Mesrûrê me rast got lê kêm got

 

6 emîn Foruma Aştî û Ewlehîya Rojhilata Navîn (MEPS 2025), ku ji hêla Zanîngeha Kurdistan-Amerîkî ve tê lidarxistin, bi def û zirne dest pê kir û dê weledê xwe avêt. Gelek qerase û tirtireyên zilaman beşdarî forûmê bûn û dest bi lotikan kirin. Ji beşdaran herkesî merama dilê xwe anî zimên û gelek tiştên erênî û xweş gotin. Yek ji wan jî bêguman serokwezîrê me Mesrûr Barzanî bû.

Serok Mesrûr Barzani got: „Em pêşwazîya hemû alîyên ku beşdarî Foruma MEPS ya li Duhokê tê lidarxistin, dikin. Armanca forumê ew e ku beşdarî avakirina aştîyê bibe. Em kêfxweş in ku em mazûrvanîya nûnerên Kurd ji deverên cuda yên cîhanê, serokên ENKS û serokên HSD dikin. Beşdarbûna wan pêşketinek erênî ye. Em hêvî dikin ku li Rojhilata Navîn aştî çêbibe“ filan û bêvan. Wekî din jî Barzanî got: „Divê Kurd nêzîkî hev bibin. Dibe hin pirsgirêkên ku hewce ne bêhtir bên nîqaşkirin hebin, lê her kes amade ye nêzîktî hev bibe“ û wekî din.

Heta vir xweş bû, me fêhm kir. Madem hûn di forûmê de pêşwazî û mazûrvanîya nûnerên Kurd yên cuda dikin, ka nûnerên Kurdên Bakur û Rojhilat kaka? Çima hûn pêşwazî û mazûrvanîya wan jî nakin?

Yan ew ji Eyşika Ereb in?

Yan tenê hûn Osman Baydemîr wek nûnerê Kurdên Bakur nas dikin? Ka nûnerên PWK, ka yên PSK, ka PDK Bakur, ka HAK-PAR, ka ewên din, çima di forûmê de tunene? Ka nûnerên Kurdên Rojhilat? Ka PDK-Î, ka PAK, ka yên din? Yan hûn naxwazin dilê Enqere û Tehranê ji xwe bihêlin? Çima hûn karin bangî kesên mîna Cengîz Çandar, Ahmet Davutoglû û yên wek wan neyarên miletê Kurd bikin lê hûn nikarin silavekê li nûnerên partîyên Kurd bikin?

Werhasilî kelam, di  Foruma MEPS de nêzîkbûn û hevhembêzkirina Kurdan helbet girîng e û kêfa hemû Kurdan anî. Lê Kurdên Bakur û Rojhilat (zêdeyî 40 milyon) ne Sêwîyên Kurdistanê ne bavê min. Ew kî piçûk yan mezin xwedî nûner in û divê tu cudahî di navbera Kurdên beşên din de neyê kirin û xelas..

Duhok

About The Author