Dibêjin ne ji kurmên darê ba dar nedirizîya. Kurmên darê darê ji hindûr ve dikevêjin û ji hev dixin. Di miletan de jî wilo ye. Kesên ku neyarê qewmê xwe bin milet ji hev dixin û nahêlin ew bigihijin armanca xwe. Bi vê helwest û kiryarên xwe ji neyaran  zêdetir zirarê didin milet û doza miletê xwe û xizmeta berjewendîyên neyar dikin.

Rayedarên PKK êdî hewceyîyê bi veşartinê nabînin, rasterast nêta xwe ya kirêt ya li dijî doza Kurd û Kurdistanê eşkere dikin. Berê sergirtî û veşartî tanîn zimên. Lê îro zelal û eşkere armanca xwe û çêbûna xwe dibilînin. Dibêjin çunkî kesekî ku hesab ji wan bipirse tuneye û civatek wek kerîyê pez dane dû xwe.

Axir..

Endama Komîteya Navendî ya PKK xaltîka we Helîn Ûmît,  diyar kir ku Amerîka dixwaze li Rojava herêmek mîna Herêma Kurdistanê ava bike, lê PKK vê planê asteng dike. Endama Komîteya Navendî ya PKKê Helîn Ûmît li ser rewşa heyî ji medya PKKê re axivî û da lotikan. Ûmît got: “ Ez bi serê serok sûnd dixwim, heke PKK tunebûya, Amerîka wê ji rewşa li Rojava sûd werbigirta û herêmek mîna Herêma Kurdistanê ava bikira. PKK plana Amerîkayê asteng kiriye. Heger ew plan bê bicîhanîn, Rojava wê bi Herêma Kurdistanê ve bê girêdan“ filan û fîstan.

Xanima germik û nermik herweha got: “ Amerîka emperyalîst dixwaze Rojava têxe bin sîwana Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) “  û çend lotikên din.

Werhasilî kelam, xaltîka we Hêlîn xanim eşkere dibêje ku PKK kurmê darê ye û ji bo astengkirina Kurdistanek serbixwe û yekgirtî hatiye damezirandin.

Ê masî ji serê xwe genî dibe keçko, serî çi quzilqurt be, binî ew e û xelas..

 

Stenbol

About The Author