
Li ser bextê fitne û fesadên şîrketa Lacoste be, dibêjin ji ber ku Serokê PKK û destbrakê Bahçelî sayin A. Ocalan reklama fanêreyên Lacoste kiriye, wê xelata sale bidin wî.
Wek hûn zanin, di vîdeoya ku rastî û nerastîya wê di nîqaşê de ye, Ocalan fanêreyê şîrketa Lacoste li xwe kiribû û piştî vê yekê, mirîdên wî êrîşî dikanan kiribûn û fanêreyên Lacostê di dikanan de nehiştibûn, hemi kirîbûn. Çawa ku berê axa gundê Amara (gundê Ocalan) dixwarin, niha jî xwe birçî dihêlin û bi buhayekî bilind fanêreyên Lacoste dikirin û li xwe dikin.
Balkêş e, Ocalan û mirîdên wî ji sibê heta êvarê dijminatîya emperyalîzm û emperyalîstan dikin, lê fanêreyên marka yên emperyalîstan li xwe dikin û emperyalîstan dewlemendtir dikin. Çawa ku sofîk û meyalên misilmanan neyartîya emperyalîstên rojavayî dikin û telefonên wan emperyalîstan ji bêrîkên wan kêm nabin, heman tişt bi serê Ocalan û mirîdên wî de jî hatiye. Gerîllayên li li sere çiyê, di şikeft û qulêran de bi zikek têr deh birçî, bi kinc û solên qetiyayî şer dikin, bûn bi qurbana marka Lacostê. Xuyaye şoreş û destkeftinek ji yên PKK jî ev e.
Axir, tiştê balkêştir, nîjadperest û neyarên wek Umît Ozdag jî heman marka lacostê li xwe dikin û her du alî jî ketine kefa mêzînekê.
Werhasilî kelam, şîrketa emperyalîstan lacoste bi xêra reklama Ocalan dewlemendtir bû. Bi xêr û selamet sala bê belkî Ocalan û mirîdên wî reklama sol û pêlavên Adîdas û Nike ê jî bikin. Çawa be doz û armanca netewî – Kurdî avêtin nav teneka zibil.
Ê de li ser xêrê be rebbî!
Bijî lacoste!
Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey lacoste!
Stenbol

Kûçik mir, aqûbet li yên din be
Xaltîka me Mandana tir ji DBP berda
Leyloka me bûye JOKER