Başçawîş xwe ji Tirkîyê re kir mertal 

 

Ehmed Beyan 

Dibêjin xwedê kesî şaş neke, ku şaş kir jî fahş neke, ku fahş kir jî haş neke.

Parêzerê germik û nermik, siyasetmedarê girover û xweşik, kilê çavên Demokratîk Cûmhûrîyetçîyan, hêsîrê destê Kemalîstên rast û çep, evîndarê Tirk û nirxên Tirkîyê, sayin û pir hêja Selahattîn Demîrtaş, bi lotika xwe ya dawî evîndarîya celladê xwe carek din eşkere û zelaltir kir.  Silho jî wek Serokê Kurdên Axretê sayin Ocalan bû berdevkê dewleta Tirk û neyartîya Îsraîlê kir. Taktîk û maktîk e yan çeqilmast e nizanim, dixuye ku dewleta Tirko Ocalan û Demîrtaş ji bo armancên xwe baş bi kar tîne û bi vê yekê dixwaze Kurdaan ji dostanî û hevkarîya Amerîka û Îsraîlê dûr bixe.

Piştî ku Îsraîlê êrîşî Îranê kir û tir ji sofîk û melayên Tehranê berda, agir zêdetir bi şerwalê Tirkoleran ket. Ji bo Kurdên Rojhilat jî nebin xwedî statû û rê ji Kurdistana mezin re venebe, bi rêya Ocalan û Selo Demîrturk daxuyanî li ser daxuyanîyan didin û Kurdan manîpule dikin.

Axir… Selahattîn Demîrturk, berî bi çendakê beyan kiribû ku wî dev ji siyaseta çalak berdaye. Lê dixuye ku tenê ji bo Kurd û mafê Kurdan dev ji siyaseta çalak berdaye û ev devjêberdan ji bo berjewendîyên dewleta Tirk derbas nabe.

Silhoyê min û we, yanî Başçawîşê dewleta Tirk (ji ber daxuyanî wî dibêjim), di daxuyanîya xwe de ji Dewlet Bahçelî û Umît Ozdag ê neyarê riknê miletê Kurd zêdetir xwedî li Tirkîyê derket û got:  „Heger pêwist be, li dijî emperyalîzmê (Amerîka û Îsraîl) emê ji Edîrneyê heta Colemêrgê bibin artêşa gel a 86 milyonî“ filan û fîstan.

Wek ku emperyalîzmê, yanî Amerîka û Îsraîlê ew xistibin zindana Edîrneyê, bê şerm û fedî li kujerê xwe û kujerê miletê xwe xwedî derdikeve û dibe parêzerê celadê xwe.

Silho Demîrturk, di dawîya çîroka xwe de got: “ Jina min ji min berdayî be, ger em bibin yek, emê li dora Tirkîyê kemberek aştîyê ava bikin. Tirkîye ji her demê bêhtir hewceyê yekîtîya demokratîk e. Ji ber ku peyva me Tirkîye ye, wê hingê berpirsiyarîya avakirina kembera aştî û baweriya li dora Tirkîyê li ser milên me ye“. Yanî li ser milên Kurdên xwelîser e.

Heyfa zilaman!

Erê berê jî te Kurd û berjewendîyên Kurdan kirin bi qurbana dewleta Tirk û Kemalîstên çepgir, tu di şerê xendekan de bû sersebebê mirina 10 hezar keç û xortên Kurd, wêrankirina bi dehan bajar û koçberîya bi milyonan Kurd. Lê me got de belkî xeşîmî kiribe, nezanî kiribe û mirov bê xeletî û kêmasî nabe. Lê me nizanîbû tu dixwazî xewna xwe ya Başçawîştîyê pêk bînî û paşnavê xwe bikî Turkîye heyran..

Werhasilî kelam, Silhoyê me belkî bi vê helwest û siyaseta xwe ya Tirkayetî û Tirkîyeyîbûnê şerm û fedî neke. Lê ez bahwer im roj bê wê her du keçên wî ji hest û helwesta bavê xwe şerm û fedîyek mezin bikin û wê nikaribin di nava heval û hogirên xwe de serê xwe bilind bikin û hûn sax..

 

Enqere

About The Author