Mihemed Soran
Dibêjin Silêmanî bajarê evînê ye, bajarê şaristanî û kê kir kê ye. Lê me nizanîbû bajarê derzîyên dirûtinê ye jî. Li ser bextê zinêkarên Silêmanîyê be, dibêjin Silêmanî: 16 pincar û 8 derzî ji zikê nexweşekî hatin derxistin. Di Beşê Nexweşîyên Hundirîn ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Silêmanîyê de, ji zikê nexweşekî 16 mûçing, 8 derzîyên dirûtinê û 2 qewlikên mûçinkan hatine derxistin.
Li gor Cîgirê Rêvebirê Nexweşxanê Dr. Mustafa Abdulrahman dibêje, roja Sêşema 22ê Tîrmeha 2025ê nexweşek bi zikêşek giran xwe gihandiye nexweşxanê û dest bi lotkên ax û waxê kiriye. Piştî lêkolînên sered û binerdkî, dîtine ku di zikê wî de 16 mûçink, 2 qewlikên mûçinkan û 8 derzîyên dirûtinê hene.
Axir, piştî neştersazîyek demokratîk, derzî û mûçing ji zikê rebeno derxistine û nexweşê me bûye xwedîyê zikekî baş û ekolojîk.
Erê lo, malmîrato tu dibê qey dikana derzî û mûçinkan vekiriye, yan jî xwestiye bibe terzî.
Lê bela niyazan ji xwedê bike ku ji zikê wî keleşkof û sarox derneketine. Yan na, bi allahwekîl wê Hîroşîma xirabtir banîya serê bajarê Silêmanîyê..
Silêmanî

Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt
Ji serî de pê girtin, îcar wê dawî çawa be kes nizane