Nûrî Çelîk

Wek ku ji roja roj de xuya bû, tenê yek armanc û sedema destpêkirina pêvajoya nû hebû, ew jî Rojava û têkbirina destkeftîyên Rojava bû. Dewleta Tirk ji ber vê yekê Ocalan xist dewrê û heta bi mafên çandî (kulturalîst) jî li Kurdan heram kirin. Ocalanê ku saxî û zindîbûna wî jî di nîqaşê de ye û bi wêneyên fotoşop û Chat GBT zindî tê hiştin, wek berdevkê dewleta Tirk xwe daye (dane) pêş û dixwaze çek bi HSD û YPG bide berdan û Kurdên Rojava bê qeyd û şert bi rejîma Şamê ve girê bide. Ev yek bêguman tê wateya kujtin û mirina Kurdên Rojava û teslîmkirina destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê. Ev yek hem çarenûsa Kurdên Rojava û hem jî çarenûsa pêvajoya ku heta îro jî gavek ji bo Kurdan neavêtiye, tayîn dike. Daxuyanî û hest û helwestên rayedarên dewletê û rêveberên Komisyona Pêvajoya Demokrasî û Bratîyê vê yekê pir bi zelalî eşkere dikin. Serokê Komisyonê û Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş, bi gotina “ Perwerdeya bi zimanê Kurdî û fermîbûna zimanê Kurdî nayê qebûlkirin“ nêt û armanca pêvajoyê carek din eşkere kir. Ev jî dide xuyakirin ku armanc ne pêvajoyek rasteqîn û qebûlkirina mafên Kurdên Bakur lê çekberdan û teslîmgirtina HSD, YPG û Kurdên Rojava ye. Wek Başûr fermîbûn û bidestxistina statuya Rojava (federasyon, otonomî û wekî din) ji bo dewleta Tirk tê wateya çembera mirinê. Hem bidestxistina statuyê û hem jî di pêşerojê de îhtîmala yekbûna Başûr û Rojava, wê bandorek heta tu bê bes li Kurdên Bakur bike û hestên wan yên netewî rake asta herî bilind. Ev jî tê wateya mirina dewletê û PKK bi xwe jî.

Îro hemû dek û dolab, hemû şer û dîplomasî, hemû plan û proje li ser pêşeroja Sûrîyê û Rojava tên hûnandin. Guhertina Sûrîye û nexşeya wê, wê çarenûsa Rojhilata Navîn jî biguherîne. Û di vê çarenûsê de heger Kurd şareza û siyasetek serbixwe û bê wesayet bimeşînin, hem wê rolek sereke bilîzin, hem jî wê bibin şirîkê çarenûsa Rojhilata Navîn. Ji ber her tişt berjewendî ye û siyaset jî li ser bingeha berjewendîyê saz bûye, çi Amerîka, Îsraîl û hêzên hevpeyman bin, çi jî Tirkîye û taşeronên girêdayî wê bin, hewl didin çarenûsa Sûrîyê li gor berjewendîyên xwe bineqişînin. Di vê guhertin û neqişandinê de helbet têkbirina destkeftîyên Rojava û teslîmgirtina HSD û YPG armanca sereke ya Tirkîyê ye. Çi bi rêya HTŞ be, çi jî bi rêya PKK û Ocalan be, gef û zixtan li Kurdan dikin ku teslîm bibin û bibin hêsîrê HTŞ ya ku DAÎŞ bi xwe ye. Amerîka û Îsraîl wê çiqasî çavên xwe ji dek û dolabên Tirkîyê re bigirin nizanim, lê serkeftina HTŞ û Tirkîyê bi taybet wê ji bo Îsraîlê û pêşeroja wê ne xêr be. Li vir hevkarî û hevpeymanîya Kurdan û Îsraîlê ji bo her du alîyan pêwîst û girîng e û ji xwe Tirsa Tirkîyê û Ocalan jî ev e.

Erk û barê HSD û YPG giran û ne hêsan e. Ji alîyekî zixtên Ocalan û PKK, ji alîyê din zixtên HTŞ û Tirkîyê, ew di navbera Xelîl û Celîl de hiştiye. Jor simbêl e, jêr rîh e. Daxuyanîyên HSD û Mazlûm Ebdî jî nîşan didin ku ew di pêvajoyek zehmet re derbas dibin. Bi taybet daxwaz û zixtên Ocalan berê wan dide teslîmîyetê û wan mahkûmî Enqerê û Şamê dike. Lê heta bi astekê Amerîka û Îsraîl rişmê Tirkîyê û Ocalan dijdîne û ev yek jî cesaret û ferasetê dide HSD û YPG.

Çûna Şamê û bazarên siyasî ne li gor dilê me bin jî, helbet wê ji bo Kurdan hinek mafan bi xwe re bîne. Her çiqasî beyan û daxuyanîyên Mazlûm Ebdî gelek caran ne zelal û ne li gor dilê me bin jî, divê em wî û HSD ya ku di navbera du agiran de ne, fêhm bikin. Federasyon û mafên çandî jî tê de, her destkeftina ku dest û pêşeroja Kurdên Rojava misoger bike, wê li fêda temamê Kurdan be. Wek Başûr li Rojava jî wê gavên piçûk rê ji gavên mezin re vekin û li ser vî asasî divê em rêzê ji biryarên wan re bigirin.

Rêveberîya Xweser ya Rojava berî çend rojan nameyek ji Ocalan re şand û di nameyê de bi zimanekî dîplomatîk li dijî daxwaz û zixtên Ocalan derket. Di nameyê de hat gotin ku

“Divê biryarên li ser erdê bi berçavgirtina ewlehîya giştî, paraztina destkeftîyên demokratîk û hevsengîya piştgirîya navnetewî bên dayîn. Gavên lezgîn û yekalî dikarin hevgirtina herêmî û cîhanî qels bikin. Gavên lezgîn xetera têkbirina hêvîyên nifûsa herêmî û qelskirina hevgirtina gerdûnî diafirînin “.

Nameya Rêveberîya Xweser tê wateya lidijderketina plan û projeyên Ocalan û Tirkîyê. Ev jî dide xuyakirin ku hesabê malê û sûkê li hev dernakeve û wê Amerîka û Îsraîl ji dek û dolabên Ocalan û Tirkîyê re nebêjin erê. Name û helwesta Rêveberîya Xweser nîşan û mizgînîya xêrê ye û dixuye ku heta ji Rêveberîya Xweser, HSD û YPG bê wê hewl bidin ku xwe ji toqa siyaseta bi wesayet azad bikin û li gor berjewendîyên herêmî û gerdûnî biryarên xwe bidin.

Li vir erka ku dikeve ser milên me Kurdên parçeyên din, destek, piştgirî û moral e. Divê bi her haweyî piştgirîya Kurdên Rojava bê bikin, ew bi tenê neyên hiştin û mehkûmî wesayet û îcazeta Ocalan û Tirkîyê neyên kirin. Çarenûsa Rojava ne tenê wê çarenûsa Sûrîyê û Rojhilata Navîn lê bi giştî wê çarenûsa Kurd û Kurdistanê jî biguherîne. Têkçûna wê têkçûna me, serkeftina wê jî wê serkeftina hemû Kurdan be. Ji ber vê, divê her Kurdê xîretkêş ne bi hestek partîtî lê bi hest û helwestek niştimanperwerî nêzîkî Rojava bibe wesselam..

 

About The Author