Go kûçik bû hevalê gur, xêra pez namîne

 

Nûrî Çelîk

Yan jî bi gotinek din, go şivan bû hevalê diz, xêr û bereketa sermiyan namîne.

Ji dema Împaratorîya Med û heta bi îro, ji roja ku Kurd wek netew derketine rê û xwe bi rext û tifinga miletbûnê girê dane, ji roja ku bûye xwedîyê hest û hişmendîya xwenasîn û milletbûnê (helbet milletbûn cîhê nîqaşê ye) û heta bi îro, berberî, neyartî û xiyaneta navxweyî ji nav me kêm nebûye. Di vî warî de em Kurd belkî di dinyayê de yekem milet in ku bûne hêsîr û mehkûmê xiyanetên navxweyî û dikin û nakin nikarin xwe ji vê nexweşîya pençeşêrî rizgar bikin.

Li her çar beşên Kurdistanê neyartî û xiyaneta navxweyî bûye sedemê şikestin û têkçûna berxwedan û şoreşa miletê Kurd. Hinek bi şexsî, hinek bi malbatî, hinek jî bi partîtî neyartîya berxwedan û şoreşa miletê Kurd kirine û şoreş ji hindur ve hilweşandine. Ev xiyanetên ku hatine carna takekesî, gelek caran jî di bin kirasê şoreşê û li ser navê Kurdan hatine kirin. Di serhildana Şêx Saîd, Seyid Riza, Barzanî û serhildanên din de xiyanetên herî mezin bi destê hinek Kurdan û li ser navê Kurdan û ji hindur de hatine kirin. Dewletên dagîrker bi destê peyayên xwe Kurd kirine neyarên hev û di bin gelek nav û kirasan de wan ji hev tar û mar dike, bi rêya peyayên xwe Kurdan di nîvê rê de û ji paş de xincer dike. Doh jî ev toqa naletê ketibû stuyê Kurdan, îro jî. Kurmên darê ji hindur ve me dikevêjin. Ji laş û bedenê wêdetir, hiş û mejî dikevêjin û nahêlin Kurd bibin xwedîyê hest û hişmendîyek azad. Ji dewletê zêdetir, ew bi xwe mejîyê Kurdan dagîr dikin û naxwazin Kurd wê toqa naletê ji stuyê xwe derxin. Dixwazin Kurdan di hindurê mejîyê xwe de hepis bikin û kesayetîyek li dijî rastîya nirx û hebûna xwe biafirînin.

Nivîskar û pisporê Amerîkî Guy Finley dibêje, „Fikir çi dibe bila bibe, dijmin ne li derveyî me ye, ew di hindurê me de ye!“.

Dagîrkerên me, bi her derfetên xwe, bi her şêweyî, çi veşartî çi eşkere, çi rasterast bi rêya karmendên xwe, çi jî veşartî û bi rêya Kurdên ku li ser navê Kurdan siyasetê û rêbertîyê dikin, hewl didin di hindurê Kurdan de dijminekî ji wan re çêkin (ku bi gelekan re çêkiriye û mejîyê wan xitimandiye) da ku Kurd nikaribin bibin xwedîyê hest û hişmendîyek azad û Kurdistanî.  Û gava Kurd bi hest û hişmendîya xwe ne li meydanê bin, wek mesela pisîk ne li mal e mişk Ebdirehman e, wê ji nirxên xwe dûr bikevin û radestî wî dijminê veşartî bibin.

Yek ji sedema ku destê neyarên me xurt dike û dihêle ku kesên ne ji me pêşkêşîya me bikin, valabûna meydanê û qada tekoşînê ye. Heger qad neyê dagirtin, wê her xêrnexwaz li gor dilê xwe hespê xwe bibezîne. Hem jî li ser navê Kurdan û li dijî nirxên Kurd û Kurdistanê. Heger alternatîfek Kurdistanî li qadê tunebe, heger star û baregehek li dijî van hewldanên neyarane tunebe, wê hinek rabin û heqaretê li hemû nirxên Kurdistanê jî bikin, wê Kurd û Kurdistanê wek zibale û sergo jî bi nav bikin, wê civaka Kurd wek kerxane jî bi nav bikin, wê jina Kurd wek jinên bêhnpêketî û bêfesal jî bi nav bikin,  wê zimanê Kurdî jî (ku di nav zimanên dewlemend yên cîhanê de di rêza 8 emîn de ye) wek zimanekî bê wate û bê bandor jî bi nav bikin, wê netew-dewletê li Kurdan heram lê li neyaran jî helal bikin, wê malbatên kedkar û tekoşer jî wek Judenrath (dezgeha ku ji Cigûyan pêk hatibû û xizmeta partîya Hîtler dikir) bi nav bikin. Bêguman li vir ne tenê kurmên darê sûcdar in. Ji ber meydan vala û ji wan re hiştine dezgeh û rêxistin yan partîyên heyî jî gunehkar in. Em evên ku bûne hêsîrê dijminê ku dijmin di hindurê me de afirandiye, evên ku ji simsarîya  siyesetê pê ve tiştekî berbiçav nakin, û evên ku bi xwezîyan dixwazin bigihên baqê kezîyan, bûne parçeyek ji siyaseta kurmên darê û ji rexneyan pê ve nikarin tiştekî din bikin. Bi vê yekê hem xizmeta siyaseta dewletê dikin, hem jî rûn li ser nanê zibale û sergoperestan dikin.

Helbet Kurd û Kurdistan ne zibale û sergo ye, rêber û malbatên tekoşer ne Jugenrath in, zimanê Kurdî ne zimanekî bê wate û bê nirx e, netew-dewlet ji kerkesî zêdetir ji me Kurdan re pêwist û helal e. Ewên ku bi xwe ji nav zibale û sergoyan derketine û xwedîyê çanda sergoperestîyê ne, ji meydana vala, ji tunebûna alternatîfek Kurdistanê sûd û wêrekîyê distînin û mafê heqaret û kirêtîya li Kurd, Kurdî û Kurdistanê di xwe de dibînin.  Heger pisîkê mal terikandibe û her tişt ji mişk re hiştibe, pisîk nikare xwe ji vî sûc û gunehî bişo, baş yan xirab, kêm yan zêde, ew jî şirîkê xirabkirina malê ye.

Bi kurt û Kurmancî; evên ku bi rewşa îro ne razî ne, evên ku dixwazin ji bo Kurd û Kurdistanê tiştekî bikin lê belawela ne, evên ku ji sergoperest û siyaseta wan aciz in lê starekê ji xwe re nabînin, evên ku piçek xîret û exlaqê Kurdayetîyê pê re mabe lê nikare bi serê xwe tiştekî bike, divê tev li hev kom bibin, bên ser hev, bê qeyd û şert, bê berjewendî û dek û dolab, starekê ji xwe re ava bikin û bi hest û helwestek Kurdayetî, bi raman û hişmendîyek Kurdî, bi rê û rêbazek Kurdistanê bêjin em hene û emê hebin. Yan na, wê meydan her û her ji kurmên darê û sergoperestan re bimîne wesselam…

 

 

About The Author