
Nûrî Çelîk
Bi salan e di siyaseta Bakurê Kurdistanê de çerxek xirab dizîvire. Rexnekirin êdî ketiye xwîna gelek mirovan û kes jî nizane ka wê li şûna wan rexneyan çi alternatîf bê danîn. Îro beşek mezin ji civaka Kurd hem ji siyaseta dewleta Tirkîyê, hem jî ji siyaseta Ocalan û PKK ne razî ye. Paradîgma û daxwazên her du alîyan ketine mêzênekê û li dijî daxwazên rewa yên miletê Kurd bûne yek armanc, bûne yek hêz. Di nav de daxwazên xeyalperestî, bêqanûnîya li dijî çand û nirxên miletê Kurd, gotin û daxwazên badilhewa û hilweşandina sazûmanîya civaka Kurd, û gelek sedemên din, civaka Kurd xistine nav lêgerînek nû da ku karibe wek milet û bi nirxên xwe xwe li ser lingan bihêle.
Balkêş e, beşek ji muxalefeta Tirkîyê, hewl dide ku nerazîbûna li dijî rêveberîya Erdogan ji xwe re veguherînin derfetekê û xwedêgiravî mixelefetê li hember rêveberîya Erdogan dikin. Lê di rastîyê de bi mixalefetîya ku dikin tenê rûn li ser nanê desthilatdarîya Erdogan dikin û bi mixalefetîya xwe ya sisto misto desthilatdarîya Erdogan xurttir dikin. Heman hest û helwest di nav mixalefeta Bakurê Kurdistanê de jî heye. Partîyên ku xwedêgiravî Kurdistanî ne û zêdeyî 40 salan e PKK û Ocalan rexne dikin (qaşo dijayetîya wan dikin), wek mixalefeta Tirkîyê, ji rexnekirinê pê ve ji bo mixalefetîyek rasteqîn tu gavek berbiçav neavêtina û hewcedarî bi pêşxistina projeyek rasteqîn nedîtine. Di encamê de, çawa ku rêber û partîyên mixalifên AKP û Erdogan nikarin vîzyonek serbixwe biafirînin û ji çembera AKP û Erdogan derkevin der, rêber û partîyên Kurdistanî jî bi salan e nikarin xwe ji çembera siyaseta PKK û Ocalan rizgar bikin. Rojeva Kurdan bi destê Ocalan û PKK (helbet bi destê dewletê jî) tê dîzayn kirin, û mixabin kesayet, rewşenbîr, nivîskar, rêber û partîyên Kurdistanî jî dikin û nakin ji wê rojevê dernakevin, nikarin derkevin, yan jî nahêlin derkevin. Tenê bi rexnekirina PKK û Ocalan hebûna xwe diparêzin û bi navê mixalefetê û Kurdistanîbûnê rasterast nebe jî nerasterast xizmetê ji plan û proje û paradîgmayên PKK û Ocalan re dikin. Bi vî haweyî û vê hişmendî û helwesta xwe, kesayet, rewşenbîr, serwer û partîyên Kurdistanî hem PKK wek mixatabê doza Kurdî û hem jî Ocalan wek serokê Kurdan qebûl dikin.
Li Rojhilata Navîn û li gelek welatên din perestîya serok û serokatîyê bûye wek çand û nexweşîyek civakî. Civakên ku negihane hişmendîya xebata hevpar û kollektîf, yan jî wê hêz û qudretê di xwe de nabînin, rizgarîya xwe di hebûna serokekî hêzdar de dibînin. Li gor wan incex serokekî hêzdar û bi bandor dikare wan rizgar bike. Çawa ku di împaratorîyên kevnare de serokan bandorek mezin di serketin û binketina wan împaratotîyan de dilîztin, îro jî hem li Kurdistanê û hem jî li gelek welatên din serketin û binketina milet û welatekî bi wan ve hatiye girêdan. Serok bimire milet û welat dimire, serok bijî milet û welat dijî. Ev nexweşî piştî salên 80î (bi taybet li Bakur û Rojavayê Kurdistanê)di nav Kurdan de mezintir û kûrtûr bû û çarenûsa miletê Kurd bi serokên mîna Ocalan ve hat girêdan. Nebûna alternatîfek siyasî û Kurdistanî berfirehîya vê nexweşîyê zêdetir kir û qedera miletê Kurd bi serokekî ve girê da. Çawa ku demekê qedera Kurdên Başûr bi M.M. Barzanî (û îro jî Mesûd Barzanî) ve hatibû girêdan, îro jî Ocalan di dîwana serokatîyê de rûniştiye. Çawa ku li Tirkîyê halîhazir wek serok alternatîfê Erdogan tuneye, li Bakurê Kurdistanê jî alternatîfê Ocalan jî tuneye. Kesekî di çapa serokatîyê de derneketiye ku karibe Kurdan bîne ser hev û serokatîya wan bike. Ji ber herkes xwe wek serok dibîne (bi ser ku ne xwedîyê wê çap û qudretê ne jî), yekîtî û sazkirina alternatîfek Kurdistanî jî dibe pirsgirêkek û rê li ber guhertinek radîkal digire.
Ji alîyê siyasî ve, bi paradîgmayên dûrî nirxên netewî, psîkolojîya civaka Kurd têk çûye û ketiye nav lêgerîna „wê kî me rizgar bike, emê çawa ji nav vê çerxa malkambax derkevin?“.
Birastî wê Kurd çawa rizgar bibin, wê ji nav vê çerxa Kurdkuj çawa derkevin, wê kî wan azad bike, ez jî nizanim. Lê dizanim ku bêyî pêşkêşkirina projeyek siyasî û rast yan guhertinek radîkal, afirandina hêvîyên guhertinê dibe sedema bêçarebûnek demdirêj. Û ez vê jî dizanim, heger herkes bêje ez û ez, wê kes nikaribe bibe şivanê pez. Evîn û hezkirina Kurd û Kurdistanê di ser berjewendîyên siyasî û partîtîyê re ye. Li gor ku partî ji bo serketina dozekê tenê alav û hacet in, divê ev alav û hacet di pêşîya avakirina alternatîfek Kurdistanî de nebin asteng û rêgir. Ev Kurdên ku îro wek pezê bê şivan di nav lepên gur û keftaran de bêçare maye, divê ji bo berjewendîyên kesane û partîtîyê, ji bo serokatîya filan û bêvan kes û partîyê neyê qurbankirin.
Mewlana Celaledînê Rûmî dibêje: “Evîn tevgerê çêdike, tevger jîyanê diafirîne û jîyan jî pêşketinê pêk tîne”.
Heger birastî evîna me ya milet û welat hebûya, meyê tevger (alternatîf) çêbikira, meyê bi tevgera xwe jiyan biafiranda û meyê bi jiyana xwe jî pêşketin pêk bianîya.
Lê mixabin, pirêza me xuya ye.
Erdekî beyar, cotkarekî xeşîm û pezekî bê şivan….

Kurd û nexweşîya „delîrîûm“ê
Amedê me vê carê xweş kir
Rewşenbîrî yan dergevanî? Navekî giran û gundekî wêran