Ehmed Beyan

 

Serokê gelê Tirk Abdullah Bahçelî, ne îro, ji roja roj de milet Kurd wek bêaqil, nezan, ker û civaka Kurd jî wek sergo dibîne. Heçê bixwaze dikare li nivîsên wî, li axavtinên wî, li vîdeoyên wî guhdarî bike. Yanî, Ocalan ne îro, ji serî de Kurdistanê wek sergo û zibilxane û rêberên Kurd jî wek xayîn û hevkarên dewletê dibîne. Ji xwe armanca wî û partîya wî ev bû, ev e. Kurdan piçûk û pîs bike, Kurdayetîyê di çavên Kurdan re reş bike, doza Kurdistan û Kurdistanîbûnê li Kurdan heram bike. Ew bi xwe dibêje ez ji Tirkekî zêdetir Tirkperest im, ji Kemalîstekî zêdetir Kemalîst im. Û îro jî ji MHPî yan zêdetir MHPî ye. Ev ne veşartî ne. Ne guneh û ne qebhet e jî, çunkî Ocalan berê jî ev bû, îro jî ev e. Ciwamêr rastîya xwe tîne zimên. Lê mixabin ne hevalbendên wî, ne jî serok û rêvebirên partîyên derveyî PKK wî fêhm nakin. Fêhm bikin jî oportonîstîyê dikin û deng nabin xwe.

Axir, Partîya Maf û Azadîyan HAK-PARê di derbarê paradîgma û perspektîfên Ocalan û heqaretên wî de daxuyanîyek qerase û mêrane belav kir û Ocalan bi teslîmkarî û wek peyayê MÎTê bi nav kir. HAK-PARê ji Ocalan re got „Mirov her kesî wek xwe dibîne“ û destnîşan kir ku Judenrathê resen Ocalan bi xwe ye.

HAK-PARê li vir sekin û îradeyek nîşan da. Bi mêranî û bi cesaret mîrkutek li nav serê Ocalan xist û got: „Ez ev im! „.

Piştî wê, Partîya Welatparêzên Kurdistanê PWK daxuyanîyek demokratîk belav kir û daxwaza „Lêborînek Demokratîk“ ji Ocalan kir. Wek ku PWK Ocalan nas neke, wek ku nizanibe sersebebê hemû kiryarên kirêt yên li Kurdistanê ne Ocalan e, bi xwestekên germik û nermik û zimanê siyaset û dîplomasîyek ultrademokratîk (oportonîstî) daxwaza lêborînê ji Ocalan dike.

Hey xwedêhiştino!

Hey xwelî ne li ser no!

Ma hûn Ocalan nas nakin?

Heger Ocalan ji Kurd, Kurdî û Kurdistanê hez bikira, Kurd û Kurdistan dikir zibil û sergo?

Heger Kurd û Kurdistanî bûya, rêberên serhildanên Kurdistanê dikirin Judenrath?

Heger Kurdayetî pê re hebûya û ne peyayê filan û bêvan dezgehê be, ji Kurdan re digot mafên kulturalîst jî nexwazin?

Heger Ocalan hesabê Kurdan bikira, heger hesabê we û partîyên din bikira, heger we bixista şûna zilaman, wê wêrîba Kurdistan bikira zibilxane? Na.

Naxwe ev çi lotikên sisto misto ne, çi daxwazên ultrademokratîk in, çi sekin e, çi siyaset e! Qe nebe we jî wek HAK-PARê lotikek „îlkel mîllîyetçî“ bavêta û bigota „aha ev jî em in“ ma dinya xerab dibû?

Yanî hûnê bi vê siyaseta tirsok û sekina di navbera „erê û na“ yê de çi bi dest bixin û hûnê çawa bahwerîyê bidin Kurdan?

Hûn bi vê qûşê nagihên Mûşê gurçikno….

Werhasilî kelam, di vê derbarê de HAK-PAR bû 1 û PWK ma 0.

Yanî, PWK di sinif de ma û hûn sax..

 

Enqere

About The Author