Îcar „Tirkîyeya Bê Teror“ çi quzilqurt e

 

Ehmed Beyan

Çeqilmastên Dewleta Romê navê vê pêvajoya ku kes nizane wê çi tirşik jê derkeve, kirine Tirkîyeya Bê Teror. Yanî, hem PKK wek terorist dibînin, hem jî di kesayeta PKK de temamê Kurdan dikin terorist. Yanî, li gor wan li Tirkîyê pirsa Kurd tuneye, pirsgirêka terorê heye. Bi dûrişma Tirkîyeyek Bê Teror hem dixwazin PKK fisek bikin (bifisînin), hem jî Kurdan pê tirek bikin û di nav çerxa sîstemê de Kurdan bikin Tirk. Helbet vê wêrekî û cesaretê ji Serokê PKK Ocalan distînin. Paradîgmayên Ocalan rûn li ser nanê wan dike û ew jî bi piştgirîya Ocalan ha ha lotik û zîtirkên Tirkîyeyek Bê Teror û bratîya Tirk û Kurdan (em hemû Tirk û Tirkîyeyî ne) davêjin.

Piştî paradigma û lotikên Ocalan (mafên kulturalîst jî nexwazin), Endama Komîta Navendî ya PKK xaltîka me Hêlîn Umît lotikek baş avêt û piçekî be jî kêfa me anî.

Hêlîna min û we ji çapemenîya PKK re dilê xwe û me rehet kir û got: “Bi serê başkan Ocalan, em têgeha ‚Tirkîyeya Bê teror“qebûl nakin. Îcar Tirkîyeya Bê Teror çi quzilqurt e. Tevgera Azadîyê têkoşîna herî rewa ya dîrokê, şerê nasnameya gelekî daye. Dewleta Tirk dixwaze bi vê têgehê pirsgirêkê tenê bi çekan ve girê bide û tasfiye bike” û pê de çû.

Li ji vê xweştir, xaltîka me Hêlîn Umît dibêje,  “Ji bo ku Tirkîye demokratîk bibe divê pirsa Kurd çareser bike. Heger Tirkîye di van mijaran de gavan navêje wê demokratîk nebe. Ev ne pêvajoyek dan û stendinê ye. Em dixwazin qada siyaseta demokratîk bê vekirin” filan û bêvan.

Xaltîka me Hêlîn Umît da zanîn ku divê komisyon li ser du yasayên azadîyê bixebite, yasayên entegrasyona demokratîk û yasayên azadîyê.

Yasayên azadîyê temam, me fêhm kir. Lê yasayên entegrasyona demokratîk (ekolojîk pê venekiriye) tê çi wateyê nizanim. Belkî asîmîlekirina demokratîk û germik û nermik be.

Werhasil, Hêlîna me dibêje tiştekî belaş tuneye. Heger Dewleta Virqo yasayên demokratîk û germik û nermik dernexe, ewê dev ji çekan nernedin û vê tirê ji wan re nehêlin. Ka îcar serokê sererd û binerd sayin Ocalan wê çi ji Hêlîna me re bêje xwedê zane…

Ê de ya bi xêr….

 

Enqere

About The Author