Rewş û helwesta ku di komxebata „Di Siyaseta Kurd de Yekîtî û Rêya Alternatîf“ a ku ji alîyê Destpêka Nû ve di 24-25 Gulana 2025an de li Amedê hat organîzekirin de derket holê, tevî ku siyaseta Kurdistanî di nav teqanek siyasî de ye, hêvîyek da me .
Gotûbêjên ku du rojan berdewam kirin, di xebata me ya lêgerîna bersivên ji bo krîza siyasî de, bû xala hevpar a hemû partî, rêxistin û kesên beşdar. Me pêwistîyek destnîşan kir û vê gelek kes bûn alîgirên vê pêwistîyê.
Hema hema hemû beşdar bûn piştgirê komxebata ku me li dar xist û ev yek bû sedem ku pêlek erênî derkeve holê. Ev cîhê hêvî û kêfxweşîyê ye.
Vê yekê hêvî da me ku wê ev yek karibe veguhere forûmek ku tê de ramanên me yên di derbarê pêşerojê de erênî bin û cîhê şik û gumanê nehêle.
Em bi israr in. Heta ku em têkoşîna salan bigihînin nasnameya xwe ya rasteqîn, heta ku destkeftî bi tevahî pêk bên û ya girîngtir jî heta ku em sazîyekê li ser bingeha “muxatab û nûnertîyê” ava bikin, ku ev yek dûrişma “rêya alternatîf” ya mijara komxebata me ye, wê meş û xebata me bidome. Ez û gelek hevalên xwe em gihîştin vê encamê ku; Di warê fikir û ramanî de em rastî dijberîyek cidî nehatin. Lê belê, di metod û şêweyê ku wê li ser pêşkeftin û kamilbûna vê zemîna ku ji hêla rêbazî ve wek şanoya asoyek nû tê teorîzekirin, rû bi rû man. Bi mizgînîya ku di vê meşa pîroz de me berê xwe da partî û alîgirên nû, emê di demek nêz de bi konferansek ku stratejîya wê siyaseta sivîl û demokratîk e, bigihînin astek payedar.
Serkeftin bêguman ya gelê Kurdistanê ye.
Ez silav û rêzên xwe pêşkêşî we hemûyan dikim.
Baha Mutlu
Serokê Lijneya Komxebatê
Gelo wê Barzanî dîsa têkevin xefika Ocalan?
Teslîmîyeta Demokratîk
HAK-PAR 1 PWK 0