Gelo wê partîyên Bakur ji vî wêneyî fedî bikin?

Cemîl Cewher

Dibêjin zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane. Yan jî zor gîzerê radike. Yan jî heçê bi mal in bi xaltîk û xal in. Û gelek metelokên din.

Partîyên Bakurê Kurdistanê (ji xeynî PKK û partîyên pê ve girêdayî) bi xwe de rîtine, xwelîya heft gundan bi serê xwe û bi serê Kurdên Bakur dakirine û hîna jî dadikin. Ne ji xwe şerm û fedî dikin, ne ji Kurdan. Ewên ku navên qerase li xwe kirine û ji sibê heta êvarî dibêjin em Kurdistanî ne, ka li ku ne? Di kîjan forûm û civînan de têm temsîlkirin? Li kîjan komxebatan nûnertîya Kurdan dikin?

Nikarin bikin, ji ber ku bi nav hene lê di rastîyê de tunene, li meydanê tunene. Ne giranîyek wan heye, ne yekîtî û tifaqek wan. Bi serdanan, bi çûna şahî û tazîyan, bi çend gotin û belavokên germik û nermik, bi manîfestoyên têr û tije lê bê qîmet, kes mirov naxe şûna zilaman, kes mirov mixatap nagire û hesabê mirov bi pîvazekê jî nake ezbenî.  Di Foruma Aştî û Ewlehîya Rojhilata Navîn (MEPS2025) de carek din eşkere bû. Eşkere bû ku heger hêza te tunebe û tu li qadê ne xwedî gotin bî, tu Elîyê Şêr be jî kes qîmetê nade te. Êdî çavên xwe vekin, herin ber mirêkê (neynikê) û bi halê xwe bigirîn.

Ji miletên bindest re, bi taybet ji Kurdan re, ezezî û partîcîtî vîrûsek mezin e. Ev vîrûs bi dehê salan e hiş û bedena partîyên Bakur dikevêje, wan jar û bêtaqat dike, wan ji hev dixe û berê wan dide mirinê. Ji ber vê nexweşîya wan meydan ji gur û keftaran re dimîne, dihêlin. Û bi vê yekê re dîrekt yan îndîrekt şirîkatîya xirabîyên gur û keftaran dikin, dixwazin di bin sî û sîwana gur û keftaran de bisitirînin û xwe li ser lingan bigirin. Ev jî wan neçar dike ku serê xwe bitewînin, dengê xwe nekin û berjewendperestîya partîtîyê bikin. Û ji ber vê, siyasetek rojane, siyasetek tirsonek û dudilî dikin. Naxwazin û nikarin berdêlê bidin, Kurd û Kurdistan bê berdêl rizgar nabe, ew jî dizanin. Lê nikarin. Nikarin çunkî ezezî û partîcîtîyê ew ji mêranî xistine, mêranîya xwe tenê li hev dikin.

Gelo wê „Kurdistanî“ (!) yên me heta kengî temaşevanên vê rewşa malkambax bin, nizanim. Heta kengî wê berjewendîyên xwe û partîyên xwe di ser berjewendîyên Kurd û Kurdistanê re bigirin, nizanim. Heta kengî wê bêjin ez û ne kesekî din, partîya min û ne partîyek din, nizanim. Heta kengî wê bêjin mala pîrê stara pîrê ye, dîsa nizanim.

Lê ez vê baş dizanim ..

Heger hûn nebin yek, bi allahwekîl hûnê herin yek bi yek!

Îcar wêneyê Forûma MEPS2025 deynin ber xwe û baş bifikirin.

Gelo hûn di vî vêneyî û gelek wêneyên din de çi dibînin?

Hûn xwe tê de dibînin yan na?

Heger hûn xwe tê de dibînin, tê wateya ku hûn ji halê xwe û rewşa ku tê de ne razî ne û ne xema we ye.

Na heger hûn xwe tê de nabînin, divê pozê we bişewite, kumê xwe deynin ber xwe û xwe biwezinînin. Xwe biwezinînin û bibînin bê giranîya we di qada herêmî û navnetewî de çend e û çiqas e.

Û hûn sax….

Hewlêr

 

About The Author