Navenda Lêkolînan a Rûdawê lotikek avêt û bi navê Aştîya ku li Tirkîyê bi zehmetî bi dest dikeve konferansek li dar xist. Gelek kes û nûnerên partîyên ku li dijî serxwebûnê ne û dixwazin miftî belaş Kurdan bi Tirkan ve pîne bikin, beşdarî konferansê bûn. Yek ji wan jî parlamenterê AKP xalê me Mêhdî Eker bû.

Xalê min û we Mêhdî Eker, di axavtina xwe de ji şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê dest pê kir û mesele anî ser bratîya Tirk û Kurdan û berê Kurdan da Tirkîyê. Di encamê de jî dijminatîya Îsraîlê kir û peyama “ eman eman xwe ji Îsraîlê dûr bixin“ da Kurdan. Yanî, daxwaz û siyaseta dewleta Tirk anî ser zimên û parazt, xwest ku Kurd jî xizmeta heman siyaseta Tirkîyê bikin. Ji xwe kes û partîyên ku beşdarî konferansê bûbe jî piranîya wan xizmeta heman siyasetê dikin. Bi Tirkîyeyîbûn û çîroka Entegrasyona Demokratîk.

Axir…

Xalê me Mêhdî Eker, di derbarê PKK de gotinek rast got, lê kêm got.

Xalê me bi Kurmancîyej fesîh û zelal got:

 „Şaşîyên dewletê bûn sedem ku PKK mezin bibe”.

Helbet ev rastîyek û sedemk e.

Lê xalê me Eker kêm got, belkî jî nexwest bêje.

Mêhdîyê me bi xwe jî dizane ku PKK bi destê dewletê û li dijî rêxistin û partîyên Kurdan hatiye sazkirin. Helbet şaşîyên dewletê ji bo xurtkirina PKK bû, lê ew jî taktîk û siyaseta dewletê bû. Dewlet wek me Kurdan hesabê rojane û mehane nakin, hesabê 50-100 salî dikin, stratejîyek dûr û dirêj didin ber xwe. PKK ji bo îro, ji bo van rojan amade amade kiribû. Bi çek û pereyên xwe (Ocalan bi xwe dibêje), bi kadroyên xwe, bi derfet û seferberîya xwe PKK anî van rojan. Tenê bi êşkenceyên li zindana Amedê, çi şewitandina gund û bajaran PKK neanî van rojan, bi plan û proje PKK kir dergevanên sînorên xwe, kir neyarê serxwebûna Kurdistanê. Û îro paradîgmayên Ocalan û PKK vê yek disepînin.

Ma xalê me Eker van tiştan nizane?

Welle û billeh ji min û we baştir dizane.

Lê taktîk e ha!

Berjewendîyên dewletê û Ocalan îro vê dixwaze.

Rastî tehl e û xalê me Mêhdî jî nexwest yan jî nikarîbû vê tehlîyê daqurtîne.

Werhasilî kelam, helbet dil dixwaze ku dewleta Tirk şerbeta demokrasîyek resen vexwe û xwe bide ber barê Kurdan. Lê wek dibêjin bi vê qûşê nagihê Mûşê. Bi çîrokên axirzemanan ne Tirk ji Kurdan re dibin bra, ne jî Kurd ji wan re. Heta ew xalên ku di zagon û makzagonê de înkara Kurdan dikin ji holê ranebin, heta ziman û nasnameya Kurdî di zagon û makzagonê de neyên misogerkirin, ne bratîyek rasteqîn çêdibe, ne jî herdu alî bahwerîyê bi hev tînin wesselam…

 

Stenbol

About The Author