Ehmed Beyan
Insanetî yan jî nirxên insanetîyê ne bi xwendinê ye. Heger insan bê exlaq be, bê wîjdan be, nankor û bêbext be, tew ku dolheram û xwînheram be, ew bibe fîlozof û profesor jî, fêde nake. Tew evên ku dewşîrme ne û kes nizane bê bezê binguhê bavê wan ji ku ne, dijminên nirxên insanetîyê ne. Û tew go mijar Kurd û Kurdistan be, hûn dev ji insanetîyê berdin, dê û bavê xw jî nas nakin. Ewqasî dirinde û ewladên zinê ne.
Dîroknasê Qirimî Prof. Dr. Îlber Ortaylı, evê ku malbata wî berî 100=200 salî koçberî Tirkîyê bûne û mihacir in, di rojnameya Hürriyet de, ji bo krîza avê ya Tirkiyê pêşniyazên xwe yên çareserîyê destnîşan kir. Ortaylı efendî ji bo dagîrtina gundên Kurdan û guhertina demografîya Kurdistanê, bi taybet li der û dora hewzên Firat û Dîcleyê, pêşniyaz li hikûmetê kir ku cotkarên Uygur û Kirgiz ên ji Asyayê bîne û li gundên Kurdan bi cîh bike.
Ortayli destnîşan dike ku Deşta Konyayê û gelek dest û berîyên din karakterên xwe yên çandinîyê winda kirine û tir di wan de nemaye. Îro şerên ji bo avê ji şerên petrolê krîtîktir in û di çandinî û xwedîkirina heywanan de pêwistî bi bikaranîna pisporîya biyanî heye. Ji ber vê, mihacirê Qirimê Ortayli pêşniyaz dike ku ji cotkarên Uygur û Kirgiz ji Asyayê bînin û wan li gundên Kurdan bi cîh bikin.
Di dema xwe de Îsmetê Kerr (Înonu) ji bo demografîya Kurdistanê biguherîne û Kurdan asîmîle bike mihacirên Balkanan li gundên Kurdistanê bi cîh kiribûn. Ji damezirandina Komara Romê û heta îro jî ev polîtîkaya li dijî Kurdan didome. A balkêş jî ev e ku evên van polîtîkayên dijminane li hember Kurdan dikin hemû jî mihacir in, dolheram im, ne Tirk in û ji Tirkan zêdetir neyartîya Kurdan dikin. Ji ber ku wan kesayetî, xîret, namûs û nirxên xwe winda kirine û asîmîle bûne, dixwazin Kurd jî wek wan bêxîret bibin û bibin Tirk.
Werhasilî kelam, ev dewşîrmeyên ku li serê Tirk û Kurdan bûne bela û ji bo berjewendî û desthilatdarîya xwe biparêzin ji Tirkan zêdetir neyartîya Kurdan dikin, îro bûne xwedî û xwedayê Tirkîyê. Bala xwe bidinê, çe kesê ku dijminatîya Kurdan dike ne Tirk e. Yan dolheramekî Qirimê ye, yan qûnekekî Selanîkê ye, yan xwînheramekî Arnavût û Bosnayî ye, yan xeyarekî Bûlgar û Sirbî ye, yan jî Rûm, Gurcî, Çeçen û ji gelek deverên din in. Tew Kurd û Ermenîyên ku asîmîle bûne û neyartîya qewmê xwe dikin li dera han.
Wek dibêjin, ê çiyayî hat û bera ê deştî da.
Wulen oxlim, bav û bavpîrên we nikarîbûn Kurdan bikin Tirk, ma hûnê bikin qebrax!
Enqere

Devleto dîsa da lotikan
Bratîya gelan pê girt
Kê hêvîyên Kurdan şinandin xalê Ehmed?