Cemîl Cewher
Gerçî Barzanî bi têkilîyên xwe yên bi Tirkîyê re ji zûde ketine xefika Ocalan. Herî dawî bi serdana şandeya DEMê û S. S Onder hatin lîztika Dewlet Ocalan û bûn şirîkê paradîgmayên wî. Lê heger vê carê jî (piştî kongreya 12 û perspektîfên ku Ocalan heqaret li Kurd û Kurdistanê û li ziman û mezinên wan kiriye) bi navê dîplomasî û siyasetê têkevin vê xefikê, wê ji Ocalan zêdetir heqaretê li Kurdên Bakur bikin û xwe bi 7 qalib sabûn bişon jî, hew karin xwe di çavên Kurdan Bakur de pak û pakij bikin.
Taktîka PKK û Ocalan e. Di rojên fireh de wan wek xayîn û xwefiroş êlan dikin, wan wek Judenrath û hevkarên dijmin bi nav dikin, û di rojên teng de jî diçin ber lingên wan û hawara xwe diginînin wan. Ev ne ji ber ku ji Barzanîyan hez dikin, na. Ji bo ku Barzanîyan bikin şirîkê sûc û gunehên xwe û di çavên Kurdan re reş bikin, vî karî dikin. Barzanî vê yekê dibînin yan nabînin, dizanin yan nizanin, nizanim. Lê xuyaye bi navê siyaset û dîplomasîya navbera Kurdan (qaşo) Barzanî her tim tên lîztika Ocalan û dikevin xefika wî.
Axir…
Berdevka Partîya DEMê xanim Ayşegül Doğan a germik û zimanşîrîn, diyar kir ku wê Abdullah Öcalan di serdema pêş de ne tenê bi Partîya DEM re, lê di heman demê de wê bi nûnerên partîyên siyasî yên cûda re jî hevdîtinê bike. Doğan got: „Li gor me, ji bo wî sûdmend e ku bi Birêz Mesûd Barzanî, Birêz Neçîrvan Barzani, Birêz Mazlum Abdî, Birêz Kubat û Bafil Talabanî re hevdîtinê bike û em bahwer in ku wê Ocalan jî vê yekê bixwaze“ û filan û fîstan.
Ocalan bi paradîgma û perspektîfên xwe yên dawî miletê Kurd bê esil kir, Kurdistan kir zibil û sergo, rêberên Kurd kirin xwefiroş, malbatên wek Bedirxanî û Barzanîyan kirin Judenrath (Yahûdîyên ku peyayên partîya Adolf Hîtler bûn), zimanê Kurdî kir zimanekî bê wate û beredayî, û gelek heqaret û rûreşîyên din. Piştî van lotik û zîtirkên paradîgma û perspektîfên heqaretwarî û dijminane, ji xeynî mirîdên Ocalan, Ocalan di çavên Kurdên Bakur de bû paçik û zibil û bêqîmet bû. Gava dewleta Tirk dît ku lotik û zîtirkên Ocalan lê vegerîyan û Ocalan di çavên Kuran de daket sifirê (0), îcar dixwaze bi qasidîya Ocalan, Partîya DEMê û Barzanîyan Ocalan pak û pakij bike û dîsa wî bi Kurdan şîrîn bike.
Birastî Ocalan sax e yan mirî ye kes nizane. Brazîyê wî serdana wî dike, wêne tune. DEM serdana wî dike, wêne yan vîdeo tune. Xwedêgiravî di cejnê de zarokan serdana wî kiriye, wêne tune. Brayê wî Mihemed serdana wî dike, wêne tune. Parêzerên wî serdana wî dikin, wêne tune. Tenê wêneyên kevin û wêneyê ku herî dawî bi fotoşopê hatiye çêkirin nîşan didin. Yanî, tenê gotin in. Îcar gotin gotinên wî ne yan gotin û perspektîfên dewletê ne, kes nizane. Lê tiştek rast e, ew jî ev e ku Dewlet û Ocalan yek in û ji bo heman armancê têdikoşin. Gotinên Ocalan jî gotinên dewletê ne, gotinên dewletê jî gotinên Ocalan e.
Werhasil, mesela me li ser Ocalan û Barzanîyan bû.
Heger gotinên Ayşegul dogan rast be û Ocalan bixwaze bi Barzanîyan re hevdîtinê bike, wê Bzranî çi helwestê deynin ez meraq dikim. Gelo wê heqaret û tohmetên ku heta doh Ocalan li wan kiribû û îro jî dike daqurtînin û serê xwe jê re bitewînin, yan wê piçekî xîreta wan bijene û ji heqaret û neyartîya ku Ocalan li Kurdan dike bêjin na.
Gava Ocalan hat girtin, li Îmralîyê, di vîdeoyek xwe de ji endamê artêşa Tirk Hasan Atîlla Ugur re digot, „Ezê Barzanî û Talabanî wek kûçikan bînim ber lingên we“ û heqaretek mezin li Barzanîyan kiribû. Doh dîsa bi perspektîfên xwe heman heqaret li Barzanîyan kir. Sibê dîsa wê bike çimkî kurmê şîrî heta pîrî ye. Asasen her çiqasî neyartîya Ocalan ne li dijî Barzanîyan lê li dijî xeta serxwebûn û Kurdistanîbûnê be jî, di kesayetîya Barzanîyan de şerê Kurd û Kurdistanîbûnê dike.
Ji ber vê, heger Barzanî bi kirasê siyaset û dîplomasîyê herin ber lingên wî û Ocalan jî bi kirasê taktîkî Barzanîyan bike şirîkê gunehên xwe, wê yên têkçûyî Barzanî û yê serkeftî jî Ocalan û dewleta Tirk bin. Yanî, heger vê carê jî Ocalan Barzanîyan bixapîne, bahwer bikin ewê di çavên min de jî û di çavên gelek Kurdan de jî bibe SEROKÊ SEROKAN û xelas.
Hewlêr
Merasîma çekberdanê, govenda bi def û zirne
Çûn heyfa bavê qûna dê jî li ser kirin
Me dabû dû xeyalekê…