
Serokê gelê Kurd Devlet Bahçelî dîsa da lotik û zîtirkan û hêvî û hawara xwe gihand serokê gelê Tirk A. Ocalan.
Serokê Partîya Dijminê Miletê Kurd (MHP) Devlet Bahçelî, di civîna koma partîya xwe de axivî û xwe avêt tor û bextê Serokê Girava Îmralîyê.
Bahçelî efendî derbarê pêvajoya çareserîyê de got: “ Bi şeş telaqên jinberdanê, heke ti kes neçe, ezê sê hevalên xwe bi xwe re bibim û berê xwe bidim Komara Demokratîk a Îmralîyê û bi serok Ocalan re çayek qaçax vexwim“.
Bahçelîyê min û we diyar kir ku ew amade ye rû bi rû bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û got:
“Bi allahwekîl, bi serê Turkeş, ez di tarîyê de çavên xwe nagirim. Ezê bi mêranî û bi bahwerî li nav çavên mixatabê xwe Ocalan binerim û mebesta xwe bêjim. Ma ez mirî me oxlim, çi pêwist be ezê wê bikim” û da lotikan.
Serkundirê Bahçelî herweha got: “ Kezebno, heger bi mixatabê sereke yê pêvajoyê re têkilîya rasterast neyê danîn, wê encam çawa bê bidestxistin û wê pêşketin çawa çêbibe?” filan û fîstan.
Gelo li gor we lez û beza Bahçelî ji bo çi ye, çima dixwaze rojek berî rojekê Komisyona Gur û Keftaran biçe Îmralîyê? Û heger neçe çima dixwaze ew biçe?
Helbet mesele hemû Rojava û çekdanîna HSD û YPG ye. Bahçelî efendî dixwaze dîsa here Îmralîyê, çend mîrkutan li nav serê Ocalan bid û bêjê “bilezîne oxlim, berî ku Kurdên Rojava federasyonê yan mafên çandî (kulturalîst) bi dest bixin, bi Entegrasyonek Demokratîk wan bi dolheramê Colanî ve girê bide û xizmeta dewleta xwe bike “ û wekî din.
Yanî, Devletê serkundir ne evîndarî çav û burh û pozê Ocalan e, tirsa wî ji Kurdên Rojava ye ku wek Başûr bibin xwedî statu.
Ê de ya bi xêr..
Devleto here Îmralîyê jî ji vî ve, û neçe jî ji vî ve û xelas…
Axreta Gewrik

Kurd û nexweşîya „delîrîûm“ê
Amedê me vê carê xweş kir
Rewşenbîrî yan dergevanî? Navekî giran û gundekî wêran