirt û zixta hovane, piştî ku hevdîtinê encam negirt, Haydar Begê Koçgirî roja din bi hêzên xwe yên eşîrî vegerîya û ber bi êvarê ve bajarê Îmranlîyê dorpêç kir. Piştî şer û pevçûnên dijwar, hêzên Kurd hemû bajarok xistin bin kontrola xwe, di heman demê de qeymeqam û leşkiran hewl didan ku jîyana xwe di odeyên avahîya hikûmetê de biparêzin.
Qeymeqamê navçeyê; Hewl da ku dilê fermandarê Alayê Xalis Beg xweş bike, ji ber li hember hêzên Kurd şansê wan yê serkeftinê tuneye, pêşniyaz kir ku ji vê avahîya asêmayî derkevin û xwe radestê hêzên Kurd bikin. Her çend Xalis Beb di destpêkê de razî nebû jî, piştî demekê ew pê hesîya ku tu çareyek din nemaye û ji bêhêvîtîyê ev pêşniyaz qebûl kir. Ber bi sibehê ve qeymeqam, fermandarê alayê û hemû efser û zilamên Alaya 6an, ewên ku sax mabûn, teslîm bûn. Herî dawî jî hêzên Kurd di sibeha 6ê Adarê de, piştî şer û pevçûnên ku tevahîya şevê dom kir, Taxa Îmranlî bi dest xistin. Li ser daxwaza kesên navdar; Albay Xalis Beg û çend Kurdên xayîn ji ber zilma ku li gelê Îmraliyê kiribûn (wek kujtin, destgirêjî û talankirinê ) hatin îdamkirin.
Haydar Begê Koçgirî; Kaymakamên ku bi tirs û xof li cenazeyên xwînxwarên îdamkirî dinerîn û difikirîn ku ewê jî wek wan biqedin, li hember efser û leşkerên hêsîr, wek ku hêjayî Kurdekî arîstokrat bû, tevgerîya.
Haydar Beg, ji qeymeqamê navçeyê re bi Tirkîya ku di salên xwe yên xwendekarîyê de li Stenbolê hîn bûbû, diaxivî; „Birêz Şakir, em ne xwînmij in. Em ji bo rûmet û mafên netewî yên gelê Kurd têdikoşin. Armanca me ew e ku gelê me bi azadî û mirovahî bijî“. Piştî vê gotinê, bal kişand ser cendekê Albay Xalis Beg û gotina xwe wiha domand; “ Me bi van leşkirên xwe yên hov, ku sivîlên Ermenî û Kurd qetil kirine, tevlihev nekin. Hûn û leşkirên we ji niha û pê ve azad in, bi şertê ku hûn çekên xwe ji me re bihêlin. Hûn dikarin niha herin û ji hikûmeta xwe re bibêjin ku ger mafên me yên netewî bidin, em dixwazin bi wan re di nav aştiyê de bijîn, ger nedin, emê neçar bimînin ku şerê wan bikin, çimkî emê dev ji van mafên xwe bernedin“… Dema girtî bi şermezarî ji bajêr derketin, bi serxwarî dimeşîyan, qeymeqam di serî de; Haydar Beg ferman da rêhevalên xwe ku ala Tirkan ya li ser avahîya hikûmetê daxin.
Dema ala Tirk dihat daxistin Haydar Beg di nav awirên meraqdarên Îmranlîyê de, diyarîya ku bi xwe re anîbû ji bêrîka xwe derxist, ew diyarî vekir û ala rengîn ji nav derxist… Ala ji sê xêzikan pêk dihat, li jor sor, li naverast spî û li jêr kesk. Di nav rengê spî de rojek zer hebû. Haydar Begê ku ala di destê xwe de çend caran maç kir û danî ser enîya xwe, rêzdarî û kêfxweşîyek mezin di rûyê wî de xuya bû.
Paşê zivirî ser gelê Îmranlî yên ku bi çavên meraq û matmayî lê temaşe dikirin û got:“Birayên min!… Ev ala ku hûn dibînin ala Kurdistanê ye. Ev ala sembola neteweyê me, zimanê me, hebûna me û welatê me ye. Rengê sor nîşana xwîna me ya ku bi sedsalan hatiye rijandin e; rengê spî nîşana hesreta me ya aştî û aramîyê ye; rengê kesk nîşana çiya, deşt, çem û daristanên me ye û tava (roja) di nava rengê spî de roja Kurdistanê ye, mizgînîya ronahî û pêşeroja me ye. Ger em li welatê xwe bijîn; „Divê em di bin sîya vê ala ku hûn dibînin de bi rûmet û azad bijîn, ne wek koleyên Roma Reş ya ku li ser me komkujî û zilm kirine. Divê em wek xwe û li ser axa xwe bijîn“.
Girseya li qada hikûmetê bi baldarîyek mezin guhdarîya gotinên coşdar yên Haydar Beg kirin. Tiştên ku behsa wan dikir, ne mijarên ku ew pê re nasdar bûn… Piranîya wan jî fêm nedikirin ku ew behsa çi dike. Ew xerîbê mijarên wek Al, Welat, Netewe, Azadî bûn…Ligel vê yekê, wan hest kir ku gotinên coşdar û kelecana mirovekî dozbahwer , dilê wan dişewitîne. Piştî ku Haydar Beg axavtina xwe bi dawî kir, ala di destê xwe de da merivekî xwe û ferman da ku ala Kurdî li şûna ala Tirkî bê daliqandin… Bilindkirina ala Kurdistanê, bi reng û heybeta xwe dilê gel û hêzên çekdar yên Kurdistanê li meydanê germ kir… Xelkê li vê ala ku digotin ya wan û ya Kurdan e, her çend cara yekem bû jî, bi kelecan û dilgermî li vê alê temaşe kir…
Ev hest; Ev tîbûna azadî, aştî û jîyana xweser ya miletekî bû ku bi sedê salan li welatê xwe yê resen nirxên xwe di bin qamçîyên esaretê de, di bin zilm û zora Faris, Ereb û Tirkan de bihurandibû. Bi vê tîbûnê re xelkê li meydanê, li vê ala ku li ber bayê meha Adarê li ser stûnê pêl dida, dinerî û bi qîrînekebilind li çepikan dixist…
Di dîroka Kurdan de ev yekem bû…
„Ala Kurdistanê“ ku îro ji alîyê piranîya Kurdan ve wek ala netewî tê qebûlkirin, di dîrokê de yekem car wê rojê hat hildan… Ev ala bû hêvîya gelê ku dixwest li welatê xwe azad bijî…
Wî bi hêzeke600 kesî dest bi girtina bajarekî piçûk kir, her çiqasî ew hêviyek piçûk bû jî, lê dîsa jî hêvî bû…! Û ew ala ku li Koçgirîyê pêl dida; Wek sembola hêvîya Kurdistanek serbixwe û azad; Ji Koçgirî heta Agirîyê, ji Pîranê heta Mahabadê, ji Başûrê Kurdistanê heta Rojava, dest bi destan, ji serhildanekê heta serhildana din; Ji bo gelê berxwedar heta roja îro wek sembola hêvîyê hatiye hilgirtin… Dijminên Kurdan piştî her jenosîda ku dikirin, digotin ku Alâ Rengîn ji holê rakirine… Lê ew; li dijî qirkirin û komkujîyan; Di her berxwedan û serhildana gelê ku ji bo çarenûsa xwe ya netewî rabû ser pê, ji nû ve derket holê.
Loma Ala Rengîn; Ala BERXWEDAN, SERHILDAN û HÊVÎYÊ ye…
Û îro; Ev al cara yekem di 6ê Adara 1921ê de li Koçgirîyê hat daliqandin; Ji wê rojê ve ew bi serbilindî di dilê me, li malên me, li ser çiyayên me û bi kurtî li seranserê erdnîgarîya Kurdistanê wek girîngtirîn beşê nasnameya me ya netewî diheje. Û heta Kurdek tenê li ser rûyê erdê bimîne û xeyalên me yên azadiyê bidomin, wê ev al bimîne; Wê wek sembola hêvî û berxwedana me hebûna xwe bidomîne.
JI BERÊ HETA NIHA ALA KURDISTANÊ
Ev al cara yekem di dema serhildana Koçgiriyê de derketiye ser dika dîrokê; Berî serhildanê ji alîyê endamên Cemîyeta Kurd ya Tealî ya Koçgirîyê Haydar Beg û Baytar Nûrî ve ji Stenbolê hat…
Di sala 1919an de ji alîyê Cemîyeta Tealî ya Kurd a bi serokatîya Seyît Abdulkadir ve hewla afirandina ala netewî ya gelê Kurd hat dan; Piştî ku di sala 1920î de otonomîst û serxwebûnxwazên di nav komelê de ji hev cuda bûn, hewla dawî di dema Cemîyeta Teşkîlatên Civakî ya Kurdî de, ku ji alîyê serxwebûnxwazan ve di bin serokatîya Emîn Alî Bedirxan de hatibû damezrandin, hat dayîn. Di havîna sala 1920an de, bi hewldanên hevpar yên ciwanên Kurd ên wek Hemzeyê Miksî, Memdûh Selîm ê Wanî, Abdurrahhîm Rahmî Zapsû û Mihrî Hilav, ku endamên Rêxistina Civakî ya Kurd bûn, ji bo amadekarîya avakirina dewletek Kurdî ya muhtemel a piştî Peymana Sewrê û ji ber ku pêwîstîya hemû Kurdan bi sembolek hevbeş hebû, hat damezirandin. Lê ya rast, kesê ku Ala Rengîn dîzayn kir Hemze Begê Miksî (1892-1958) bû.
Hin çavkanî dinivîsin ku yekem kesê ev ala şêwirandiye Fanîzade Zeynel Abîdîn (1884-1938) e, ku ji malbata Fanîzade bû û piştî damezrandina Komara Tirkiyê di nav lîsteya kesên sirgûnê de bûn û li Rewandizê wefat kiriye. Cudahîya ala wê demê û ala îro tenê hejmara tîrêjên rojê yên li rengê spî ye. Li ser ala îro 21 tîrêj hene, amajeyê bi roja Newrozê û zayîna nû dike, ala ku wê demê hatiye çêkirin 18 xwedîyê 18 tîrêjên rojê bû. Agahîyên zelal li ber destê me nîn in bê ka çima di ala yekem a şêwirandî de 18 tîrêjên rojê hebûn yan ev hejmar temsîla çi dikin.
Yên ku dibêjin ev hejmar lihevrasthatinek e jî hene; Hinek jî dibêjin 18 tîrêjên rojê di dîrokê de hejmara 18 mîrekîyên Kurdan nîşan dide (hejmara rast 16 ye)… Nimûneyek orîjînal ya ala ku di sala 1920an de hatiye çêkirin; Ji Serokê Teşkîlata Kurdî Emîn Alî Bedirxan derbasî kurê wî Celadet Bedirxan û ji keça wî Sînemxan Bedirxan heta roja îro hatiye. Û îro jî ew al dîwarê mala Sînemxan Bedirxan dixemilîne, wek sembolek bi rûmet ya dîroka têkoşîna azadîya Kurd. Celadet Bedirxan di sala 1932an de cara yekem ev al di hejmara 11an a kovara Hawarê de weşandiye.
Ala Rengîn; Di dema berxwedana li Çiyayê Araratê ya di navbera salên 1927 û 1930î de bi du awayên cuda, bi guhertinan, hatiye bikaranîn. Li alîyê din, li ser tavê çiyayên Ararata Mezin û Biçûk hebûn. Di serdema Komara Kurd a Mahabadê de; Di 17ê Kanûna 1946an de, dema ku ev al wek al netewî hat îlankirin û cara yekem li avahîya Şaredarîyê hat daliqandin, Pênûs û Simbil li dora tava Kurdan hatin zêdekirin. Di sala 1992an de Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmara tîrêjên roja Kurdî li nava Ala Rengîn derxist 21an û forma xwe ya dawîn stend. Bi kurtî, her çend dem bi dem guhertin çêbibin jî, reng û temaya sereke ya ala Kurdistanê ji sala 1919/1920 heta îro her tim wek xwe maye…
Rengê sor xwîn û êşa ji bo Kurdistanê hatiye rijandin, spî temsîla aştî û aramîyê dike, kesk xwezaya Kurdistanê, û 21 tîrêjên tavê (rojê) nûnertîya Newrozê û jidayikbûna Kurdan dike… Ji ber vê yekê ev al hêvîya “miletê ku dixwaze di bin tava xwe ya li ser xwezaya Kurdistanê bi aştî û aramî bijî” temsîl dike…
ROJA ALA KURDISTANÊ
Roja Ala Kurdistanê îro di salvegera 6ê Adara 1920an de, ku cara yekem li Koçgirîyê hat daliqandin, nayê pîrozkirin; Mixabin di 17ê Kanûna Pêşîn a sala 1946an de tê pîrozkirin, roja ku li Komara Mahabadê wek ala netewî hatiye pejirandin. Hêvîdarim ev xeletîya dîrokî di wextê xwe de bê sererastkirin….
Dijminatîya li hember vê ala ku bi giştî ji alîyê Kurdan ve wek ala netewî tê qebûlkirin; Di rastîya xwe de dijminatîya li hember Kurdan, dîroka têkoşîna wan û nirxên wan yên netewî ye. Ev ala ku di asasê xwe de ji alîyê Kurdên Bakur ve hatiye dîzaynkirin û cara yekem li Koçgirîyê ketiye nav rûpelên dîrokê; Bi pênasekirina ala partîyekê, malbatek yan herêmekê, heger ne xiyaneta li Kurdan be jî, lê bêguman nezanî û nezanîna dîrokê ye…
Têbinî: Ev nivîs beşek ji pirtûka min a ku wê bi navê „Çîrokên ji Welatê Serhildanê, Xiyanet û Têkçûn…“ bê çapkirin, hatiye girtin.
Dawet ferikî berbûk hetikî
Mamûrên dewletê û siyaseta hobîyê
LEYLA QASIM: Sembola Berxwedan û Hişmendiya Netewî ye!