Roma Reş hem li defê dixe, hem li zirnê

Bavpîrên me belasebeb negotine „Bextê Romê tuneye û nanê Tirkan li ser kaba wan e“. Ji wan re her der deşt e, hem karin reş bikin, hem jî spî. Çawa be serê hefsêr di destê wan de ye, bi kîjan alî ve bikşînin wê bikşînin. Doh gotinek digotin, îro gotinek din. Li Tirkîyê tiştekî dibêjin, li Kurdistanê tiştekî din. Ne pîvan bi wan re heye, ne jî şerm û wîjdan.

Wek hûn zanin, zimanê Kurdî di Meclîsa Romê de wek Zimanê Nenas tê nivîsandin.  Zimanê ku navê wî Kurdî ye û li seranserê Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê ji alî zêdeyî 40 milyon Kurd ve tê axavtin, Meclîsa Romê wek zimanê nenas pênase dike û heqaretê li zimanê Kurdî û li temamê Kurdan dike. Evên ku vê heqaretê li Kurdan dikin, bê şerm û fedî, bêyî ku lêborînekê jî bixwazin, li Kurdistanê helbestên Kurdî dixwînin û tifa xwe dalêsin. Lê gava vedigerin Enqerê, dîsa lotik û zîtirkên qantirkî davêjin û neyartîya zimanê Kurdî dikin.

Serokê Meclîsa Romê û Serokê (qaşo) Komisyona Bratîya Rom û Kurdan Nûman Kûrtûlmûş li Amedê lotikek avêt û axavtinek kir, dîsa behsa çîrokên bratîya Rom û Kurdan kir û xwelî bi serê Kurdan dakir. Kûrtûlmûşê min û we di axavtina xwe de cîh da çend gotinên Kurdî û ew gotin jî li ser hesabê civakî yê parlamentoyê hat belavkirin.

Nûman efendî di civîna Komisyona Bratîya Rom û Kurdan de gotina jina Kurd di devê wê de hiştibû û nehiştibû ku ew bi Kurdî, bi zimanê xwe baxive. Kûrtûlmûşê ku di Meclîsa Virqo de zimanê Kurdî wek zimanê nenas dide nivîsandin, li Amedê behsa Kurdî û bratîyê dike. Yanî, hem li defê dixe û hem li zirnê. Bi gur re dikuje, bi xwedî re şînê digire û bi şivên re jî dixwe.

Werhasilî kelam, oxlimler ji bo Kurdan bixapînin, ji hezar çemî avê tînin, li ser deh şerîtan canbazîyê dikin, ji her hewdî avê vedixwin, dîsa Kurdan dixapînin û dîsa li Kurdan siwar tên.

Ê de xwedê ji Kurdn ehmeq re nehêle. Xwedê ahê Kurdan ji peyayên dewleta Romê re nehêle. Ewên ku vê fersendê dixin destê dewleta Romê û serê Kurdan li ber wan xwar dikin, xwedê topa qiyametê di şerwalê wan de biteqîne û xelas.

Izmîr

 

 

About The Author