PDK tir ji partîyên din berda

Mihemed Soran

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê 11ê Çirîya Paşîn hatin kirin û dawet ferikî. Kurd ji vê teqûreqê jî xilas bûn û heta 4 salên din xwedê kerîm û rehîm e.

Kurd neyarê qewmê xwe ne, hûn zanin. Heta berberî û nakokîyên navxweyî xilas nebin, wê Kurd nikaribin toqa koletîyê ji stuyê xwe derxin û azad bibin. Heta kurmên darê hebin wê Kurd nikaribin bratîya Kurd û Kurd pêk bînin û bibin xwedîyê welatekî serbixwe. Du tiştan mala Kurdaan xirab kiriye. Yek jê neyarên dereke (derve), ya din jî neyarên navxweyî. Kes, dem û dezgeh û partîyên ku berjewendîyên xwe di ser berjewendîyên Kurd û Kurdistanê re digirin neyarên herî mezin in, ziyana ku wan daye û didin miletê Kurd dijmin nedaye û nadin. Nîfaq û neyartîya ku li hemberî hev dikin, bêtifaqî û berberîya wan, dihêle ku dijmin xurttir bibe û Kurd di nav sînorên çar girtîgehan de asê bimînin.

Axir…

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên destpêkê eşkere kirin û ragihand ku rêjeya beşdarîya giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ji sedî 56,11 e. Hema bêjin fîftî fîftî ye. Nîvî ji xelkê neçûye ser sindoqan û ji lotik û zîtirkên siyasetmedar û partîyan aciz bûne.

Li gorî encamên hatine eşkerekirin, Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK – Barzanî) bi milyonek û 99 hezar û 826 dengan 27 heta 30 kursî stendiye.

Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK – Bafil Mîkrofon) jî bi 548 hezar û 296 dengan 18 kursî bi dest xistiye.

Partîyên piçûk û miçûk jî çend kursî bi dest xistine.

Û li ser hev, li Bexdayê kursîyên Kurdan 6061 in.

Û ji nîvî zêdetirê wan 58 kursîyan jî şikestî û riziyayî ne. Yanî, xwedîyên piranîya wan kursîyan neyarên PDK û Barzanîyan e û şaşikên sofîk û melayên Tehranê li serê wan e.  Bi gotinek din, wê Kurdekan bi vê qûşê li Bexdayê dîsa bibin gîhayê hewşê û wê nikaribin zora Ereboşkên Bexdayê bibin. Heta 4 salên din jî wê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê carna bên şandin û gelek caran neyên şandin, wê madeya 140 dîsa di nav lingan de bimîne û her ku biçe wê demografîya bajarên Başûrê Kurdistanê bên guhertin.

Ez serê we neêşînim gurçikno, her çiqasî PDK û Barzanîyan zêdeyî milyonek deng wergirtibin jî, ev yek zikê Kurdan têr nake. Ji kursîyên Bexdayê û siyaseta herêmî zêdetir divê PDK dev ji siyaseta hindik û rindik, dev ji siyaseta herêmî berde û siyasetek çalak û giştî (ji bo her çar beşên Kurdistanê) bimeşîne. Yan na, tenê bi bilindkirina avahîyên mîna Dubaîyê ewê nikaribe çembera gur û keftarên dora xwe biçirîne.

 

Silêmanî

About The Author