Teslîmîyeta Demokratîk

 

 

Pîrkemal

Birastî gotina “demokratîk” li ber çavê me reş bû. Em bi vê gotinê virikî û zikêşî bûn, em pê bûn wek mirîşka gêj. Gava gotine “demokratîk” bi qûna hevokekê vebû, bizanibin ku ne li xêra Kurda ye û tu daxwazek netewî tê de tuneye.

Serokê sererd û binerd sayin û pir mezin Ocalan û hevaller, bi dehê salan e, tiştek nema ku gotina “demokratîk“ bi dûvikê wê venekirin.

Konfederalîzma Demokratîk

Komara Demokratîk

Netewa Demokratîk

Îslama Demokratîk

Civaka Demokratîk

Tirşika demokratîk

Savara Nîvdemokratîk

Û gelek demokratîkên din.

Û niha jî dixwazin “Sosyalîzma Civakî ya Demokratîk“ di serê Kurdên xwelîser de bimeyînin. Yanî, ji bo Kurd li tu tiştekî Kurdî û Kurdistanî nefikirin, mejîyê wan bi gotin û taktîk û stratejîyên demokratîk dilebikînin. Û mejîyê ku bû demokratîk jî êdî dibe biyanîyê hişmendîya daxwazên Kurd û Kurdistanî.

Axir…

Serokê sererd û binerd sayin û pir gewre Ocalan, bi paradîgma û perspektîfên xwe yên sererd û binerd û kesanedî, piçek hiş û aqilê ku di serê Kurdan de mabû jî çelqand û ew derbasî asta ultrademokratîkbûnê kir. Bi mikurhatin, bi dijberîya Kurd û Kurdistanê, bi xwedîderketina Tirkiyê û Tirkayetîyê, bi neyartîya li hember daxwazên netewî, daxwazên xweserî û çandî (ziman jî tê de), bi heqaretên li hember rêberên serhildanên Kurd, bi zibil û sergokirina civaka Kurdistanê, bi heqaret û nepartîya li hember zimanê Kurdî, û gelek lotik û zîtirkên din, di beşê kîjan “demokratîkbûnê“ de ye nizanim, meraq dikim.

Gelek kes û alî hest û helwesta Ocalan wek xiyanet bi nav dikin. Hinek wek radestî û teslîmîyet bi nav dikin. Hinek wek xwefiroşî bi nav dikin. Û Apocî jî bêguman wek taktîk bi nav dikin.

Pirsa meraqê ev e:

Gelo teslîmîyeta Demokratîk heye yan tuneye?

Gelo xiyaneta Demokratîk jî heye yan tuneye?

Madem hevallerên me navê demokratîk bi dûvikê her tiştî vekirine, çima Teslîmîyetek Demokratîk yan Xiyanetek Demokratîk jî nexistine nav Lîteratûra demokratîk?

Ma gotina demokratîk ji her tiştî re adet lê ji teslîmîyetê re qebhet e heval!

Navekî li vê quzilqurtê jî bikin ku em jî zanibin bê emê çi bêjin wî…

 

Mêrdîn

About The Author