Nûrî Çelîk

Piştî êrîşa Hamasê û xezeba Îsraîlê, li Sûrîyê per û baskên Îranê şikestin û destê Kurdan xurt bû. Îro li Sûrîyê hêza herî xurt û xwedî derfet, Hêza Sûrîyeya Demokratîk HSD e (her çiqasî ji sedî 30-40 wan Kurd û yên din Ereb û pêkhateyên din bin jî). Bi berdêl û keda xwe Kurd îro serkêşîya HSD dikin (ku gelek vê wek hêza PKK bi nav dikin) û HSD bi piştgirî û alîkarîya Amerîka û hêzên hevpeyman bûye hêz û artêşek ku hesab jê tê kirin. Ev yek bi taybet dewleta Tirk ditirsîne ku Kurdên Rojava jî wek Kurdên Başûr bibin xwedîyê federasyonekê û ev jî bandorek mezin li Kurdên Bakur bike. Ev tirs û tirsa ku wê Kurd têkevin bin sîwan û himandina Îsraîl û Amerîkayê, dewleta Tirk mecbûr kir ku baş yan xirab, bi navê „Tirkîyeyek Bê Teror“ pêvajoyekê bide destpêkirin, bi rêya Ocalan û PKK Kurdan bi xwe ve girê bide, bi dek û dolabên dem û dewranên berê, bi navê bratîya Tirk û Kurdan û bêyî ku tiştekî bide Kurdan, xwe ji parçebûnê rizgar bike. Pêvajoya ku kes nizane bê di pişt perdeyê de çi dek û dolab li serê Kurdan tê gerandin  (her çiqasî em texmîn bikin jî), eşkere dibe ku şano li ser çekberdana YPG-HSD û senaryo jî li ser kujtin û tunekirina Kurdên Rojava hatiye nivîsandin.

Ji roja roj de, herkesî texmîn dikir ku şano û senaryoya Devlet Bahçelî û Ocalan hemû li ser Rojava ye. Hemû li ser bêstatukirina Kurdên Rojava û neyartîya Amerîka û Îsraîlê ye. Ango, li dijî xweserî, federasyon yan serxwebûna Kurdan û ji bo entegrasyon û yekrêzîya xaka Sûrîyê ye. Hemû bang û paradîgmayên Bahçelî (devlet) û Ocalan ne ji bo xêra Kurdan lê ji bo teslîmîyeta Kurdan hatine û tên kirin. Nexwestina mafên çandî (kulturalîst) bi serê xwe nêt û armanca wan ya li dijî miletê Kurd eşkere û zelal dike. Ji xwe xalên din yên paradîgmayên her du alîyan rasterast ji bo înkar, entegrasyona demokratîk (asîmîle û tunekirin) û neyartîya Kurdan bi xwe ye. Û ev plan û proje roj bi roj di bang û daxuyanîyên wan de zelaltir dibin. Carek din xuya dibe ku pêvajoya „Tirkîyeyek Bê Teror“ (ku ev gotin bi serê xwe jî ji bo Kurdan heqaretek mezin e û di kesayetîya PKK û Ocalan de temamê Kurdan wek terorîst nîşan dide) ji bo qezenckirina demê, ji bo guhertina zagonên ku Erdogan karibe carek din bibe desthilatdar û ji hemûyan girîngtir jî ji bo çekdanîna HSD û têkbirina destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê ye. Wekî din ji bo Kurdên Bakur ne mafek tê xwestin, ne jî mafek tê dan.

Di paradîgmayên her du alîyan de çawa ku Kurdên Bakur ji bo hebûna Tirkiyê tên qurbankirin, ji Kurdên Rojava jî  tê xwestin ku ji bo Sûrîyê û hikûmeta Colanî bên qurbankirin. Dema dibînin ku ev yek çênabe û Kurdên Rojava çekên xwe radest nakin, îcar bi rêya wezîrê xwe yê derve Hakan Fîdan dest bi zirt û gefan dikin. Pê ve girêdayî, komisyona ku qaşo ji bo vê pêvajoya xapînok hatiye sazkirin tenê bi mijarên ku dûrî maf û daxwazên Kurdan e mijûl e û hetta nahêle ku dayikên Kurd di komisyonê de bi zimanê xwe derd û meramên xwe bînin ser zimên. Ev jî dide xuyakirin ku armanca komisyonê ne çareserîya pirsa Kurd û dana hinek mafan e, lê tenê mijûlkirina Kurdan û guhertina rojeva Tirkîyê ye. Wer dixuye wê ev pêvajoya xapînok heta ku AKP û Erdogan CHP parçe bike yan ji çap bixe û lawaz bike, bidome. Piştî şikandina per û baskên CHP, dîsa wê vegere ser sêhra berê, wê dîsa berê xwe bide Kurdan û wek carên berê şerê Kurdan bike. Yanî, heta girêka xwe li pişt werîs bide wê Kurdan bi çîrokên bratîya Tirk û Kurdan bixapîne.

Alîkarê Serokê Giştî yê MHP Fetî Yildiz, bi daxuyanîyekê eşkere kir ku 4 xalên ewil û xalên 42 û 66an yên Destûra Komara Tirkîyê ji bo wan xetên sor in û ewê qet neyên guhertin. Ji xwe hemû alî jî eşkere dikin ku pêvajo ne li ser bazaran hatiye destpêkirin û mebesta vê pêvajoyê tenê pêkanîna Tirkîyeyek Bê Teror (Tirkîyeyek Bê Kurd) e. Û wek min got ev yek jî bi helwesta Kurdên Rojava (HSD-YPG) ve girêdayî ye. Heger Kurdên Rojava daxwazên Tirkîyê û Ocalan pêk bînin ji xwe tiştek namîne û hem wê fermana mirina xwe îmza bikin, hem jî ya Kurdên Bakur. Teslîmîyeta wan wê teslîmîyeta Kurdên Bakur xurttir û berxwedana wan jî wê berxwedan û mafên Kurdên Bakur misogertir bike. Heger hat û HSD û YPG guhdarîya Tirkîyê û Ocalan nekir, wê gavê dibe ku dewleta Tirk neçar bimîne û ji Kurdên Bakur re behsa hinek mafên zimanî û çandî bike. Amerîka ha ha çek û cebilxaneyan dişîne Rojava (dişîne ji HSD û YPG re). Ev jî nîşana vê ye ku Enqere û Şam amadekarîya şerê HSD û YPG dikin û dixuye ku wê Amerîka û Îsraîl zû bi zû nehêlin ku HSD û YPG zû bi zû têkevin xefika Tirkîyê û Ocalan.

Komisyona ku ji hemû partîyan hatiye sazkirin daxuyandibû ku wê karê komisyonê di nava 3 mehan de biqede. Alîkarê Serokê Giştî yê MHP Fetî Yildiz jî daxuyand ku ewê di demek kurt de bigihijin armanca xwe (yanî heta serê salê). Erdogan û Bahçelî jî heman tişt gotin. Yanî, heger heta serê salê bi rêya zixt û gefên Ocalan HSD û YPG teslîm girtin ji xwe girtin, na heger nikaribin, ji xwe dîsa wê „pêvajoya heman tas û heman himam“ dest pê bike..

Her 6 xalên bingehîn yên destûra komara Tirkîyê (4 xalên ewil û xalên 42 û 66) stûnên man û nemana Tirkîyê ne. Hemû dîwarên ku li pêşîya Kurd û mafên Kurdan hatine lêkirin, ev xal in. Bingeh û asasê nîjadperestîya ku li dijî Kurdan tê kirin, ev xal in.  Çawa ku ev 6 xal ji Tirkan re xetên sor in, divê ji Kurdan re jî xetên sor bin. Ji xwe heta ev xal ranebin yan neyên guhertin, Kurd nikarin bibin xwedîyê heq û hiqûqê xwe. Ji ber vê, divê em kor nebin, li van 6 xalên sereke sor bibin. Heta ev xalên sor nebin xalên pempeyî û mor, ne Tirk tên îmanê, ne jî Kurd digihên azadî û seyranê.

Werhasilî kelam,  em mane di hikmeta xwedê de.

A baş ez gotina dawî ji Malcom X re bihêlim.

“ Ji bo azadîya me tenê rêyek heye. Divê em hemû fikrên xwe yên cuda deynin alîyekî û li hember neyarê xwe bibin yek“.

About The Author