Hefsarê Kurdan ketiye destê dêlikekê

 

Mihemed Soran  

Piştî ku Serokwezîrê germik û nermik Mesrûr Barzanî bi şîrketên Amerîkî re du peymanên gaz û petrolê bi nirxê 110 milyar dolarî îmza kir, Erebên qûnreş şeytanqûnî bûn û bûn wek mirîşka gêj. Ji ber ku şêwirmend û şîretkarên wan sofîk û melayên Tehranê ne, Ereboşkên Bexdayê hewl didin ku zixtan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û wan bi neşandina mûçeyan bitirsînin.

Wezîra Darayî ya Iraqê birêz dêlik keça dêlikan Taîf Samî, piştî ku ji heca Erebistanê û tewafa pêxember vegerîya Bexdayê, bi daxuyanîyekê biryar da ku mûçeyên karmendên Hikûmeta Kurdistanê rawestîne û neşîne. Dêlika ku qaşo ji bo gunehê xwe dawşîne çûbû hecê, piştî vegera xwe dîsa dest bi gunehan kir û Kurd bera ser xwe dan.

Piştî vê lotika paş û pêşkî, Fraksyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê hişyarî dan ku siyaseta Wezareta Darayî ya Iraqê gihîştiye asta ku karmend birçî bimînin û bi zehmetî debara jîyana xwe bikin.

Fraksyonên Kurdistanî diyar kirin ku wan bi fermî daxwaz ji Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî kiriye, ku li ser bingeha wîjdanê netewî, erkê mirovî û berpirsiyarîya exlaqî, ji bo dayîna mûçeyên karmendan desttêwerdanê bike û gotin: „Me daxwaza çareserîyek radîkal û herdemî ji bo pirsgirêka mûçeyan kir“ filan û fîstan. Fraksiyonan herweha daxwaz ji serok û wezîrên Kurd yên Hikûmeta Federal de kirin ku di derbarê dijminatîya karmendên Herêma Kurdistanê de helwesta xwe ya zelal nîşan bidin.

Kuro hey we serê Taîf Samî û Mihemed Şîa Sûdanî xwarino, ma Ereboşk û wîjdanê netewî? Ma Ereboşk û erkê mirovî û berpirsiyarîya exlaqî? Hûn çi hêvîyê ji dijminên bavê xwe dikin oxlim! Heger Ereboşk xwedîyê erkên mirovî û berpirsiyarîya exlaqî bûna ji xwe ev pelûl b i serê we danedikir, ji xwe wê hûn xistibûna şûna insanan kaka.

Û herweha hûn çi hêvîyê ji serok û wezîrên Hikûmeta Federal dikin canekem? Ma ku pozê wan bişewitîya ji xwe hewceyî bi van lotik û zîtirkên Ereboşkan nedima kaka.

Werhasilî kelam, hefsarê Kurdekan ketiye destê dêlikek Ereb û ji bo çend dînaran Kurdekan bi dû xwe de dibezîne. Ez êjim aferîn yan nifiran lê bikim nizanim, lê sûc û guneh ne yê wê dêlikê ye, yê me û serokên me ye, yê partî û fraksiyanên me ye. Heger fraksiyon û partîyên me di meclîsa Ereboşkan de yekdeng û yekrêz bûna, wê Ereboşkan jî nikarîba gû bixwara û bi kêfa xwe bi Kurdan bilîzta wesselam..

 

Silêmanî

 

About The Author