Nûredînê me behsa qederê kir

Zinar Qelemşûr

Piştî kongreya PKK a 12, lotik û zîtirkên kesanedî derketin holê. Hema bêjin piranîya girgirek û payebilindên PKK di kongreyê de serokê sererd û binerd başqan Ocalan firandin ber perê asîmanan û tew cîgerim Sabrî Ok ew kir pêxember jî.

Di kongreyê de rasterast hat gotin ku wan dev ji doza netew-dewletbûnê (Kurdistanê) berdaye û ewê ji bo bratîya Kurd û Tirkan, ji bo Tirkîyeyek ekolojîk mekolojîk û demokratîk dest bi lotikên qerase bikin.

Yek ji wan girgirekan jî cîgerim Nûrettîn demîrtaş (brayê Selahattîn Demîrtaş) e. Nûredînê me bi nave Şiyar Amed beşdarî kongreyê bû û wî jî wek hemûyan Ocalan firand ber perê asîmanan û qedera Kurdan bi paradîgmaya serokê sererd û binerd ve girê da.

Nûredînê min û we di axavtina xwe ya kongreya 12. de got:

“ Bi allahwekîl, bi şeş telaqan, ji me re serdemek nû ya praktîkê, deriyekî nû vedibe, aso û pêşerojek nû vedibe. Rêbertî bi şîroveyên xwe bi rastî jî qederê diguherîne, qedera çîrokê bi tevahî diguherîne. Em ketine konaxek wisa“ û pê de çû.

Cîgerim Nûrettîn Demîrtaş di derbarê bipêşketinên dawî jî xwêdan pê ket û got:

„Em ketin deriyê heqîqetê. Her derî ji gelek konaxan derbas dibe. Ji vir û pê ve emê ji konaxên nû derbas bibin“ filan û fîstan.

Axir, li gor Nûredînê me rêbertî ango Ocalan bi şiroveyên xwe qederê diguherîne. Lê qedera kê?

Bi çar telaqan gotinên Nûredînê me hemû rast in. Rêbertî ne tenê qedera Kurdan, ji Kurdan zêdetir qedera Tirkan diguherîne. Bi paradigmayên sererd û binerd netew-dewletê li Kurdan heram dike, mafên kukturalîst (ziman û çandî) li Kurdan heram dike, teslîmîyetê li Kurdan ferz dike, kurtanê Tirkbûn û Tirkîyeyîbûnê li Kurdan dike, guhertina sînorên dewletên dagîrker li Kurdan heram dike, Kemalîzmê bi Kurdan şîrîn dike, û bi dehan lotikên din. Aha qedera ku Nûredînê me pesnê wê dide ev qeder e.

Û qedera Tirkan?

Bi paradigma bratîya Tirk û Kurdan Kurdan wek qijnikên qûna dewaran bi Tirkan û Tirkîyê ve dizeliqîne, Tirkên çeqilmast û dolheram dike brayê Kurdên resen, sînorên Tirkîyê misoger dike, hest û hişmendîya Tirkayetîyê qewîntir dike, Lozanê û Sykes Pîcotê dubare dike, Kemalê kor û Kemalîzmê li Kurdan siwar dike, û bi dehan lotikên din.

Ji ber vê, gotinên Nûredînê me rast in. Nûredînê me li Qendîlê bi qedera Kurdan dilîze û brayê wî Silhedîn jî li Enqerê bi qedera Kurdan dilîze. Û armanca hemûyan jî Tirkîyeyek serbixwe û Kurdayetîyek bê Kurdistan e. Tirkîyeyek serbixwe, ala Tirkîyê û sînorên wê dewleta Romê wek qedera Kurdan dane û didin pêş.

Werhasilî kelam, bi qedera ku Nûredînê me dibêje, Tirk berdidin û em Kurd pê digirin û hûn sax…

De xwedê kerîm û rehîm e…

 

Stenbol

About The Author