
Nûrî Çelîk
Min gelek caran nivîsand, me gelek caran nivîsand, hinekên din, belkî gelekên din jî nivîsîn û dinivîsin, bi gotinên qelew û girover, bi daxuyanîyên rast û têrnaverok, bi destnîşanî û armancên maqûl, bi pakî û dilkeçikî tu armanc pêk nehatine û kes pê negîhaye meqseda xwe. Kiryar û emel li holê tunebe, rastî û gotinên aqlêselîm bandorê nakin. Belkî çend dilşewat û alîgir ji van rastî û daxwazan re li çepikan bidin, xwe pê razî bikin, yan jî xwe pê bixapînin, lê ev gotin û daxwazên ku li meydanê bersiva xwe nebînin nikarin civaka Kurd têr û qanî bikin. Wek dibêjin kiryar mirêka (neynika) teorîyê ye.
Heger gotin û teorîyên te bersiva xwe di kiryarê (pratîkê) de nebînin, tu bi devê xwe çûkan bigirî jî bahwerîya civakê bi te nayê, civak te cidî nagire.
Pêvajoya ku (hûn jê re pêvajoya çareserîyê dibêjin, aştî dibêjin, yan teslîmîyet û xiyanet dibêjin, çi dibêjin bêjin) ji hêla Devlet Bahçelî hat destpêkirin û ji hêla A. Ocalan ve tê domandin, rojeva Kurd û Tirkan dagîr kiriye. Ev pêvajoya ku ji Kurdan re tu tiştekî naxwaze û bi dûrişma Tirkîyeyek Bê Teror pê asîmîle, entegrasyon û teslîmîyeta Kurdan tê xwestin, ji alî Ocalan û dewleta Tirk ve berê xwe daye Lozana duyemîn û heta ji wan tê hewl didin ku Kurdan dûrî plan û projeyên Amerîka û Îsraîlê bigirin. Tirsa guhertina nexşeya Rojhilata Navîn û zayîna Kurdistanek serbixwe Ocalan û dewleta Tirk neçarî vê pêvajo û projeya dûrî berjewendîyên miletê Kurd kiriye.
Îro em bixwazin nexwazin, hez bikin yan nekin, li gor dilê me yan ne li gor dilê me be, neyartîya berjewendîyên miletê Kurd û Kurdistanê bike yan neke, bi hêza xwe be yan bi piştgirî û desteka dewletên dagîrker be, çi dibe bela bibe, PKK li her çar beşên Kurdistanê hêza herî bi rêxistin, herî bi dîsîplîn, xwedîyê medya û çapemenîya herî xurt, xwedîyê aborî û derfetên herî mezin û xwedîyê bedelên herî giran e. Yanî, xwe wek berdevk û nûnerê tevgera Kurd (bi taybet li Bakur û Rojava) daye sepandin. Her çiqasî di lîsteya terorê de be jî, awira gelemperî ya navxweyî û cîhanî PKK wek nûnerê Kurdan û Ocalan jî wek serokê Kurdan dibînin (ez behsa Başûr nakim, bi giştî dibêjim). Ocalan sembol e. Çawa ku di nav PDK de klîk û komên cuda hene û hemû jî bi xêra Mesûd Barzanî berjewendîyên xwe diparêzin, PKK û Ocalan jî wilo ne. Çawa ku bi çûna Mesûd Barzanî îhtîmala parçebûn û jihevketina PDK hebe, PKK û Ocalan jî wilo ne. PKK bi Ocalan yekrêzîya xwe diparêze, mixalefeta nava xwe difetisîne, bingeh û çekdarên xwe motîve dike û herweha dijberên xwe jî bi rêya Ocalan ji çap dixe. Li Rojava jî heman tişt e. Heman hesabê ku PKK û Qendîl li ser Ocalan dike, dewleta Tirk jî dike. Ew jî wek PKK û Qendîlê Ocalan ji bo berjewendîyên xwe bi kar tîne û ev pêvajoya ku Devlet Bahçelî daye destpêkirin yek ji wê projeyê ye.
Li vir mijara me ne PKK û Ocalan e. PKK partîyek e û Ocalan jî serokê wê ye. Ocalan dikare partîya xwe fesix jî bike, çekan jî pê bide berdan, dijberîya berjewendîyên Kurdistanê û xizmeta Komara Tirkîyê jî bike, dikare fanêreyên Lacoste, Adîdas û Nike jî li xwe bike. Lê em evên ku zêdeyî 40 salan e wek şêrên razayî tiral, qure, zimandirêj, devjen, qelemşûr û PKK û Ocalan rexne dikin (yan neyartîya wan dikin) çi dikin? Ji bo em karibin rê li ber şaşî yan neyartîya Ocalan û PKK bigirin, me çi kiriye û em îro çi dikin? Ji bo em civaka Kurd ji plan û projeyên Ocalan û dewletê biparêzin, em çi dikin? Ji bo em star û alternatîfek pêbahwer ji Kurdên Bakur re çêkin, me çi kiriye û em çi dikin? Ne tiştek!! Heger bi rexne û neyartîya Ocalan û PKK Kurdistan azad bibûya, niha belkî deh Kurdistan ava bibûna. Heger bi rexnekirina siyaset û paradîgmayên Ocalan û PKK Kurd azad bibûna, niha belkî Ocalan û PKK tunebûna. Lê nabe. Tenê bi rexnekirin û neyartîya PKK hûn xwe di çavên Kurdan de piçûk dixin, xwe bê rêz û bê hêz dixin, xwe dikin şirîk û gunehên Ocalan û PKK, rûn li ser nanê siyaseta dewletê dikin. Tenê rexnekirin û neyartî reklam e. Çil sal in em û hûn reklama PKK dikin (reklama baş yan xirab tuneye). Çil sal in em û hûn PKK li ber dilê Kurdan şîrîn dikin. Ew rexne û neyartîya ku me li dijî Ocalan û PKK kiriye, ji alî civaka Kurd ve wek fîşekan li me vedigerin. Çawa ku „kesên girtî nikarin mizakereyan bikin û tenê kesên azad dikarin biryaran bidin„ (Nelson Mandela), kes yan partîyên ku dixwazin bi pênûsekê şoreşekê bikin jî, nikarin Kurd û Kurdistanê azad bikin. Tew bi serê xwe qet nikarin.
Sedema ku rêvebir û rayedarên PKK gelek caran ji kesên wek min û we re dibêjin „wan tu hewldanek nekiriye; ew tenê rûniştine û diaxivin“ ev tişt in. PKK rovîyekî geryayî û partîyên derveyî PKK jî şêrekî razayî ne. Bi razanê, bi parçebûn û berjewendîyên partîtîyê, ne PKK têk diçe, ne jî siyaseta bi wesayet. Ne hûn xurt dibin, ne jî xewn û xeyalên we.
Di vê konaxê de, ji rexnekirin û neyartîyê wêdetir, divê kes, dezgeh, kom û partîyên ku xwe Kurdistanî dibînin û li dijî siyaseta PKK û paradîgmayên Ocalan in, kumê xwe deynin ber xwe û baş bifikirin. Yan hûnê temenê xwe bi rexnekirin û neyartîya PKK û Ocalan bibuhurînin (wek ku we doh kir), yan jî hûnê xwe komî ser hev bikin, bi perspektîf û rêbazek nû, di bin sîwanek hevpar de bibin yek û bêjin em hene. Yan hûnê rêyek nû bibînin, rêyek nû vekin û di bin sîwana Platformek Netewî, Meclîsek Netewî, Tevgerek Netewî de temsîlîya miletê Kurd bikin, yan jî hûn bixwazin yan nexwazin wê civaka Kurd xwe ji we dawşîne. Li şûna ku hûn hesap ji PKK û Ocalan bixwazin, îcar wê miletê Kurd hesabê van rojan ji we bixwaze. Hesabên siyasî, gotinên qelew û armancên mezin li ser medya civakî û bi çend daxuyanî û serdanan bi ser nakevin. Barê Kurd û Kurdistanê barekî giran e û zêdeyî qeweta partî yan komekê ye. Bi destekî kesî ranehiştiye du zebeşan û destê bi tenê jî deng jê nayê.
Werhasilî kelam, em di pêvajoyekê re derbas dibin, pêvajoyek aloz û xeter. Yan wê Kurd di vê pêvajoyê de serê xwe ji plan û projeyên dewleta Tirk û paradîgmayên Ocalan re bitewînin û ji Tirkîyeyîbûnê re bêjin erê, yan jî wê ji xwe re rê û alternatîfek nû bibînin û ji bo mafên xwe têbikoşin wesselam.

Kurd û sendrûma „delîrîûm“ê
Amedê me vê carê xweş kir
Rewşenbîrî yan dergevanî? Navekî giran û gundekî wêran