Di ser hilbijartinan re nêzîkî salekê derbas bûye. PDK û YNK hîna jî hikûmeta nû ava nekirine û xuyaye ev yek li hesabê her du alîyan jî tê û berjewendîyên her du alîyan jî tê de heye. Her serê çendakê wê lotikvanên her du alîyan bên ba hev, wê ji hev re xweş bikin, çîrok û çîvanokan ji hev re bêjin, lê encam 00000… Lotikvanên her du partîyan, yanî qeraseyên PDK û YNK roja Pêncşemê dîsa li hev kom bûn, çay û qehweyek tehl bi hev re vexwarin, çîrok û çîvanokên xwe dubare kirin û biryar dan ku di meha Îlonê de Parlamentoya Kurdistanê ji nû ve aktîf bikin û xebatên li ser kabîneya nû bidomînin. Li gor daxuyanîya hevbeş a her du partîyan, tîmên danûstandinê li Hewlêrê, li baregeha ofîsa sîyasî ya YNKê civîyan û dest bi lotik û zîtirkan kirin.

Di civînê de gavên ku ji bo bicîhanîna bernameyên li ser lihevkirinê hatine avêtin hatin nirxandin û gavên ku wê ji bo xurtkirina hevkarîya ji bo amadekarîya qonaxa din hatin nîqaşkirin. PDK û Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), tekezî li ser girîngîya atmosfera siyasî û pêşketinên li herêmê kirin. Lotikvanên her du alîyan bicîhanîna sozên ku dane gelê Kurdistanê û paraztina statuya yasayî û siyasî ya Herêma Kurdistanê wek erka yekemîn pejirandin, filan û fîstan û wekî din.

Axir, li gor naveroka daxuyanîya PDK û YNK, sozên ku dane gelê Kurdistanê û statuya yasayî û siyasî ya Herêma Kurdistanê ji bo her du alîyan erka yekemîn e (sozên ku pêk neyên ne soz in, xapandin û derew in). Yanî, avakirina hikûmeta nû û vejandina parlamentoyê ji bo wan ewqasî ne ferz e, ha salek din ka deh salên din, qet qîmetê xwe tuneye. Û xuyaye ji ber vê jî hikûmeta nû nayê avakirin û herkes li gor dilê xwe hespê xwe dibezîne.

Ez serê we neêşînim gurçikno, xelk çûne hîvê, Kurdekanên me mane li bin dara behîvê. Xelk diçin Marsê û hewl didin cîhanek nû ava bikin, canekanên me jî bi hev û bi berjewendîyên xwe daketine û ha ha hefsarê Ereboşkên Bexdayê dixin stuyê xwe.

Na na, welleh û billeh tu gû ji me Kurdan dernakeve!

Li Başûr çi be, li Bakur û Rojava jî heman tirşik e.

Li Rojhilat jî nîvtirşik e.

Hemû jî bûne parêzerên sînorên dagîrkerên xwe û bratîya neyarên xwe ji xwe re kirine dûrişmeya man û nemanê.

Ê de a bi xêr…

Heta em ev xwelîser û ev kurtan bin, helbet emê parsekên ber devê derîyên Bexda, Enqere, Şam û Tehranê bin wesselam…

 

Kerkûk

About The Author