
Cemîl Cewher
Brazîyê Ocalan Omer Ocalan di 2019an de twîtek belav kir û got ku apê wî Ocalan miriye. Piştre ew twit rakir yan pê dan rakirin. Îro jî kes nizane bê Ocalan sax e yan mirî ye. Lê li gor ku wêneyên wî nayên belavkirin, şik û pirs di serê xelkê de pir in.
Gelek kesan serdana Îmralîyê kirin. Brazîyê wî Ocalan, brayê wî Mihemed, parêzerên wî, şanda DEMê, lê wêne dîsa tunene. Herî dawîn di serdana şanda DEMê de wêneyekî belav kirin, ew jî wek mirêka erd û ezmên xuya bû ku bi fotoşopê hatiye çêkirin û ne rast e.
Lê şikir ji xwedê re!
Dewleta Tirk vêcarê bi CPT vîdeoyek jê re çêkirine û xwedêgiravî ji bo Kurdan razî bikin, dibêjin Ocalan sax e. Lê kesên di vîdeoyê de wek robotan virde wêde dihejin, dengê Ocalan montaj e, gelek caran gotin û lepta devê wî hevdu nagirin, daxuyanîya xwe li prompterê dinere û dixwîne, gelek caran xelet dixwîne, deng naşibe dengê Ocalan û hinek tiştên din.
Lê dîsa şikir ji xwedê re!
Serokê sererd û binerd sayin Ocalan bûye wek dermaleyê male, zikê wî nepixî ye, rûyê wî ne wek rûyê kesekî 76 salî ye, wek rûyê kesekî 40-50 salî bê qisûr e, qermîçonk di rûyê wî de tunene.
Bi vê vîdeoyê dewleta Tirk hemû derewên PKK û mirîdên wî pûç kirin. PKK, DEM û mirîdên ku digotin Ocalan di bin tecrîdê de ye, di bin êşkencê de ye, virek û derewîn derketin. Bi vê vîdeoyê (heger rast be û ne CPT be) eşkere bû ku Ocalan ne di bin tecrîdê de ye û wek dermaleyê malê tê xwedîkirin. Qelew e û ne çerm û hestî ye. Kesên di tecrîdê de bin jar dibin, dibin çerm û hestî û zikê (ûrê) wan nabe wek meşkê.
Werhasilî kelam, ji siyasîyên me bigirin heta bi mirîd û ne mirîdên Kurd. Dewleta Tirk biaqil e, wan bi vîdeoyek CPT baş dixapîne. Heta bi serokên partîyên derveyî PKK jî tên lîztika dewletê û rojeva xwe bi Ocalan û vîdeoya wî ya erê-na dixemilînin.
Lê dîsa şikir ji xwedê re!
Ocalana min û we bang li hevalên xwe kir û got: “Me dev ji doza netewî û şerê netewî berdaye, em hatine naskirin û em gîhane armanca xwe”.
Lê kes napirse û nabêje ka we çi bi dest xist û hûn gîhan kîjan armancê. Armanca Kurdistanek serbixwe, armanca bidestxistina mafên netewî, yan armanca Tirkayetî û Tirkîyeyîbûnê?
Lê dîsa şikir ji xwedê re!
Şikir ji xwedê re ku Ocalan heye. Qe nebe mêrik wek wanên din xwe venaşêre û rasterast doza Tirkayetî û Tirkîyeyîbûnê dide pêş. Lê ew û evên ku di bin kirasê Kurdayetî û Kurdistanîbûnê de xwe vedişêrin û berjewendîyên xwe û partîyên xwe di ser berjewendîyên Kurd û Kurdistanê re digirin wê kengî şerm û fedî bikin, nizanim.
Dîsa şikri ji Xwedê re!
Şikir ku Serokê Xelkên Dinyayê sayin Ocalan sax e (her çiqasî ez ne bahwer im jî) û wê dawîya PKK û şerê çekdarî bîne..
Hewlêr

Xweş xeber e, lê me ne bahwer e
Tu çi ji „mîkrofonan“ dixwazî kaka!
Selocan tirba Misto ji Kurdan re kir qible