Nivîskarê me yê qerase, xortê gerrmik û nermik Hoşeng Osê, hingî di vîdeoyên xwe de xwelîyê li serê Apocîyan dike, di tenûr û tifikan de xwelî nehişt û niha qeyrana xwelîyê dest pê kiriye.
Hoşengê me, di her bernameya XANÎ TV de xwelîya heft gundan li serê Apocîyan dike û dibê wey xwelîserno, xwelîya heft gundan li serê we bûyo û bi zimanekî ekolojîk û demokratîk xwelîya antîdemokratîk li serê Apocîyên me dike.
Kuro hey xwedêhişto, xwedê 72 horîyên bihuştê bi nesîbê te kiro, law te xwelî di tifin û tenure me de nehişt law! Te xwelîya heft gundan jî xelas kir, îcar emê xwelîyê ji te re ji ku bînin? Bes e wî, di gundê me de xwelîya çend tifikan maye, qey cave te lê ye em wê xwelîyê jî bidin te û xwe bê xwelî bihêlin exûyî.
Axir, Hoşengê me xwelîya Kurdistanê xelas kir îcar dora xwelîya Ewrûpayê ye. Ji ber li ewrûpayê xwelî kêm e, îcar wê Hoşengê me çi bi serê Apocîyan dake ez jî nizanim.
Gelo wê Barzanî dîsa têkevin xefika Ocalan?
Teslîmîyeta Demokratîk
HAK-PAR 1 PWK 0