Bavê Cengo

Pêşî navê Rojavayê Kurdistanê rakirin û kirin Rojava.  Piştre navê Rojava rakirin û kirin Bakur û Rojhilatê Sûrîyê. Piştre navê miletê Kurd rakirin û kirin yek ji pêkhateyên Sûrîyê. Kurd ji asta milletbûnê daxistin û kirin komek piçûk, ango pêkhate.

Her çiqasî alaya ku PYD û Kurdên wê ji xwe re kirin al û sembol (zer, sor û kesk) ne alayek resen ya Kurdistanê ba jî, me qîma xwe pê anîbû û me digot de qe nebe ala û sembolek me heye. Lê xuyaye wê wê jî ji holê rakin.

„Konferansa Helwesta Hevbeş“, ya ku hemû pêkhateyên civakî yên li anîn cem hev, li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Gweyran a Hesekê dest pê kir û dê weledê xwe avêt.

Nûnerên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û Tirkmenên li herêmê, di nav de Rêveberîya Xweser a Demokratîk û Ekolojîk, Hêzên Sûrîyeya Pir Demokratîk (QSD), Meclîsa Sûrîyeya Demokratîk û Germik û Nermik (MSD), û Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeya Çeqilmast, beşdarî konferansê bûn û dest bi lotik û zîtirkan kirin.

Hevseroka Têkilîyên Derve ya Rêveberîya Xweser xaltîka me Îlham Ehmed,, di „Konferansa Yekîtiya Pêkhateyan“ de axavtinek germik û nermik kir, bi qibleya Îmralîyê sûnd xwar û diyar kir ku „Li Sûrîyê dengên pêkhateyan (komên cûda) kevirê bingehîn yê çareserîyek siyasî ya rastîn e. Sûrîyeyek nû bêyî naskirina mafên hemî pêkhateyan û misogerkirina beşdarîya wan ya di avakirina pêşerojê de nayê avakirin“ û lotikek xweş avêt.

Werhasil, tiştê bala me kişand, di Konferansa Helwesta Hevbeş de ne alaya Kurdistanê hebû, ne jî alaya Rojava. Xuyaye rakirina alaya Rojava jî li ber sikrata mirinê ye û ji alî Muxtarîyeta Îmralî û Paytexta Enqerê ve hatiye qedexekirin.

Yan na çima tunebûn?

Ê de ya bi xêr lo..

Çawa be em Kurd misteheqê her tiştî ne…

 

Qamişlo

About The Author