Dawet ferikî berbûk hetikî 

 

Cemîl Cewher

Dîrokê ne tenê Kurd raserî zilm û zorê kiriye, herweha xiyanet, bêbextî û xapandin jî kiriye para Kurdan. Kurdan bi destê kê girtibe, li pişta kê sekinî be, terka kê nekiribe, ji alî wan kes û alîyan ve ji pişt ve hatiye xincerkirin û bêbextî lê hatiye kirin. Dilpakî û mirovperwerîya Kurdan li serê wan bûye belayek mezin û dikin û nakin nikarin xwe ji vê toqa mirovperwerî û dilpakîya xwe bişon. Bûye toqa naletê û ji stuyê wan dernakeve.

Gelo kurmê darê ji darê ye yan dar himbêza xwe ji kurman re vedike nizanim. Lê ez dizanim ku dara me kurmî ye û dara kurmî jî ji her kurm û kêzikan re dibe hêlîn û star.

Kurdan di dîroka xwe de, bi mal û canê xwe, bi qasî ku piştgirî daye PKK nedaye tu rêxistin û partîyên Kurd. Kurdên ku tî û birçîyê azadî û serxwebûnê bûn, her hêjayîyên xwe yên pîroz dan PKK a ku xwedêgiravî ji bo Kurdistanek serbixwe derketibû rê. Kurd hatin girtin, hatin kujtin, gundên wan şewitîn, koçber bûn, zarokên xwe feda kirin, ketinbin panzêran, ji helîkopteran hatin avêtin, pîsî bi wan dan xwarin, bûn parsek û sêwîyên kuçe û kolanên metropolên Tirkan, asîmîle bûn û raserî bi sedan heqaret û kiryarên nemirovî hatin.  Lê dawî bû çi? Bû xewn, bû xeyal, bû hêvîşikestin, û di encamê de ji Kurdistanek serbixwe bû Tirkîyeyek serbixwe.  Ewqas keç û xortên ku hatin kujtin, ewqas berdêl û kujtin û koçberî hemû bûn bi qurbana Tirkîyeyek demokratîk û serbixwe. Hemû çîrokên ku bi navê demokrasîyê ji Kurdan re hatin gotin, hemû daxwazên ku gotina demokratîk bi dûvikê wê vekirin, eşkere bû ku li dijî Kurdistanek serbixwe û xapandina Kurdan bû. Ji Kurdistanek serbixwe daketin Konfederasyona Rojhilata Navîn, ji Konfederasyona Rojhilata Navîn daketin xweserîyê, ji xweserîyê daketin Modernîteya Demokratîk, ji wê daketin Neteweya Demokratîk, ji wê daketin Tirkîye, Sûrîye, Îran û Iraqek Demokratîk, û kevirê dawî jî ji bo asasê bratîya Tirk û Kurdan û ji bo Tirkîyeyek Serbixwe hat danîn. Yanî, dawet ferikî û em Kurd jî hetikîn.

Ocalan doh çi be îro jî ew e. PKK doh çi be îro jî ew e. Herduwan doh çi dixwestin û ji bo çi derketibûn rê, îro jî ji bo heman armancê derketine rê. Êdî veşartina vê rastîyê nemaye. Çîrokên Kurdistanek Serbixwe ketin qulê dîwaran û nêt û armanca rasteqîn di 12. Kongreya PKK de jî eşkere bû. Ocalanê ku di banga xwe de heta bi mafê ziman û çandî jî li Kurdan heram kir, ji Kongreya PKK jî heman armanc derket û di daxuyanîya wê de carek bi tenê jî navê Kurdistanê derbas nebû. Hişmendîya çepîtîyê, Kemalîzm û yekîtîya xaka Romê bû armanca asasî û zora Kurdan û Kurdistanê bir. Kurdên ku himaltî û barkêşîya çepên Tirk û Kemalîstên Tirk kirin, bi zanîn yan bêzanîna xwe bûn beşek ji vê polîtîkaya entegrasyona Tirk û Tirkîyê û bi navê bratîya Tirk û Kurdan ji siyaset û stratejîya dewleta Romê re bûn goştê ser savarê.

PKK di encamnameya kongreya xwe de  gotiye „Dema hêzên çep-sosyalîst, pêkhateyên şoreşger, rêxistin û kesayetên Tirkiyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hembêz bikin, wê têkoşîna gel, jin û bindestan bigihêje astek nû. Ev tê wateya gihandina armancên şoreşgerên mezin ku gotina wan a dawîn Bijî Biratiya Gelên Tirk û Kurd û Tirkiyeyek Serbixwe!“ bû.

Yanî, çep û Kemalîstên ku ev 45-50 sal in li şikeftên Qendîlê serkêşîya me Kurdên xwelîser dikin, di bin navê Kurdistanek serbixwe de ji bo Tirkîyeyek Serbixwe têdikoşîyan û zarokên Kurdan ji bo Tirkîyeyek Serbixwe didan kujtin.   Werhasilî kelam, ez bahwer im sûc û gune ne yê kurm e, yê darê ye. Heger dar riziyayî û kurmî be, wê bibe hêlîna kurm û kêzikan û wê ji hindur de bi rehetî wê bikevêjin û wê bikin piçik û parî.  Çekberdan û xwerûxandina PKK (helbet wê bi kiras û navekî din dîsa ji pişta Kurdan neyên xwarê) helbet ji bo Kurdan xêr e. Lê heta ku Kurdên Bakur ji xwe re sitar û alternatîfek Kurd û Kurdistanî nebînin, wê Kurd tucarî nikaribin toqa PKK ji stuyê xwe derxin û ji Tirk û Tirkayetîyê azad bibin.

Hûn çi navî li PKK û çekberdana wê dikin bikin, hûn dixwazin „navê teslîmîyetê kirine aştî„ lê bikin, hûn dixwazin navê „xiyanetê„ lê bikin, di encamê de Tirkan qezenc kir û me Kurdan gelek tişt winda kir.

De xwedê kerîm û rehîm e…

Hêvîdarim çekberdana PKK xêr û selametê ji Kurdan re bîne..

 

Hewlêr

About The Author