
Zinar Qelemşûr
Wextekî gotina “HEVAL“ bûbû mode. Ji zarokên bi çêl bigirin heta bi 70-80 salîyan ji hev re digotin heval. Gotina heval jin û mêr kiribû dijminên hev, rêz û hurmet, qedir û qîmetê di nav piçûk û mezinan de nehiştibû, zarokan ji mezinan re nedigotin yabo, xalo, amo-apo, xaltî û metê, digotin heval. Jin ji mêrê xwe re digot heval, mêr ji jina xwe re digot heval. Bi vî haweyî nirxên civaka Kurd tar û mar kirin û ji hev xistin. Helbet ev jî plan û projeyek ji projeyên dewletê û PKK bû û bi vê projeyê civaka Kurd ji nirxên wê şût û rût kirin.
Niha jî lotika “DEMOKRATÎK“ kirine mode. Hemû nirxên ku bêhna doza azadî û serxwebûna miletê Kurd jê tê, gotinek demokratîk bi qûna wê vedikin û dixwazin Kurd û civaka Kurd ji doz, ji hest û hişmendîya azadî û serxwebûnxwazîyê dûr bixin. Bi paradîgma û xeyalperestîyên wek Komara Demokratîk, Konfederasyona Demokratîk, Entegrasyona Demokratîk, Xiyaneta Demokratîk,Teslîmîyeta Demokratîk, Tirşik û Savara Demokratîk û gelek demokratîkên din, dixwazin mejîyê Kurdan biçelqînin, wan bikin wek mirîşka gêş da ku doza azadî û serxwebûnê nekin û wan di nav civaka Tirkîyê de bimihînin, asîmîle bikin û wek gelek neteweyên din Kurdan bikin Tirk.
Axir, ev qeyûmên ku ji alî dewleta Romê ve bûne mîr û wezîr, bûne serok û serwerên Kurdan, ji bo Kurdan ji rê derxin, gotina demokrasî û demokratîkbûnê di devê xwe de kirine benîşk (qajik). Wek ku 100 hezar Kurd ji bo demokrasîya Tirkîyê hatibin kujtin, wek ku 4 hezar gund ji bo demokrasîyê hatibin şewitandin, wek ku 11 bajarên Kurdistanê ji bo demokratîkbûna Tirkîyê hatibin herifandin (şerê xendekan) û gelek jehr û ziqûmên din, didin lotik û zîtirkan û xizmetek baş ji dewleta xwe re dikin. Piştî şer û siyaseta demokratîk, ma çi? Ma Orkestra demokratîk!
Orkestra Demokratîk bi Silhedîn Demîrtaş û bi tembûrê dest pê kir û bi gîtarê encam da. Qeyûmên DEMê û hevserokên germik û nermik û demokratîk Tuncer Bakirhan begefendî û Tulay Hatîpogullarî xanimlerî îcar rahiştin gîtarên xwe û mizgînîya damezirandina Orkestra û Senfonîya Demokratîk dan me. Wek dibêjin “Piştî Tirê Kezîkurê“. “Siyaseta Demokratîk“, bidestxistina “Mafên Kurdan yên Demokratîk“, mafê“ Perwerdeya Zimanê Kurdî yê Demokratîk“ bi dest xistin û safî kirin, îcar dora “Tembûr û Gîtara Demokratîk“ e.
Ê de ya bi xêr…
Belkî demokrasîya ku hevserokên me nikarin bi Siyaseta Demokratîk bînin Tirkîyê, bi Orkestra û Senfonîya Demokratîk bînin ma kî zane..
Stenbol

Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt
Ji serî de pê girtin, îcar wê dawî çawa be kes nizane