Perda şermê hilanîn, êdî xwe venaşêrin

 

Av. Ezîz Dîlan

Serok û merokên PKK ji bo rûyê wan eşkere nebe berê xwe di bin perdeya Kurd û Kurdistanek serbixwe de vedişartin.  Di bin perdeya Kurdistanê de (lê di asasê xwe de ji bo dergevanîya sînorên dewletên dagîrker) bi deh hezaran Kurd kujtin û dan kujtin, Kurdistan wêran kirin, gund û bajar dan hilweşandin û bi milyonan Kurd koçberî metropolên Tirkîyê û Ewrûpayê kirin. Tam tiştê ku dewleta Tirk jî dixwest ev bû. Valakirina Kurdistanê, asîmîlekirin û tarûmarkirina Kurdan.

PKK û serok û merokên wan êdî ew perda Kurdistanîbûnê ji ser rûyê xwe hilanîn û rûyê xwe yê rasteqîn eşkere kirin, eşkere dikin. Piştî girtina (yan jî vegerandina) Ocalan, rûdanka (maskeya) ser rûyê xwe bi temamî avêtin û wek neferekî dewleta Romê dest bi lotik û zîtirka kirin û îro jî dikin. Di kongreya 12. A PKK û piştî wê ew rûdanka reş bi temamî ket û eşkeretir bû ku PKK ne jib o Kurdistanê lê ji bo Ocalan û Apoîzmê û Apoîzm jî ji bo berjewendîyên dewleta Tirk û dergevanîya sînorên wê dixebite. Heger hûn bahwer nekin li axavtinên Cemîl Bayik, Sabrî Ok, Mûrat Karayilan, Nûrettîn Demîrtaş, Amed Malazgîrt, Besê Hozat, Hêlîn Ûmût û gelekên din guhdarî bikin.

Nûnerê Taybet ê Sûrîyê yê Amerîkayê û Balyozê Enqereyê Tom Barrack, li ser hesabê xwe yê medya civakî  di derbarê beşdarîya di hevkariya Sûriye, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê de daxuyanîyek par ve kir, behsa Peymana Sykes Pîcot kir û got: „Berî sed salî, Rojava nexşe, erk, klon û rêveberîyên biyanî ferz kir. Sykes-Picot ji bo armancên emperyal Sûrîye û herêmek berfireh parçe kir-ne ji bo aştîyê. Ev xeletî ji nifşan re bû berdêlek mezin. Emê carek din vê xeletîyê nekin“.

Aha tam div ê demê de,  lotikvana KCK Besê Hozat wek gelek caran nefret û dijberîya xwe ya li dijî plan û projeyên Amerîka û Îsraîlê (ji bo Kurd bibin dewlet) derket û verşîya.

Besêka min û we (Hulya Oran a Dersimî) di Medya TV de  nêt û armanca xwe, partîya xwe û serokê xwe pir zelal eşkere kir û got:  „Amerîka, Îngilîztan û Îsraîl li herêma ku berjewendiyên Îsraîlê di navendê de ye, dîzaynek nû diafirînin û dixwazin Kurdan jî tev li vê dîzaynê (nexşê) bikin. Serok Ocalan di vê rewşê de tercîha xwe li gel Tirkiyê kir û ev biryar bi vî rengî hatin dayîn“.

û ji her tiştî xweştir jî, Besêka me veneşart û got: „Serok Ocalan welatparêzekî Tirkîyê û Kurdistanê ye“. 

Ê başe keçko, welatpaêzekî Kurdistanê çawa dikare neyartîya Kurdistanek serbixwe bike, çawa dikare welatparêzîya dewletek dagîrker bike hey te serê min xwarê!?

Yanî, Amerîka, Brîtanya û Îsraîl hewl didin nexşeya Rojhilata Navîn biguherin (ku Kurdistanek serbixwe jî di nav de ye) û ji bo Kurd nebin xwedî dewlet Ocalan tercîha xwe li gel Tirkên dagîrker kiriye. Û hemû biryar bi vî rengî û ji bo vê yekê hatine girtin.

Aha ji serî de rastîya PKK û lotikvanên wê ev bû û îro jî ev e. Paraztina sînorên dewletên dagîrker û dijminatîya berjewendîyên Kurd û Kurdistanê.

Wek dibêjin ji dînan re her roj cejn e. Ji mirîdên mala şêx re jî wilo ye, ji mirîdên serok û merokan re jî wilo ye, ji mirîdên partî û partîcîyan re jî wilo ye. Hinek ji bo berjewendîyên xwe, gelek ji bo rant û dewlemendbûna xwe, hinek ji bo bedeldayîna xwe, û gelek jî ji bo xizmeta siyaseta dewleta dagîrker, ji vê sosreta kesanedî re li çepikan dixin û dibêjin bijî! Navê teslîmîyet û xiyanetê bûye aştî û paradigm, bûye demokratîk modernîte, bûye jin, jiyan, berdîberdan, û gelek çîrokên din yên ekolojîk û ultra demokratîk.

De xwedê kerîm û rehîm e..

Helbet wê qenc di qencîya xwe re û xerab jî di xerabîya xwe re derkevin.

 

Amed

About The Author