
Cemîl Cewher
Rêya Îmralîyê bûye wek otobana Almanyayê û peyamên serokê Kurdên sererd û binerd başqan Ocalan jî bûne wek nameyên rojane, cîh û çalakî namînin ku peyaman ji wan re neşîne.
Ocalan sax e yan mirî ye, kes nizane. Ji ber di her serdana wî de wêne tunene, saxî û nesaxîya wî di serê gelek kesan de pirsek mezin e. Lê li ser navê wî haha peyam tên belavkirin, bi wan peyaman Kurdan manîpule dikin, dixapînin û dixwazin wan bi Tirkîyê û Tirkayetîyê ve (Entegrasyona Demokratîk) asîmîle û tune bikin.
Ocalan û PKK, ji roja roj û heta demek nêz jî dijminatî û şerê kesayet û partîyên Kurd kirin û bi sedan û hezaran Kurdên Bakur û pêşmergeyên PDK kujtin. Lê xuyaye gotinên êvara dikevin qulê dîwaran û îro kes behsa wê dijminatîyê nake.
Axir, Navenda Lêkolînan a Rûdawê li ser pêvajoya li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê (ku tu pêvajo û mêvajo tuneye û hemû jî xapandinek demkî ye) konferansek bi navê „Li Tirkîyê aştîya ku bi zehmetî bi dest dikeve“ li dar xist û da lotik û zîtirkan. Helbet ne li Hewlêra PDK, lê li Silêmanîyê, li war û çeperê YNK.
Werhasil, li ser bextê Apocîyên Rûdawê be, dibêjin Ocalan bi rêya Rûdawê (Rûdaw çûye Îmralîyê yan Ocalan hatiye Rûdawê em nizanin) bang li hemû Kurdan kiriye ku “li ser zemînek demokratîk bicivin û bibin yek”. Peyam ji alî Mîthat Sancarê Ereb ve hatiye xwendin filan û fîstan.
Wey bavo!
Ocalanê ku bi hezaran heval û dijberên xwe dane kujtin, banga demokrasî û yekîtîyê dike!
„Li Tirkîyê aştîya ku bi zehmetî bi dest dikeve“
Wey bavo!
Merheba aştî!
Aştîya ku nahêle jinek Kurd di komisyonê de bi Kurdî baxive!
Aştîya ku ne behsa ziman û ne jî behsa naskirina nasnameya Kurdî tê kirin!
Aştîya ku kes nizane bê li Enqere û Îmralîyê çi dek û dolab li serê Kurdan tên gerandin!
Aştîya ku tu bazar û daxwaz tê de nayên kirin!
Û aştîya ku bi paradîgma û Entegrasyona Demokratîk xwestina mafê ziman, çand, federasyon û serxwebûnê li Kurdan heram dike!
Ez serê we neêşînim gurçikno, ji xwe navê vê şanoyê Tirkîyeyek Bê Teror e. Ango, Tirkîyeyek Bê Kurd e. Li gor dewleta Tirk, heger Kurd bi rêya Ocalan û PKK doza tiştekî netewî nekin û bi paradîgmayên wek Entegrasyona Demokratîk bên asîmîlekirin, wê pirsa terorê jî nemîne.
Wek dibêjin, heft çîrokên hirçê hebûn hemû jî li ser dara hirmîyê bûn. Çîrokên dewletê û Ocalan jî îro jî li ser aştîyê û bratîya Tirkan û Kurdan e. Helbet heger Kurd xwe wek brayên jinbavê qebûl bikin..
De ya bi xêr….
Xwezî bi wê roja ku birastî jî demokrasî û yekîtî di nav Kurdan de pêk bê…
Hewlêr

Amedê me vê carê xweş kir
Rewşenbîrî yan dergevanî? Navekî giran û gundekî wêran
Av di golan de genî dibe