Ev tir ji Ereboşkan re nehiştin

 

 

 

Qûnreş û dolheramên Bexdayê bi zixtên sofîk û melayên Tehranê, bi salan serê Kurdên Başûr û hikûmeta wê êşand, nehiştin Kurd û petrol û gaza xwe bifroşin û di warê aborî de xurt û serbixwe bibin. Ev jî ne bes bû îcar mûçeyên karmendên Hikûmeta Kurdistanê jî neşandin yan jî kêm şandin û Kurd muhtacî xwe dikirin. Bi vê siyaseta her du alîyan (Tehran û Bexda) dixwestin Hikûmeta Herêma Kurdistanê lawaz bikin û destkeftîyên Başûrê Kurdistanê têk bibin.

Her çiqasî bi salan rêvebirên Hikûmeta Kurdistanê serê xwe ji lotik û zîtirkên dolheramên Bexda û Tehranê re tewandin û siyasetek germik û nermik meşandin jî, di dawîyê de dîtin ku wilo naçe serî û qûnreşên Bexdayê nabin mirov. Yanî, kêr gihişt hestî, piçekî wîjdanê wan vejîya, hişê wan hat serê wan (helbet ku hatibe) û ji xwe re li çareserîyek din gerîyan. Dîtin ku tu xêr û bereket ji çêlîkên deveyên çolê dernakeve, rabûn berê xwe dan Amerîkayê bi şîrketên wan re du peymanên qerase îmza kirin.

Heyeta bi serokatîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Amerîkayê bi şîrketên Amerîkî Western Zagros û HKN re bi 110 milyar dolarî du peymanên petrol û gazê îmze kirin û serê Erebên Bexdayê xistin qûna bavê wan û heyfa xwe ji wan hilanîn. Asasên divê ev lotik ji zûde bavêtina û hefsarê xwe ji destê Bexdayê derxistibûna. Lê dîsa jî ne dereng e û baş jî kirin.

Bi van du peymanan hem wê têkilî û hevpeymanîya Herêma Kurdistanê û Amerîkayê baştir û xurttir bibe (ji ber berjewendîya herdu alîyan tê de heye), hem wê Kurdên Başûr di warê aborî de serbixwe bibin û mineta Bexdayê li xwe nakin, hem wê Herêma Kurdistanê dewlemendtir û pêşdetir bikeve, hem wê bibe sebeba nêzîkbûn û hevkarîya PDK û YNK (Barzanî û Talabanîyan), û bi giştî wê Kurd sûdek mezin ji van lotikan bistînin.

Werhasilî kelam, azadîya aborî azadîya siyasî jî bi xwe re tîne. Kesên ku hefsarê aborîya wan di destê xelkê de be nikare azad bijî. Kesê ku di bin bandora aborî û siyasetek bi wesayet de be, dibe kole û mehkûmekî zincîrkirî. Her du peymanên ku hatine îmze kirin wê zincîrên koledarên Bexda û Tehranê bişkîne.

Bi kurt û Kurmancî; Kurdekanên Başûrekan lotikek aqlêselîm avêtin û tir ji Bexdayê berdan wesselam..

 

Dihok

 

 

About The Author