Lotika xaltîka me Morgan wek şîr û şekir bû

Wek hûn zanin, Serokek ji yên dolheramên ÎŞÎDê û Serlotikvanê Hikûmeta Sûrîyê Ehmed el Şara Ibin Colanî, bi navtêdan û zixtên dolheramên Romê, xwe ji Kurdan dûr dixe û naxwaze Kurdan nas bike. Ê helbet, gava rîhdirêjo Kurdan wek milet û pêkhateyek cuda nas bike, dive wan bike şirîkê hikûmetê û mafê wan jî bide wan. Ji verb ê, oxlim sergiranîyan li Kurdan dike. Lê wê heta kengî û heta ku karibe çavên xwe ji Kurdan re bigire, heta ku wê karibe serî li ber Amerîka, Îsraîl û hevpeymanên wan netewîne, kes nizane. Wê ev tir jê re bimîne yan nemîne xwedê zane.

Axir, xanima germik û nermik û xweşik û Cîgira Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Morgan Ortagus, 15ê Gulanê ji kanala Televizyona LBC ya Lubnanî re axivî û çend lotikên germ û nerm avêtin.   Morganka me ji LBC re got: „Amerîka ji Serokê Sûrîyê Ehmed Şara dixwaze ku Kurdan û pêkhateyên din yên wî welatî di nav rêveberîyê de biparêze û wan bike şirîkê hikûmetê. Me lîsteyek daxwazan ji bo paraztina Xiristiyan, Kurd, Durzî, Elewî û yên din amade kiriye û ew lîste daye Mîster Şara“.

Xanima germik û nermik Morgan Ortagus, godi lotika xwe ya duyemîn de got: „Em dixwazin belqitîyê Şara Sûriyê bi awayekî ku berjewendîyên hemû alîyan garantî bike, bêyî ku hefsar têxe serê wan û li wan siwarê,  ne tenê ji bo paraztina wan, lê herweha ji bo misogerkirina beşdarîya wan a di hikûmeta Sûriyê de, bixebite“.

Morganka min û we di lotika talî de got: „Bi şeş telaqên mêrberdanê, heke Şara ji rê derkeve û xwe dînomîno bike, emê dev û pozê wî tije îsotên Ruhayê bikin ku heta 9 mehan jî hew karibe bi xwe de birî“.

Em lotika xanima germik û nermik û delala ber dilê Dîko Morgan Ortagus pîroz dikin û niyazê ji yezdanê pak dikin ku li axreta gewrik 73 Nûrîyan bike nesîbê wê.

Waşîngton

About The Author