Doh doh e, îro îro ye

 

Pîrkemal

Dibêjin filankeso şûjina di çavên xwe de nabîne, derzîya di çavên xelkê de dibîne. Bi dehê salan, bi hezaran Kurd bi hinceta ajantîyê, bi hinceta MÎTîtî yê, bi hinceta hevalbendîya AKP û MHP kujtin. Bi sedê caran malbata Barzanî bi hinceta hevalbendîya AKP û MHP tohmetbar kirin, ew kirin xayîn û xwefiroş. Lê ew kirasê ku wan li dijberên xwe dikir, îro wan li xwe kiriye û di bin wî kirasî de govend û dîlanê digirin. Bêyî ku lêborînekê ji Kurdan bixwazin, bêyî ku şûjiya di çavên xwe de bibînin.

Piştî şer û guhertinên li Rojhilata Navîn, tirsa Kurdistanek serbixwe û parçekirina Tirkîyê ket dilê wan. Bi lez û bez plan û proje, paradîgma û daxwazên xeyalî berpêş kirin û bi navê Tirkîyeyek Bê Teror dîsa xwestin Kurdan bi Komara Romê ve pîne bikin û dabeşkirî bihêlin. Teslîmîyet e, xiyanet e yan birastî jî pêvajo û aştîya navbera Tirk û Kurdan e nizanim. Lê navê wê dîsa kirin bratîya Tirk û Kurdan û bê bazar, bê xwestek, bê daxwazek herî piçûk, dixwazin Tirkayetî û Tirkîyeyîbûnê li Kurdan ferz bikin. Helbet dil dixwaze ku ev pêvajo birastî jî pêvajoyek aştî û wekhevîyê be, mafên miletê Kurd di zagon û makzagonê de bên pejirandin, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, nasname û hebûna Kurdan bê naskirin, filan û bêvan. Lê ne di paradîgmaya dewletê de, ne jî di ya Ocalan de, bêhna dan û paraztina mafên miletê Kurd ji vê pêvajoyê nayê.

Werhasil, ewên ku heta doh qaşo ji wan re dijmin û neyar bûn, îro bûne dost û destebrak û her du alî jî bi serê hev sûnd dixwin. Ka qaşo AKP faşîst bû, MHP faşîst bû, kesên silav li wan bikira ajan, xayîn û xwefiroş bûn, ka şerê ji bo serxwebûna Kurdistanê, ka mirina zêdeyî sed hezar Kurd, ka gerîllayên cangorî, ka armanc, ka şoreş? Hemû badilhewa çûn, yên xesirîn Kurd û yên qezenc dikin dîsa Romî ne.

Ez serê we neêşînim gurçikno, kevneserokwezîrê Tirkîyê Suleyman Demîrel digot doh doh e, îro îro ye. Yanî, tiştê çû nedin dû. Ewqas bedel ji bo yekrêzîya paraztina sînorên Komara Tirkîyê hatin dan. Doh jî Kurd kurtanê kerên Romê bûn, îro jî wan dikin kurtanên kerên xwe. Bi heman dûrişme û çîrokên berê. Bratîya Tirk û Kurd, bratîya îslam û ummetê. Lê Kurd di warê siyasî de kurtanên bratîyê, û di warê olî de jî sêwîyên ummetê ne. Bi vî aqilî, bi vê hest û hişmendîya beravêtî, bi vê dilkeçikî û mirovperwerîyê ne Kurd dibin xwedîyê tiştekî, ne jî dagîrkerên me têk diçin.

Werhasilî kelam, ajantî, xwefiroşî, nankorî û bêbextî ji hinekan re adet lê ji gelekan re jî qebhet e. Ji qewla serşûnikê Suleyman Demîrel ve, doh doh e îro îro ye. Kî cilika xwe ji avê derxe ew mêr e, ew şêr e, ew mafdar e wesselam..

 

Mêrdîn

About The Author