
Şikir ji xwedê re, piştî demek dirêj PDK û YNK di bin serokatîya kak Mesûd Barzanî de li Pîrmanê hatin cem hev û çay û qehweyek bi hev re vexwarin.
Civîna her du alîyan li ser qutkirin û neşandina mûçeyên Herêma Kurdistanê bû. Piştî civînê lotikek hevbeş hat avêtin û daxuyanîyek qerase hat belavkirin. Lê civîn û daxuyanî ne ji bo zixt û serêşandina qûnreşên Hikûmeta Bexdayê bû, dîsa wek çîrokên berê, hat xwestin ku bi siyasetek germik û nermik lava û parsê ji Hikûmeta Bexdayê bikin da ku mûçeyên wan bişîne û zikê wan têr bike.
Tiştekî seyr û ecêb e, Kurd dev ji xesletên xwe yên taybet bernadin. Li her çar beşên Kurdistanê jî Kurd heman xwelîliser in û dev ji dûvikên Tirk, Ereb û Farisan bernadin. Wan dijujin dîsa bernadin, wan digirin û davên zindanan dîsa bernadin, wan birçî û tazî dihêlin dîsa bernadin. Kurd wek qijnikan bi qûna neyarên xwe ve zeliqî ne û xwe ji wan cuda nakin. Neyarên me jî wê xwelîserî û sosreta me ji xwe re bi kar tînin û zêdetir pêl me dikin. Dizanin ku Kurd evîndarê celadên xwe ne û berjewendîyên wan di ser berjewendîyên xwe re digirin.
Axir, PDK û YNK, kak Mesûd Barzanî û Bafil Talabanî piştî demek dirêj destên hev hejandin û dîsa bi siyasetek germik û nermik, bi qurban û heyran xwe avêtin bextê Bexdayê da ku mûçeyên wan bişînin û bi xêra wan têr gepek (gezek) nan bixwin.
Her du alîyên ku dikarin ji bo mûçeyan bêm cem hev û destên hev bihejînin, di mijarên din de xemsar û sersar in. Ji berjewendîyên netewî zêdetir li berjewendîyên xwe û partîya xwe difikirin. Nêzîkî salekê ye ku hilbijartin çêbûye lê hîna jî li ser avakirina hikûmetê li hev nekirine. Di firotin û xiyaneta Kerkûkê de jî berjewendîyên partîtîyê rê li ber berjewendîyên netewî girtibû. Çawa ku evîndarîya Enqerê ketiye dilê PKK, Bexda jî ji PDK û YNK re bûye dergeha evînê. Wer xuyaye ji bratî û tifaqa Kurdan zêdetir bratî û tifaqa bi dagîrkeran re girîngtir e. Aha ev xesletên me Kurdên xwelîser e.
Werhasilî kelam, hatina cem hev ya PDK û YNK (Mesûd û Bafil) gavek erênî ye û dive ev nêzîkahî û hevkarî zêdetir bibe. Hêvîdarim ji îro pê de her du alî jî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê zêdetir bidin pêş û dev ji nakokîyên navxweyî û neyartîya hev berdin.
Dihok

Ma Amedspor ji Eyşika Ereb e babam!
Xweş xeber e, lê me ne bahwer e
Tu çi ji „mîkrofonan“ dixwazî kaka!