Heçê malê xwe nede nikare canê xwe bide

 

Nûrî Çelîk

 

Em Kurd di gelek tiştan de pir fedakar in. Helbet ne ji bo xwe, ji bo xelkên din. Belkî ev fedakarî ji mirovperwerî û dilkeçikîya me tê, nizanim. Lê ev fedakarîya zêde di encamê de xwe digihîne asta ehmeqîyê û wek kurmekî dikeve canê meriv. Fedakarî gerek ne bê berdêl be, xelefek wê hebe ku qîmet û nirxek wê çêbibe.  Ji bo wergirtina tiştekî, divê mirov tiştekî bide – feda bike. Ev di jiyana şexsî, malbatî, siyasî û çekdarî de wilo ye. Ji bo bidestxistina tiştekî û gihiştina armancekê, fedakarî û berdel divê û ev jî yan ked û xwêdan e, yan mal e, yan xwîn û can e.

Fedakarî ne ew e ku hûn ji bo kesekî din tiştekî bikin, fedakarîya mezin ew e ku hûn ji bo xwe, ji bo milet û welatê xwe, ji bo doza ku hûn pê bahwer in tiştekî bikin. Heger kesek ji bo xelkên din dest bi fedakirina cewherê xwe bike, xwestek, hewcedarî, armanc û mebestên xwe û miletê xwe paşguh dike û bi vê yekê hevsengî û nirxên fedakarîyê têk diçin.  Fedakarî divê beramberî hev be. Divê kesek bi berdewamî fedakariyê ji bo armanc û berjewendîyên kes yan xelkên din neke. Fedakarîya yekalî nîşan dide ku niyeta baş xelet tê bi kar anîn. Ev jî neheqî û bikaranînê, durûtî û xapandinê bi xwe re tîne.

Bi destpêkirina şerê PKK Kurdên Bakur bi mal û canê xwe heta hûn bêjin bes fedakarî kirin. Fedakarîyek mezin, bedelek bêhempa dan PKK. Lê li cem partîyên derveyî PKK, evên ku îro ji xwe re dibêjin Kurdistanî, vajayî rewşa PKK bû. Piştî valakirina meydanê û reva Ewrûpa û Îskandînavyayê, her ku çû ji çap û taqat ketin û xwîn winda kirin. Bi xêra van tevger û partîyên koçber, bi sedan, belkî bi hezaran Kurdan li Ewrûpa û Îskandînavyayê mafê rûniştin û pasaportê wergirtin. Çi heval û alîgirên wan, çi jî dilxwaz yan kesên serbixwe, bi xêra alîkarî, piştgirî û belgeyên ku van tevger û partîyan pêşkêş kirin, bûn xwedîyê statuyekê. Lê mixabin gelek ji me Kurdan bê wefa ne. Berjewendperest in, hevalên rojên fireh in, û di rojên teng ne pêjna wan nayê.

Xurtbûn û geşbûna liv û tevgera Kurdên Ewrûpa û welatên helbet bi tevger û xebata Kurdistanê ve girêdayî ye. Partîya ku li Kurdistanê xurt, çalak û fedakar be, bedeldayî be, bike neke bandora xwe li Kurdên derveyî welêt dike û tevgera Kurdên derveyî welêt jî xurt dibe. Sedema ku PKK li Ewrûpa û welatên din xurt bû ev yek bû, xebat û şerê li welêt bû. Û sedema ku partîyên din li derveyî welêt têk çûn dîsa ev yek bû, teslîmîyet û pasîfbûna partîyên derveyî PKK bû. Ji ber vê, heger partîyên Kurdistanî (partîyên tabelayî) bixwazin sedem û perîşanîya xwe ya îro fêhm bikin, divê ji paşeroja xwe dest bi sedem û lêkolînên têkçûna xwe bikin.

Heger em bên ser rewşa îro ya van partîyên me yên Kurdistanî.

Bêguman tu şik û gumana me ji welatparêzî, ji Kurd û Kurdistanîbûna wan tuneye. Di paşeroja xwe de gelek fedakarî kirine û bedel jî dane. Lê ev têr nake. Mixabin rewşa civakê hatiye wê astê ku êdî kes li maf û nemafdarîyê, li rastî û nerastîyê, li duristî û neduristîyê, li Kurdistanîbûn û neKurdistanîbûnê napirse. Wek dibêjin heçê bi mal e bi xaltîk û xal e. Her tişt bûye pere, bûye berjewendî. Perê te hebin tu heyî, wê heval û dostên te hebin, tu û partîya xwe hûnê xurt bin. Lê ku perê te tunebin, li vir û wir parsê bikî û çavên te li ber destê xelkê û filan hêz yan partîyê be, ne qedrê te di nav partîya te û civaka te de dimîne, ne jî bahwerîya te bi te û partîya te tê. Heger hûn lê bikolin, hûnê bibînin ku siyaset li ser asasê aborîyê hatiye avakirin. Bingeha siyasetê aborî ye, mal û pere ye, berjewendî ye. Partîyên ku nikaribin ji xwe re rê û derfetên aborî peyda bikin yan bi dest bixin, mehkûmî têkçûnê ne. Ev rastîyek e. Lê mebesta min ya vê nivîsê ji rewş û derfetên partîyên heyî zêdetir, fedakarî û wefadarîya endam û hevalbendên van partîyan yên li Ewrûpa û Îskandînavyayê  ne.

Wek min go, piranîya endam û hevalbendên van partîyan bi xêra destek, alîkarî û belgeyên van partîyan li Ewrûpa û Îskandînavyayê rûniştin stendin, xwendin, baş yan xirab, kêm yan zêde bûn xwedî mal û statu û îro di jiyanek xweş û azad de dijîn. Baş e, even ku bi xêra van parîyan îro di xweşî û azadîyê de dijîn, gelo nikarin mehane 50 yan 100 euroyî wek alîkarî ji partîyên xwe re bişînin? Em bêjin 50 endamên Partîya A li Swêdê hene, heger her endamek mehane 100 euroyî bide, dike 5000 (5 hezar) euro. Bi 5 hezar euro 5 kadro dikarin li seranserê Bakurê Kurdistanê bi rehetî xebata siyasî û Kurdayetîyê bikin, dikarin zêdetir derfetan biafirînin, dikarin çalaktir bin. Û bahwer bikin wê bi hest û moralek bilindtir jî bixebitin. Ev çend kadroyên ku îro bi zikek têr û yek birçî hewla xebata siyasî û Kurdistanî didin, bêyî aborîyek baş wê karibin çi bikin û çi encaman bi dest bixin!

Ji ber vê; fedakarî!

Ji ber vê; wefadarî!

Divê meriv ne nankor be û nanê meriv ne li ser kaba meriv be.

Evên ku bi xêra van partîyan li Ewrûpa û Îskandînavyayê bi xweşî û azadî dijîn, evên ku şûr simbêlê wan nabire û ji sibê heta êvarî bi gotinên qelew û girover di medya civakî de şoreşan dikin,  evên ku qaşo endamên van partîyan e û doza tiştên mezin li partîyên xwe dikin, qey van tiştên ku ez dibêjim nizanin? Wele dizanin û dibînin jî. Lê naxwazin malê xwe bidin. Em dibêjin “bela bi mal be û ne bi can be”, lê ew dibêjin “bela bi can be lê ne bi mal be”.

Ê baş e bavê min, madem hûn doza daxwazên qerase, doza xebatek çalak û fedakarîyek mezin li partîyên xwe dikin, çima hûn bi xwe fedakarîyek piçûk nakin? Çima hûn nikarin çend kadroyên partîyên xwe xwedî bikin? Û gelek pirsên din..

Werhasilî kelam, divê meriv wefadar be, fedakar be û li gor zirt fortên xwe be. Mesele ne quretî ye, emel e, pratîk e. Heger hûn amade bin mehane fedakarîyê bi partîyên xwe re bikin, bi ahd û peyman be, hûn çi alîkarîyê bikin, ezê ji devê xwe û zarokên xwe kêm bikim û duqatî we alîkarîyê bikim.

 

De haydê!

 

About The Author