Komxebatek çû hêvîya me ma komxebatek din

Tiştekî berbiçav ji komxebata ku Destpêka Nû di 24-25ê mehê de li Amedê li dar xistibû, derneket. Hewldanên hinek kesên ku me bi çavekî mezin li wan dinerî, lotik û zîtirkên provokatîf, nehişt ku komxebat bibe komxebatek serkeftî û alternatîfek Kurdistanê jê derkeve. Ji ber vê, Destpêka Nû hewl dide ku komxebatek nû, komxebatek berfirehtir û dûrî van dînazorên kurmî û simsarên siyasetê li dar bixe. Hêvîdarin Destpêka Nû dersek baş ji komxebata yekemîn derxistibe û di komxebata duyemîn de nekeve heman şaşitî û xeletîyan. Heger lotikvanên Destpêka Nû birastî bixwazin bibin hêz û hêvîyekê bidin Kurdên xeyalşikestî, di serî de divê xwedî îrade û feraset bin, wêrek bin, bi xwe bahwer bin û pişta xwe bi kesên din girênedin.

Ê de kerem bikin daxuyanîya Destpêka Nû bixwînin.

 

Ji Çapemenî û Raya Giştî re;

Di komxebata ku me di 24-25ê Gulanê de li Amedê bi dûrişma „Di Siyaseta Kurd de Yekîtî û Rêya Alternatîf “ li dar xist, rewşa heyî ya Siyaseta Kurd û pêvajoya heyî ya ku di navbera Dewlet û Îmralîyê de li Bakurê Kurdistanê tê meşandin hat nirxandin û pêwistîyên ku divê di vê pêvajoyê de bên kirin hat nîqaşkirin.

Hin partî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kesayetên serbixwe beşdarî komxebatê bûn, ku sekreterya wê Destpêka Nû bû.
Beşdarên komxebatê du rojan nerîn û pêşniyazên xwe anîn zimên.

Helwesta giştî ya ku di dema xebata du rojan de derket holê ev e; Pêşnizar hat kirin ku di vê pêvajoya heyî de, partî, kom û kesên Kurd yên ku ji bo mafên bingehîn yên gelê Kurd têdikoşin, bi hev re tevbigerin û ev hevkarî veguhere avakirina hêzek siyasî ya hevpar ya netewî û demokratîk ku her beşek ji siyaseta Kurd karibe tê de beşdar bibe.

Di komxebatê de, ji ber giringî û hestiyarîya mijarê, biryara dawîn nehat girtin û pêwistî hat dîtin ku ji bo kamilbûn û têgihiştina rewşa heyî û beşdarîya girseyek berfirehtir, çêtir e di demek nêzîk de komxebatek din bê lidarxistin.

Wê dîroka vê komxebata nû di demek nêzîk de ji raya giştî re bê ragihandin.

DESTPÊKA NÛ

About The Author