Pişo Mihemed
Leşkirên dewleta Romê ji bo ku cendekê hevalê xwe Nûrî Melîh Bozkurt bibînin (li Başûrê Kurdistanê bi cehnemê şa bûbû), ketin şikefta ku PKK berê wek nexweşxane bi kar tanîn.
Ketina şikeftê rehet bû, lê derketin zehmet bû û 12 leşkirên ku çûbûn heyfa bavê, qûna dê jî li ser kirin û pê girtin.
Li gor fitne û fesadên Wezareta Paraztina Netewî ya dewleta Romê (MSB) ragihandiye, di şikeftê de 12 leşkirên wan ji ber gaza Metanê qûn li wan qetiyaye û mirine. 7 jî bi jehrî ketine û li ber sikratê ne.
Şikefta ku artêşa dewleta Romê li dijî gerîllayên PKK tê de gaza Metanê bi kar anîbû, ji wan re bû gor. Li ser bextê fitne û fesadên çiyayê Qendîlê be, hinek dibêjin leşkir ji ber gaza Metanê mirine, hinek jî dibêjin na wele hingî leşkiran di şikeftê de tir û fis kirine bi jehrî ketine û çûne cehnemê.
Werhasilî kelam, 12 leşkirên dolheramên Romê niha di nav agirê cehnemê de behsa serpêhatîya mirina xwe dikin, û 7 brîndarên din jî li ser Pira Siratê li benda dora xwe ne.
Dibêjin ahê mezlûman ji zaliman re namîne.
Çiqas ji neyarên me kêm bibin ewqas ji bo me baş û bi xêr e wesselam.
Amed

Kurd û sendrûma „delîrîûm“ê
Amedê me vê carê xweş kir
Rewşenbîrî yan dergevanî? Navekî giran û gundekî wêran