
Nûrî Çelîk
Siyaset qebûlkirina realîteyê ye, taktîk û stratejîyên li gor wê realîteyê ye, daxwaz, plan û projeyên ji bo armancên nêzîk û dûr e, di daxwazên mezin de israr lê bi daxwazên piçûk jî razîbûn e, ango li gor şert û şirûtên tu tê de, li gor konjûnktûra cîhanê, tu çi bi dest bixî, ew kar e.
Îro em bixwazin nexwazin, hez bikin hez nekin, nifiran li mezin û bavpîrên xwe bikin yan nekin, ji 1071ê û heta bi îro, Kurd û Tirkan ve hatine girêdan, bi wan ve pîne bûne û ji qewla Tirkan ve, bûne wek goşt û nenûkê. Di dema parçekirina dewleta Osmanî de gelek miletan dev ji dewleta Osmanî (her çiqasî Osmanî ne Tirk bin jî ) berdan û bûn xwedî dewlet, lê Kurd bi wan ve zeliqîn. Di şerê Osmanî û Safevîyan de Kurd bi wan re bûn. Di şerê Koreyê de Kurd bi wan re bûn, di şerê Çanakkale û Kibrisê de Kurd bi wan re bûn. Û îro jî dîsa bi heman hest û hişmendîyê Kurd xwe bi dawa wan digirin. Doh çîroka bratîya îslam û ummetê bû, îro çîroka çepîtî û bratîya xelkan e. Kurdên ku bratîya brayê xwe yê resen qebûl nake, xwe di ber brayên xwe yên jinbavê de didin kujtin û dijminê xwe ji mirinê xelas dikin. Li her çar parçeyên Kurdistanê wilo ye. Nûnerên her çar beşên Kurdistanê yekîtîya sînorên dagîrkerên xwe diparêzin û bi navê bratî û demokrasîyê xwelîya heft gundan li serê xwe û temamê Kurdan dikin. Herkes li dû berjewendîyên xwe û partîya xwe ye û bahwer bikin Kurdistana mezin û yekgirtî jî ne di xema kesî de ye. Hindik û rindik, zik û berzik têr be bes e, zêdeyî sere wan e. Ev jî dihêle û dibe sebeb ku Kurd bibin evîndarê celadên xwe, wan ji xwe re bikin dê û bav, wan ji xwe re bikin jin û mêr, welatê wan wek welatê xwe, ala wan wek ala xwe û zimanê wan jî wek zimanê xwe bipejirînin. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê rewş ev e. Esasen sedem û rastîyek di vê hest û helwestê de jî heye, ne go tuneye.
Me got ku di her şerî de Kurdan bi Tirkan re xwîna xwe rijandiye, hatine kujtin û berdêlek mezin di ber Tirkîyê de dane. Ji ber vê, Kurd Tirkîyê wek welatê xwe dibînin, wek xaka ku xwîn di ber de rijandine dibînin. Her çiqasî Tirk cudakarîyê bikin û Kurdan bi her haweyî şeytanqûnî bikin jî, Kurd Tirkîyê wek parçeyek ji xaka xwe dibînin û terka wê nakin. Gava meriv li dîrokê binere û hinekî li têkilî û hevkarîya Kurd û Selçûkîyan, Kurd û Osmanîyan (ku bi xwe ji eşîra Etmanî ya Kurd saz bûye û hinek dîroknasên Tirk jî vê yekê eşkere dikin) û Kurd û Tirkîyê binere, emê bibînin ku Kurdan di ber vê xaka ku îro jê re Tirkîye tê gotin bi sedhezaran cangorî dane. Ji roja ku hişmendîya netewî bi Kurdan re peyda bûye û heta îro jî, bi ser ku dewleta Tirk jenosîdên mezin li hember Kurdan kirine jî, Kurdan dawa wan bernedaye. Heta bi astekê çarenûsa xwe û wan kirine yek. Her çiqasî ev yek û ev çîroka bratîya Tirk û Kurdan daxwaz û siyaseta dewleta Tirk (em bêjin dewleta dewşîrme û melezan çêtir e) be jî, heta îro bi ser neketine û wek kêmneteweyên din nikarîbûn Kurdan asîmîle û tune bikin. Bi şer karibin siyasîyen nikarin, siyasîyen karibin bi mûzîk û çandê nikarin, çandî karibin bi ziman nikarin, bi ziman karibin bi dîrokê nikarin, bi dîrokê karibin bi sporê nikarin. Yanî, Kurd ji her qul û kewarê derdikevin pêşberî wan, nikarin rê li ber Kurdan bigirin. Hem di qada navxweyî de, hem jî di qada navdewletî de Kurd hêzek mezin in, miletekî mezin e. Li gor lêkolîna şîrketek Brîtanî (2022) ji sedî 48 ê nifûsa Tirkîyê Kurd in. Êdî dewşîrmeyên Tirkîyê jî gihane wê bîr û bahwerîyê ku êdî ne bi destek, dostanî yan bratîya Kurdan be ewê nikaribin bijîn, ewê nikaribin yekrêzîya dewleta xwe li ser lingan bihêlin. Aha sedemek ji pêvajoya ku îro navê pêvajoya „Tirkîyeyek bê teror „ û „Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê“ lê tê kirin ev e.
Ji vê pêvajoyê wê tiştek ji bo Kurdan derkeve yan na nizanim. Lê heger em Kurd biaqil bin, pêşbîn û dûrbîn bin, di vê rewşa zîz û hesas de emê karibin nakokîyên ku îro di navbera Tirkan û dewşîrmeyên Tirkîyê de (ewên ku ne Tirk in lê xwe ji Tirkan zêdetir Tirk dibînin û Tirk û Kurdan bera hev didin) derketine kûrtir û sortir bikin. Lê mixabin ne ew hêza me heye, ne jî ew aqilmendên me yên dûrbîn. Îro li Tirkîyê pirs û pirsgirêka „Tirkbûn û Tirkîyeyîbûnê“ derketiye holê û bûye mijarek bi serê xwe. Bi taybet ewên dewşîrme, ango ewên dolheram û koçberên ku piştre hatine û xwe wek xwedîyê Tirkîyê dibînin, dixwazin heyvanê Kurdan jî wek yê xwe xirab bikin û wan bikin Tirk. Li vajayî vê, ewên ku xwe wek Tirkên resen û netewperest dibînin, nermtir bûne û ji Tirkbûnê zêdetir Tirkîyeyîbûnê nîqaş dikin.
Ev nakokîya ku di navbera dewşîrme û Tirkan de derketiye holê di asasê xwe de ji bo me Kurdan fersendek e. Gerek partî û siyasetmedarên me (helbet ku hebin) vê nakokîya di navbera her du alîyan de kûrtir û sortir bikin, ji bo şikandina hêz, desthilatdarî û neyartîya li hember Kurdan dewşîrmeyan rûreş derxînin, xwe nêzîkî Tirk û netewperestên Tirk bikin û karibin ji vê nakokîyê sûdê wergirin. Wek min got, siyaset qebûlkirina realîteyê û bikaranîna fersendan e. Lê mixabin ew hêz, partî û siyasetmedarên me (ew aqil û aqilmendên kûr) tunene, hebin jî xwe nadin ber bar û berjewendîyên xwe naxin xeterê. Yên li meydanê heyî û dibêjin em hene ketine xema nav, kursî û tabelayên partîyên xwe, yên belawela û bêhêz jî nikarin bên ser hev û ji van fersend û nakokîyan sûd û dersekê bistînin.
Werhasilî kelam, mesela me mesela aqilê sivik û barê giran e. Barê me giran, daxwaz û hedefên me mezin in. Lê mixabin ji nakokî û berberîya navxweyî em derfetê nabînin ku nakokîyên hevrikên xwe ji bo doza xwe bi kar bînin. Ev jî nîşana xeşîmîya me ye, nîşana nezanîya me ye û nîşana siyasetnezanîya me ye. Siyaset ne ev e ku tenê tu behsa Kurd û Kurdistanî bikî. Siyaset eve jî ku tu karibî nakokîyên navbera kom û desthilatdarên dagîrkerên xwe kûrtir û sortir bikî û wan ji çap bixî.
Lê ka ew aqil, ka ew aqilmend!?

Kurd û sendrûma „delîrîûm“ê
Amedê me vê carê xweş kir
Rewşenbîrî yan dergevanî? Navekî giran û gundekî wêran